CPT ku navenda xwe li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ye û li Herêma Kurdistanê ya Federe kar dike, li ser zarokên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin qetilkirin raporek weşand.
Di raporê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk mohra xwe daniye binê ‘Peymana Mafên Zarokan’ a Neteweyên Yekbûyî (NY), lê belê sozên ku di vê mijarê de daye binpê dike.
Li gorî rapora CPT ku ji aliyê Rojnewse ve hate weşandin, di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ji sala 1991’ê û vir ve li Başûrê Kurdistanê herî kêm 81 zarok hatin qetilkirin, 115 zarok jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk herî dawî li navçeya Dukan a Silêmaniyeyê êriş biribû ser wesayitekê. Di encamê de Muzaffer Huseyîn Xidir û 2 zarokên wî Mûhammed Muzaffer (15) û Mubîn Muzaffer (12) jiyana xwe ji dest dabûn.
Li hemberî van sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker di serî de Bexda û Hewlêr civaka navneteweyî bêdeng e.