Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi boneya 2’emîn salvegera Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ daxuyaniyeke nivîskî weşand. KJAR’ê, destnîşan kir ku ji bo bidestxistina jiyana azad û demokratîk pêwîstî bi hevgirtin û yekîtiyê heye.
Di daxuyaniya nivîskî ya KJAR’ê de ev tişt hatin gotin:
“Her ku em nêzî salvegera duyemîn a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dibin, polîtîkayên hegemonên cîhanê, dewlet û neteweyên herêmê yên li dijî civakê bi taybetî jinan her roj diguherin. Siyaseta nîjadperest, olî û neteweperest ên ku bi ruh, hest, daxwaz û armancên civakê re nagunce, ne ji bo aktîvkirina wê, ji bo paşvekişîn û serdestkirina civakê têne meşandin. Di nava du salên derbasbûyî de rejîma Îranê di siyaseta xwe ya derve û navxweyî de rastî gelek qeyranan hatiye. Tepisandina nerazîbûn û xwepêşandanên herêmî, şerên li derveyî sînorên wê, têkçûna jîngehê, rewşa kaotîk a aborî û debara jiyanê, hejariya berbelav û pêkanîna cezayê darvekirinê û hwd… çend ji wan qeyranên ku ji aliyê hikûmetê bi xwe ve di nava du salên borî de hatine afirandinin.”
Di daxuyaniya KJAR’ê de hate destnîşankirin ku ji destpêka Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ve hêzên sermayedar bi zelalî helwesta xwe li ser neguherîna rewşa heyî nîşan dane û wiha hate gotin, “Rejîma Îranê însiyatîfa tepisandina dengê azadîxwazan girt. Di nav wan de jin û ciwan ku berên dînamîk ên civakêne û hêza guherînê ne, ji her demê zêdetir bûne hedefa hêzên rejîmê.
‘GIRTÎGEH BÛNE KELHA TÊKOŞÎNÊ’
Ji aliyekî ve mijara hicaba bi darê zorê û pêkanîna plana Nûrê, girtinên li kolanan ji aliyê ‘polîsên exlaq’ û qetilkirina li ser navê namûsê li gelek bajaran zêde bûne. Di vê navberê de, jinên azadîxwaz bi cezayên giran ên girtîgehê hatin mehkûmkirin. Zeyneb Celaliyan yekane girtiya siyasî ya jin li Îranê ye ku bi cezayê heta hetayê hatiye mehkûmkirin û 17 sal in di girtîgehê deye. Di nava van salên girtî de gelek caran rastî êşkenceya derûnî û fîzîkî hatiye. Lê ti carî êşkence nebû sedem ku rêgirî li rêya gihiştina armanca wê bike.
Ji bilî van cezayan, girtiyên din yên jin jî rojane rastî êşkenceya rejîma Îranê tên. Bi awayekî xwezayî, di nava du salên borî de, rejîma Îranê bi taktîkên darvekirinê, tirs û xof di civakê de çêdike, da ku careke din nîşan bide ku dawiya vê çîrokê di nav çar dîwarên wê yên bilind ên pola de bi dawî dibe. Ev girtîgeh jî navên wan diyar in. Lê di nava salên borî de û bi taybet di 2 salên borî de derketiye holê ku girtîgeh bûne kelha têkoşînê.
Bîlançoyên hejmara bidarvekirin û girtinên di sala borî de, tirsa rejîmê nîşan dide, ne ya civakê û bi taybetî jinan! Berovajî vê, helwesta radîkal a civakê, bi taybetî jinên di girtîgehê de bû ku rejîma Îranê ditirsand ku ji bo zindî mayînê serî li zextên zêdetir bide. Çalakiya jinên pêşeng ên girtiyên siyasî nîşan da ku berxwedan çawa jiyana azad diafirîne. Bê guman ev piştgirî tenê li girtîgehan sînordar nema, li navxweyî û derveyî erdnîgariya siyasî ya Îranê pêngavên cur bi cur yên weke ‘Na ji darvekirinê re û erê ji bo jiyana azad’, meş û çalakiyên cur be cur ku rojane berfirehtir dibin tên lidarxistin. Ev jî tê wê wateyê ku civaka azadîxwaz ji her demê zêdetir, ji bo bidestxistina jiyana azad û demokratîk pêwîstî bi hevgirtin û yekîtiyê heye.
Bê guman Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di nava du salan de di gelek derdorên cuda de hate nîqaşkirin û analîzkirin. Niha piştî du salan em bi awayekî zelal dibînin ku ev Serhildan çiqasî bandoreke kûr û cidî li ser civakê hiştiye. Şoreşeke civakî, rewşenbîrî û çandiye ku rojên piştî wê şoreşê ji rojên berê cuda kir. Di van du salan de guhertinên bêveger hatin kirin, ev jî bû sedem ku gel helwestek radîkal nîşan bide. Di rastiyê de em dikarin bibêjin ku ji ber naverok, armanc û daxwazên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ radîkal bûn, ev yek bû sedema çalakiyên radîkal ên gel. Di van mehên dawî de, tevî hemû planên rejîmê yên ji bo amadebûn û beşdarbûna di hilbijartinan de, li bajarên cur bi cur ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, ‘Seknek bibiryar û radîkal a gel’ bi awayekî eşkere nerewabûna rejîmê nîşan da. Niha gelên Îranê dizanin ku çi dixwazin û ji bo bidestxistina wê berdêlên giran bi navê jiyanê dane. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku civak pir nêzî armanca xwe bûye û ev şoreş hê jî didome. Ji ber ku armanca wan avakirina hevjiyana aştiyane ya gelan û afirandina jiyana azade.
Di van du salan de jinan nîşan da ku ne pênaseyên hişk ên pergala kapîtalîst û ne jî pênaseyên olî yên rejîma Îranê dikare wan rizgar bikin! Ji ber ku herdu pênas jî ji peyva mêraniyê pêk tên û di mejiyê civakê de wêjeya nîjadperest diafirînin. Dirûşmeya watedar a ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku Kurdistan, Îran, Rojhilata Navîn û cîhan dihewand, ket ser zimanê her kesî. Ji ber ku dizanibûn ku azadiya civakê bêyî azadiya jinê pêk nayê. Ji bo wê pêşengiya vê şoreşa mezin a civakî kirin. Di esasê xwe de pênaseyên rejîma Îranê red kirin û pênaseyeke nû ji xwe re diyar kirin. Niha ji Îranê heta Hindistanê, ji Kurdistanê heta hemû cîhanê dengê jinan tê bihîstin. Yekbûna beşên din ên civakê û tevlîbûna şoreşê tê wateya piştrastkirina gotina ku ‘asta azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdayî ye’. Ji ber ku pirsgirêka azadiya jinê pirsgirêkeke civakî ye ku tevahiya civakê bandor dike. Sîstema kapîtalîst û netewe-dewletên herêmê jî baş dizanin ku bi tepisandina hêza jinê dikarin civakê dagir bikin. Li cihê ku jin têkoşiyaye, êdî qurbanî nedane, heta bûne pêşengên ku dikarin civakê ji pîvanên sîstema baviksalarî dûr bixin. Ev yek tam berovajiyê pergala baviksalarî ye. Lewma bi hevokekê em dikarin bibêjin ku polîtîkayên li dijî jinê berdewam dikin, têkoşîn û çalakiyên jinan wê bi hêztir bidomin.
Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 2’emîn salvegera Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’, tevahî şehîdên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi rêzdarî bibîrtînin. Du sal têkoşîna berdewam û çalakiyên gel bi taybetî ên jinan li dijî siyasetên zordar ên rejîma Îranê rawestiyan û di van du salên borî de hewl dan bibin dengê jinên azadîxwaz ên li Îranê. Hem li hundir û hem jî li derveyê Îranê ji bo birêxistinkirin û yekgirtina jinên têkoşer pêngav avêtine û ji bo bidestxistina armanca azadiya rast a civak û jinan dê çalakiyên xwe berfirehtir bikin. Bi vê ve girêdayî ji bo dawî li polîtîkayên rejîma Îranê yên li dijî jinê bînin, em dixwazin hemû jinên têkoşer û civaka azadîxwaz, çînên cuda yên civakê di 2’emîn salvegera vê şoreşa mezin a civakî de li qadan bibin yek.”