Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sed hezaran mirov neçar man ji cih û warê xwe bibin. Di sala 2018’an de Efrîn, sala 2019’an jî Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin. Piştî vê dagirkeriyê zarokên ku ji neçarî ko kirin, bi giranî li kampên Waşokanî, Serêkaniyê, Til Semin û 5 kampên li Şehbayê dimînin. Dagirkeriyê ji gelek aliyan ve bandor li zarokan kir, jiyana wan a perwerde û hîndekariyê ser û bin kir. Ji ber vê jî 7 hezar û 819 xwendekar neçar man ku li kampan perwerdeyê bibînin.
Li kampa Newrozê li dibistanekê 817 xwendekar û 23 mamoste, li kampa Waşokanî 3 dibistan hene û hezar û 885 xwendekar û 83 mamoste perwerdeyê dibînin. Li kampa Serêkaniyê li 3 dibistanan 2 hezar û 881 xwendekar ji aliyê 142 mamosteyan ve têne perwerdekirin. Li kampa Til Seminê 3 dibistan hene û li van dibistanan hezar û 566 xwendekar ji aliyê 94 mamosteyan ve têne perwerdekirin. Li kampên li Şehbayê li 61 dibistanan 616 xwendekar ji aliyê 849 mamosteyan ve têne perwerdekirin.
LI KAMPÊN ŞEHBAYÊ PERWERDEYA DI BIN ÊRÎŞ Û AMBARGOYÊ DE
Hevseroka Desteya Perwede û Hîndekariyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî bal kişand ser şert û mercên giran ên koçberiyê û destnîşan kir ku li kampan şert û mercên dibistanan gelekî giran e, bi taybetî li kampên li Şehbayê rewş giran e. Semîra Hec Elî got, “Êrîşên li ser xelkê me yê ku ji cih û warê xwe bi zorê koçber bûne hîn jî dewam dikin. Zarokên me di bin van êrîşan de li kampan perwerdeyê dewam dikin. Her wiha ji ber ambargoya rejîma Sûriyeyê materyalên perwerde û hîndekariyê bi hêsanî nagirihêjin Şehbayê. Navbera Heleb û Şehbayê tenê 15 deqe ye, lê belê li gel vê yekê jî em gelek zor û zehmetiyan dibînin ku materyalên perwerdeyê bigihînin Şehbayê. Ne tenê materyalên perwerdeyê, pêwîstiyên jiyanî jî bi zor û zehmetî digihêjin Şehbayê. Ev şert û mercên giran bandoreke neyînî li ser sîstema perwerdeyê ya zarokên li kampan dike.
Xelkê Girê Spî yê li kampa Til Seminê di binê konan de ye û jiyana li binê konan hêsan nîne Zivistanê sar, havînê germ e. Di nava şert û mercên giran de perwerde tê dayin.
Xelkê Serêkaniyê li kampên Waşokanî û Serêkaniyê dimîne. Li gorî kampên di rewşa van kampan hinekî baş e, lê belê têrê nake Em dikarin bibêjin başiya nebaşiyê. Bi piştgiriya ji saziyên alîkariyê pêwîstî bi cih hate anîn. Ev alîkarî bi taybetî ji bo avakirina dibistanan li kampan bû. Ji bo sererastkirina şert û mercên zarokên li kampan dixwînin, têkiliya me bi saziyên navneteweyî re heye.
‘ZOR U ZEHMETIYA ABORIYÊ BANDORÊ LI SÎSTEMA PERWERDEYÊ JÎ DIKE’
Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe ji zarokên li kampan dixwînin berpirsyar dibîne, lê belê sererastkirina şert û mercan hêsan nîne. Dibe ku pêwîstiyên bingehîn ên xwendinê tedarik dike, lê belê têrê nake. Şert û mercên aboriyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandoreke neyînî li sîstema perwerdeyê dike. Lê belê şert û merc çi dibe bila bibe li kampan navber ji perwerde û hîndekariyê re nayê dayin. Desteya Perwerde û Hîndekariyê heta xelkê koçberkirî li warê xwe vegere û zarok di nava şert û mercên hîn baştir de perwerdeyê bibînin wê çi ji dest bê bike.”
DIVÊ HEJMARA DIBISTAN Û MAMOSTEYAN BÊ ZÊDEKIRIN
Ji rêveberiya Dibistana Şehîd Cemal a li kampa Newrozê Neman Cangîr bal kişand ser şert û mercên dibistana li kampê û got, “Perwerdeyê 8’ê Îlonê destpê kir. Li kampê tenê dibistanek heye, lê belê hejmara xwendekaran zêde ye. Cih biçûk e, hejmara xwendekaran zêde ye, ev jî dibe sedem ku dema zarokek nexweş ket, wê karibe zarokên din jî nexweş bixîne. Ji ber vê yekê jî perwedeya 871 xwendekaran li dibistanekê dibe sedem ku perwerdeyeke baş neyê dayin. Ji ber ku xwendekarên Kurd û Ereb bi hev re dixwînin, em nikarin mufredata xwe li gorî dilê xwe bi cih bînin. Divê hejmara mamosteyên me bê zêdekirin. Pêwîtiya me bi mamosteyên ku li ser branşa xwe serwer in heye. Ji bo xwendekar karibin di nava şert û mercên hîn baştir de perwerdeyê werbigirin divê materyalên perwerdeyê bêkêmasî bin.”
LI GEL ŞERT Û MERCÊN GIRAN JÎ JI XWENDINÊ HEZ DIKIN
Ji xwendekarên Dibistana Şehîd Cemal Ciwana Xalid Silêman li Serêkaniyê ji dayik bû û mezin bû. Ciwana ku dema dewleta Tirk Serêkaniyê dagir kir di pola yekemîn de bû, perwerdeya xwe li kampa Newrozê dewam dike. Ciwana ya 12 salî diyar kir ku ew gelekî ji xwendinê hez dike û got, “Dema ku dewleta Tirk êrîşî Serêkaniyê kir ez di pola yekemîn de bûm. Dibistana min lê dixwend mezin bû û gelekî xweş bû. Ji ber ku dibistan mezin bû pol jî gelek bûn. Di her rêzê de em du kes rûdiniştin. Cihê me fireh bû, rehet bû. Niha dibistana me biçûk e, li her rêzê em çar kes rûdinên. Dema ku hevalek me nexweş dikeve em hemû nexweş dikevin, ji ber vê jî nikarin biçin dibistanê û ji perwerdeyê qut dibin. Li gel şert û mercên giran jî min xwendin û nivîsandin li kampê hîn bûm. Gelekî ji xwendinê hez dikim û hewl didim li mamosteyên xwe baş guhdarî bikim ku serketî bim.”