Pir caran mirov ji hest û ramanên xwe yên nepenî re zimanekî nû diafirîne. Lewma dibêjin: “Dema ku gotin qedexe dibin, çav dibin helbest.”
Di wan helbest û nivîsan de hestên herî xwerû û pîroz yên dilsoziya hevrêtiyê, evîna azadiyê û rûmetê tên vegotin. Li wan qadên têkoşînê, herî zêde jî dilsozî di peymana evîna azad de veşartî ye. Ji bo wan gerîlayan lûtkeyên herî sar û asê dibin cihê şahnaziyê û bi ruhê azad tevgerînê. Ger ev yek di wan salên destpêka têkoşîna azadiyê de be, hemû qad dişibin şergeha rûmet jiyînê. Dema ku ew şergeh dibe evîn, evîn dibe azadî; wê demê lêhengiyek li ser rûpelên dîrokê bi tîpên zêrîn tê nivîsandin.
Ew jina Kurd ya çalak û xwedî hêza rêxistinkirinê, Bêrîvan, bi şopên jiyan û têkoşîna xwe ev rastî bi me dabû hesandin. Lewma di vegotinên hevrêyên xwe de dibû teyisandina evîn û azadiyê. Bêrîvana jîr û çalak, pênaseya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di derbarê evîn û azadiyê de bîr dixist. Ji ber ku Rêber Apo digot:
“Bûna şoreşger, di destpêkê de bi biryardayîna rêzdariya mafê jiyanê û bûna mirovê azad dest pê dike. Evîn bi serkeftinê re pêwendîdar e. Serkeftin û evîn cêwî ne; yek nebe yê dîtir jî nabe. Evîn heke wateya xwe di kesayet û çalakiya we gelekan de bibîne; wisa destûra zagonî naxwaze. Di wateya rast de evîn wêrek e, evîn bizanabûn e, evîn balkêş e, evîn lêxistinkar e, evîn encamgir e.”
Rojeke sar, ba û bahozî, berê yekîneya me li wan çiyayên ku evîn û azadî welidandibû, gav bi gav digeriya. Em û mêvanên bextewar yên wan çiyayên heyber, bi hev re guh dida çîroka lêhengiya Bêrîvan – Zînnet Karaaslan. Me di wan kêliyên şermok û nuxumandî de bêrîkirina hevaltiyê, evînê, bîranînên zaroktiyê û jana xatirxwestina ji hev ya bi şewat didît.
Me pir caran awirên çavên dijwar, xembar û şilî dîtibûn; lê belê ev ji hemûyan cuda û bi şewattir bû. Bi şewata xwerûbûn û xwe ji nû vê afirandinê bû. Her wiha dildariyek bi evîna azad re hatibû xelatkirin. Me di parvêkirinan de hevokên nîvco, gotinên di qiraxên ber avê de herikî, yên di gewriyan de aliqî mayî û wêneyên di çeperên dil û hişê hevrêtiyê de lidarxistî didît.
Dermanê wê bêrîkirina ku mîna narincokekê li benda teqînê bû, di wan kêliyên guftogoyê de şermok û bêdeng dibû. Xevn û xeyalên wan demên borî dibû pir û ronahiyek ji paşerojê re. Hêvî, moral û vîna ku tu ji vê evînê de dibînî, herî kêm bi qasî silavekê, wêneyekî an jî nameyekê bi qîmet diteyise.
Ev yek ji bo yekîneya me jî wusa xwedî ronahiyêk dîrokî û dilxweş bû. Bi dîtina her wêneyekê ew silava hevretiyê, jana bêrîkirin û pîroziya evînê hîs dikir. Di bernameya Starên Azadiyê, xeleka vê heftêyê de me wate û kûrbûna “Heqîqet eşq e, eşq jî jiyana azad e” didît. Me evîna ku bi haveynê pîvanên azadiyê hatiyê sitrandin, şerma ku dibû hêza parastina pîroziyê hîs kiribû.
Çavkanî: Bernameya Starên Azadiyê ya JIN TV

