Îfadeya Nevzat Bahtiyar a li Edliyeya Amedê temam bû. Di îfadeya xwe de diyar kir ku wî cenazeyê Narîn Guran a 8 salî di 21’ê Tebaxê de taxa bejahî ya Çulî yanavçeya Rezan a Amedê winda bûbû, biriye çemê Egertutmaz ê du kîlometre dûrî gund e.
Bahtiyar piştî îfadeya dozgeriyê ku nêzî 5 saet berdewam kir, bi sûcê “zarokek bi qestî kuştiye” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezaya Sulh hate kirin.
Dadgerî di çarçoveya heman sûcî de biryara girtina Nevzat Bahtiyar da.
Her wiha Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê xwişka Narîn Guran, Tulîn Guran a di sala 2019’an de jiyana xwe ji dest daye lêpirsîn da destpêkirin.