Çarşem, 29 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îmamoglû, Yanardag û Ozkan hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gor vê pêngava dîrokî divê gavên qanûnî werin pêşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Dema em dibêjin yekîtiya neteweyî, ne tenê Kurdan qesta hemû gelan dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê COTMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbîn û Qoserê ji bo du şehîdan sersaxiyên girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi pileya 4.0 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG-NRÇ: Mîrateyeke têkoşînê ya tu caran neyê jibîrkirin, hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên ku kêliya dîrokî jiyan: Armanca me ya sereke azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan ji bo çareseriya demokratîk pêngaveke dîrokî avêt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên bi dronê yên daxuyaniya dîrokî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya Azadiyê Nuda Arîn: Ji bo serketina pêvajoyê her kes divê seferber bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê azadiyê Çeko Ayhan: Gava esasî azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Malbata Cîhan Teha: Ji bo ku mamosteyan bêdeng bikin Cîhan qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Bêrîtan li Eyn Îsayê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Me xeta berxwedanê ya Berîtanê heta roja îro anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-F’ê kampa jin û zarokan li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sema Kurdistan: Hevala Bêrîtan ji bo me xet û sozeke

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Enqereyê Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Antoliyayê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Rêya Azadiyê te Dayikên Kurdan- Jinên Kurd Vedibêjin’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurdî yên Viyana destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de ji Berhemên Jineolojiyê re eleqeyeke mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn li Dortmundê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîrate û berhemên 20 salan ên Şevbêrka Dengêbjan li ser Medya Dîjîtal e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rola rasteqîn a Parastin û Yekîneya Antî-Terorê -II
Kurdistan

Rola rasteqîn a Parastin û Yekîneya Antî-Terorê -II

Parastin û dûvika wê Yekîneya Antî Terorê ya PDK'ê amûrên xanedaniya Barzanî ne, ku ji bo fetisandina şoreşa Bakurê Kurdistanê bi her awayî tifaqê bi dewleta Tirk re dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Di nava hemû rêxistin û dewletan de servîsên îstîxbaratê ji bo berjewendiyên neteweyî û ewlekariya gelê xwe têne wezîfedarkirin. Lê Parastin, li ku derê Kurdekî welatparêz demokrat hebe hewl dide tasfiye bike. Ji dema ava bûye û vir ve nehatiye dîtin ku Parastinê dijminekî Kurdan girtiye û derxistiye pêşiya gel.

Rêxistina îstîxbaratê ya Barzaniyan/PDK di sala 1965’an de ava bû. Wê demê Şah Riza Pehlewî yê serkêşê Îranê li aliyê hêzên hegemon bû bi taybetî jî DYE’yê, lewma bi Îsraîlê re jî xwedî têkiliyên baş bû. Li ser bingeha vê hevalbendiyê, ji bo hîmên destpêkê yên rêxistina îstîxbaratê ya PDK’ê bê danîn Şekîb Akreyî, Ezîz Akreyî û Mihemed Hirsîn çûn Îsraîlê. Ev her sê kes ji aliyê Malbata Barzanî ve bi taybetî hatin hilbijartin. Şekîb Akreyî heta bimire rayedarê Parastinê û navbeynkarê Îsraîl-Îran-Barzanî bû. Parastin heta Aşbetal a sala 1975’an (Biryara bidawîkirina têkoşînê û teslîmiyetê) bi rêveberê MOSSAD’ê Şalom Nakdîmon ve girêdayî bû. Nakdîmon di pirtûka xwe ya bi navê ‘Li Iraq û Rojhilata Navîn MOSSAD’ de gotibû, “Ji bo avakirina Parastinê, servîsên îstîxbaratê yên Îran û Îsraîlê SAVAK û MOSSAD’ê pêwîstî pê dîtin ku ji bo malbata Barzanî toreke sîxuriyê ava bikin.” Mahmûd Osman 13’ê Cotmeha 1997’an di nivîsa xwe ya ji bo rojnameya Elwest a Erebistana Siûdî de ku li Ewropayê dihate weşandin, bi van gotinan qala têkiliya Barzanî-Îsraîlê dikir: “Di navbera salên 1965-1975’an de ji aliyê MOSSAD’ê ve ji bo perwerdekirina sîxurên PDK’ê 4 dewreyên mezin ên perwerdeyê hatin destpêkirin. Piştre dewreyên kurt ên perwerdeyê jî hatin dayin. MOSSAD’ê bi vê yekê re li Iraqê û welatên herêmê xebatên xwe yên îstîxbaratê hîn çalak kir. Dewreya destpêkê ya li baregehên Parastinê li baregeha li herêma Çomanê pêk hat û piştre li baregehên li herêmê belav bû.”

Serokê Parastinê Mesûd Barzanî bû. Wezîfeya destpêkê ya Parastinê (1967-1980) parastina xanedaniya Barzanî, mekteba siyasî, komîteya navendî, ofîs û şaxên Barzaniyan ji dijminan biparêze. Zilamên Barzanî bi taybetî mirovên ku piştgirî didan têkoşîna azadiyê û eşîr kirin hedefa xwe, yan jî kesên ku çavê wan li wan dibirî digot ‘Ev li dijî Barzaniyan e’ û zilmeke mezin li wan dikirin. Li gorî wan kî li hemberî serweriya Malbata Barzanî bin ew dijmin e û divê ji holê bê rakirin. Di bin hukmê Barzanî de bi sedan kes hatin kuştin.

ÊRÎŞ TENÊ LI KURDAN TÊ KIRIN

Di nava hemû rêxistin û dewletan de servîsên îstîxbaratê ji bo berjewendiyên neteweyî û ewlekariya gelê xwe têne wezîfedarkirin. Lê Parastin, li ku derê Kurdekî welatparêz demokrat hebe hewl dide tasfiye bike. Ji dema ava bûye û vir ve nehatiye dîtin ku Parastinê dijminekî Kurdan girtiye û derxistiye pêşiya gel. Wezîfeya xwe ya esasî parastina xanedaniya Mesûd Barzanî û parastina berjewendiyên dewletên ku hevkariyê bi wan re dike. Bi hemû rêxistinên îstîxbaratê yên dijminê Kurdan re di nava têkiliyê de ye. Yanî cewhera hemû rêxistinên ji aliyê Barzanî û PDK’ê ve bi navê Kurd û Kurdistanê hatine avakirin li ser bingeha dijberiya li Kurdan kar dikin.

TÊKILIYÊN MÎT Û PARASTINÊ

Parastin bi taybetî piştî Şoreşa Rojava têkiliyeke xurt bi MÎT’ê re danî. Piştgiriyeke xurt da ‘Plana îmha û têkbirinê’ ya dewleta Tirk ku 24’ê Tîrmeha 2015’an li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê da destpêkirin. Di vê pêvajoyê de Parastinê hemî sîxurên xwe kom kir û bi gelek agahiyên ji kesên ji refên azadiyê reviyan bi MÎT’ê re parve kir û bû sedema şehadeta gelek gerîlayan. Parastin vê hevkariya xwe ya xayin her roj hîn zêde dike. MÎT û Parastin ji sala 2022’an û pê ve odeya îstîxbaratê ya operasyonel ava kirin. Parastinê li deverên nêzî qadên gerîla tora sîxur û ajanan bi rêxistin kir û ji bo tespîtkirina koordînatên nuqteyên gerîla wezîfedar kir. Her wiha ji bo liv û tevgera gerîla bişopîne bi dehan sîxur wezîfedar kir. Agahiyên ku Parastin ji tora xwe ya sîxuriyê werdigire, li odeya operasyonel a hevpar bi MÎT’ê re dinirxîne û piştre jî qadên gerîla bi balafirên şer an jî SÎHA’yan têne bombekirin. Bi vê rêabzê bi sedan jin û mêr ên gerîla yên hêja yên gelê Kurd hatin şehîdxistin. Yek ji 2 kadroyên MÎT’ê yên ku sala 2017’an ji aliyê PKK’ê ve hatin binçavkirin li ser têkiliya MÎT û Parastinê li vê yekê mikur hatibû: “Ji bo danûstandina îstîxbaratê me bi Parastinê re heftane civîn lidar dixist. Konsolosê Tirkiyeyê û nûnerên MÎT’ê jî tevlî civînê dibûn. Endamên me jî tevlî civînên Parastinê dibûn. Tê bîra min carekê 40 hezar dolar ji berpirsyarê maseya PKK’ê ya Parastinê re hate dayin. Di civînên heftane yên konsolosxane û MÎT’ê de agahî dihate wergirtin. Kes jî kengî bixwasta di navbera xwe de dikarîbûn hevdîtin bikira. Piştî ku yekîneya Karên Taybet a Serokatiya Daîreya Iraqê hate avakirin, biryar hate dayin ku hêzên paramîlîter bêne avakirin. Pêşmergeyên Roj jî di vê çarçoveyê de hatin avakirin. Avakirina yekîneya karên taybet a Iraqê û piştre tiştên cuda qewimîn an na, têkiliya van rêxistinan bi komên cuda re heye yan na, bi wê nizanim. Ev kom ji bo li dijî PKK’ê şer bikin hatin biçekkirin.”

KARMENDÊN MÊTINGERIYÊ YÊN BI DEWLETA TIRK VE GIRÊDAYÎ NE

Ev asta têkiliyê beriya 10 salan bû. Eger mirov niha asta têkiliyê binirxînin, dikarin şîroveyeke bi vî rengî bikin: Di nava 9 salên dawî de ku êrîşên dewleta Tirk zêde bûn, malbata Barzanî û rêveberiya PDK’ê asta hevkarî û xiyaneta xwe gihandin asta herî bilind, heta dawiyê piştgirî dan êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên ji aliyê siyasî, civakî, çandî, aborî, dîplomatîk û leşkerî têne kirin. Barzanî weke parçeyek ji qirkirina Kurdan kar dike. Di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger de ku sala 2019’an li Xakurkê, 2020’î li Heftanînê, 2021’ê li Avaşîn, Zapê û sala 2022-23-24’an careke din li Avaşîn, Zap, Metîna û Xinêrê da destpêkirin, rêveberên PDK’ê ji her alî ve piştgiriya dewleta Tirk kirin, mîna karmendên mêtingeriyê yên dewleta Tirk tevgeriyan.

MÎNA ‘MASEYA BAKURÊ IRAQÊ’ YA MÎT’Ê DIXEBITE

Parastin mîna ‘Maseya Bakurê Iraqê’ ya MÎT’ê dixebite. Li qadên Başûr, Rojava, Şengal, Mexmûr û qadên din bi agahiyên ji MÎT’ê re dide berpirsyarê kuştina bi hezaran sivîl û şervanên azadiyê ye. Artêşa Tirk ku li pêşberî berxwedana gerîla tengav bûye û nikare encamê bi dest bixe, yê ku bi hawara vê dagirkeriyê ve çûye hêzên Barzanî û Parastin e. Barzanî û rêveberiya PDK’ê ku dema DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir ji bo parastina xelkê Êzidî fîşekeke bi tenê jî neteqandin û reviyan, her wiha amadekarî kirin ku ji Başûr jî birevin, di sala 2024’an de bi artêşa dagirker a dewleta Tirk re li dijî gerîlayên PKK’ê yên ku Başûrê Kurdistanê ji dagirkeran diparêzin operasyonên hevpar dikin û ji bo tinekirina gerîla heta hêza wê heye di nava hewldanan de ye. Parastin di asta seferberiyê de li dijî PKK’ê sîxuriyê li gel ferz dike.

SÛCÊ XIYANETA NETEWEYÎ DIKE

Parastin rêxistineke kontra ye ku sûcê xiyaneta neteweyî dike, xwîna gelê Kurd dirijîne û divê bê darizandin. Rêxistina bi navê Parastin ku ti nirxên exlaqî û neteweyî nas nake, veguheriye rêxistina sîxur, kontra ya dewleta Tirk. Bi destê MÎT-Parastinê bi sedan kes hatin kuştin. Em ê tenê mînakek ji vê yekê bidin. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî ku weke Mam Zekî yê xelkê Êzidî tê naskirin, di 15’ê Tebaxa 2018’an de li Şengalê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû. Mam Zekî tevlî bîranîna xelkê me yê li gundê Koço bûbû ku di êrîşa DAÎŞ’ê de gelek şehîd ketin û dema di rê de bû êrîş lê hate kirin. Dema ku hate lêkolînkirin bê îstîxbarata vê êrîşê kê da dewleta Tirk a qirker dagirker, bi şênberî eşkere bû ku Parastinê da. Hîn cenazeyê Mam Zekî li erdê bû kîjan saziya çapemeniyê eşkere kir ku Mam Zekî ye û şehîd ketiye? Bêguman medyayên Barzaniyan û Yekîneya Antî-Terorê bûn.

Wê dewam bike…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tecrîda Îmraliyê û êrîşên qirkirinê hatin protestokirin
Nûçeya Pişt re Nasnameya şehîdên Xakurkê hate eşkerekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komek ciwanên Ereb û Kurd tevlî nava refên HRE’yê bûn

Komek ciwanên Ereb û Kurd tevlî nava refên HRE’yê bûn û gotin: “Em li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Filmekî gerîla ku peyamên dîrokî di nav de hene

Çend roj berê Gerîla TV fîlmê li ser operasyonên şoreşgerî yên li Herêmên Parastinê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mexmûrê perwerdeya li ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk

Li Mexmûrê li ser pirtûka 'Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo perwerdeyekê destpê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HPG-NRÇ: Mîrateyeke têkoşînê ya tu caran neyê jibîrkirin, hiştin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên ku kêliya dîrokî jiyan: Armanca me ya sereke azadiya Rêber Apo ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Berfîn Denîz Gabar: Mîrateya Bêrîtan îro jî dijî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayan ji bo çareseriya demokratîk pêngaveke dîrokî avêt

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?