Endama Komîteya Zindanan a PAJK’ê Rozerîn Ocalan li ser pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ ku salekê li pey xwe dihêle ji ANF’ê re axivî.
Pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ salekê li pey xwe dihêle. Hûn sala derbasbûyî çawa dinirxînin?
Beriya her tiştî hevrê Mehmet Aslan, Ridvan Bûlût, Nîmet Çakmak, Cemal Çan, Ahmet Çelîk, Kadîr Demîr, Edîp Dîrekçî Sabrî Gumuş, Erkan Perîşan û Hakki Tekîn ên kku bi ruhê berxwedanê yê Îlonê li dijî komkujiya 24’ê Îlona 1996’an li zindana Amedê bi îrade û baweriya xwe bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn; her wiha di şexsê hevrê Vedat Aydemîr û Hamdûllah Şenguren de ku ji bo şermezarkirina vê komkujiyê li Girtîgeha Bayrampaşayê bedena xwe dan ber agir û şehîd bûn hemû şehîdên li zindanan û şehîdên li çiyayên Kurdistanê destana berxwedanê afirandin, bi hurmet, minet bi bîr tînim û em soz didin ku hêjayî wan bin.
Pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ ku par di 10’ê Cotmehê de destpê kir, salekê li pey xwe dihêle. Pêngava ku dostên me dan destpêkirin gerdûnî bû û zemîna wê yekê mezin kir ku paradîgmaya Rêberê me hîn bêhtir li nava mirovahiyê belav bibe. Gelan li gel daxwaza azadiya fîzîkî ay Rêber Apo paradîgmaya modernîteya demokratîk û fikrên Rêbertî bi baldarî pêşwazî kirin û li tevahiya cîhanê piştgirî dan. Dema dawî fîlozofên li cîhanê navdar jî azadiya Rêbertî weke azadiya xwe pênase kirin ku vê yekê me dixe nava kelecanê. Her wiha li parçeyên Kurdistanê, li her qada ku gelê me lê ye gelê me bi xurtî xwedî li pêngavê derket ku ev pêvajo hîn jî dewam dike. Têrê neke jî di mijara azadiya fîzîkî ya Rêberê me de rojeveke cidî hate afirandin, lewma mirov dikare bibêje ku hêzeke zextê afirandiye û zorê dide desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê.
Ji niha û pê ve di sala duyemîn a pêngavê de çi dikare bê kirin?
Mirov mirov pêngavê bigihînin rewşeke welê ku sala destpêkê derbas kiriye û bigihînin asta encamwergirtinê. Wezîfeya me ye ku em lingê civakî, îdeolojîk ê pêngavê hîn xurt bikin. Li her deverê li ser vê bingehê divê em vê wezîfe û berpirsyariya xwe bi cih bînin.
Em bi hêsanî dibînin ku azadiya Rêbertî azadiya gel û jinan e, ev bi hev ve girêdayî ne, her yek ji van mijaran bandorê li hev dike. Bi rastî jî bi vî rengî ye. Eger em karibin tecrîda li ser Rêbertî bişikînin û azadiya wî misoger bikin, ev yek ji xwe wê bibe serxistina têkoşîn û misogerkirina azadiya gel û jinê. Heta ku Rêbertî azad nebe gelê Kurd azad nabe, bi navê Kurdîtiyê ti destketî bi dest nakevin û têkoşîn bi ser nakeve. Jİ ber vê jî sala destpêkê ya pêngavê bi esasî bi têkoşîna li dora azadiya Rêbertî derbas bû. Têkoşîna gerîla, têkoşîna me ya jinê, têkoşîna li qadên civakî, têkoşîna hevrêyên li zindanan, têkoşîna gelê me bi taybetî jî ya dayikên me, têkoşîna dostên me li dora pêngavê hate meşandin. Pêwîstî bi wê yekê heye ku encamên vê têkoşînê bêne nirxandin, kêmasî bêne fêhmkirin û karê bê kirin were destnîşankirin. Dawiya dawî tecrîd îro hîn bêhtir hatiye girankirin.
DIVÊ WEKE MIZGÎNIYA ŞOREŞA NAVNETEWEYÎ BÊ DÎTIN
Dema ku mirov berxwedana Îmraliyê ya dîrokî ya Rêbertî û rola ku wî ji bo azadiya mirovahiyê daniye ser milê xwe li ber çavan digirin, bêguman têkoşîna azadiyê ya li dora berxwedana Rêbertî divê di asta navneteweyî de be. Ji ber vê jî pêngava me ya azadiyê ya 10’ê Cotmeha 2023’an li dijî sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê hate destpêkirin, bi derengî jî be pêngaveke ku dikare tecrîdê bişikîne. Ji aliyekî ve têkoşîna ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê meşandin, li aliyê din jî hêvî û kelecana mezin a pêşwazîkirina paradîgmaya Rêbertî li nava gelan, mîna mizgîniya şoreşa navneteweyî divê bê dîtin. Wergerandina parêznameyên Rêbertî û belavkirina wan li qada navneteweyî, li nava gelan wezîfeyeke derengmayî jî be xwedî roleke girîng e. Di sala duyemîn a pêngavê de eger kêmasiyên sala destpêkê ji holê bêne rakirin, ev yek wê bandoreke hîn mezin bi xwe re bîne û encamê bi dest bixe.
REXNEDAYINA XURT Û BI WATE
Ji zûdeyî dema wê ye ku li dora paradîgmaya Rêbertî xeleka azadiyê bê avakirin û ev yek ji bo me rexnedayina wezîfeya derengketî ye. Bêguman pêngava ku kelecaneke mezin da me, peyama wê ya herî mezin a ji bo me mezinkirina berxwedan û têkoşîna rêxistinbûnê ya li her deverê ye. Divê em ji xwe re bikin esas ku bi rexnedayineke xurt û bi wate dest bi sala duyemîn a pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî bibin. Rêbertî dibêje, ‘Rexnedayineke hevgirtî û rasteqîn a ku mirovan diguherîne, ji bo şexsan tê wateya şerê herî mezin’. Berxwedana 26 salan a Îmraliyê ev yek ji me re ispat kir; eger mirovek bi rastÎ jî bawer bike, li ber xwe bide û berê xwe bide serketinê, di nava bêderfetiyên giran de jî wê pêşketinan biafirîne. Eger em qala hînbûna ji Rêbertî dikin, rastiya herî mezin a ku em hîn bibin ev e.
Hûn asta qirkirinê ya ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dimeşîne çawa dinirxînin?
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê polîtîkaya qirkirinê li Îmraliyê li dijî Rêberê me dimeşîne. Sîstema tecrîd qirkirinê ya ku li Îmraliyê dimeşîne karakterê mêtinger faşîst a sîstema modernîteya kapîtalîst a sedsala 21’ê bi şênberî radixe pêş çavan. Çawa ku di destpêka sedsala 20’î de Kurd û Kurdistan ji hev hatin tecrîdkirin, bi çar parçeyan hate parçekirin û înkarkirin, bi pêvajoya Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê me re jî ev tecrîd bi rengekî hîn cuda û li 26 salan belavkirî, bi parçekirin û înkarê re polîtîkaya qirkirinê hate meşandin. Ji sedsala 20’an cudatir li Kurdistanê li ser xeta Rêbertî têkoşîna azadiyê ay bi biryar û alternatîf destpê kir. Hebûna Rêberê me û tevgera me ya azadiyê hem ji bo Kurdan hem jî ji bo gelên din û jinan alternatîfeke gelekî cidî afirand; bû sedem ku ev polîtîkaya înkar û îmhayê, êrîşa qirkirinê ya bi tecrîdê hîn pir alî û giran be. 26 sal in êrîşên qirkirinê bi rengekî hîn giran dewam dikin û ev êrîş îro gihîştine asta herî bilind.
ÎMRALI EYNIKA HEMÛ ÊRÎŞAN E
Îmrali eynika hemû êrîşên li ser gelê Kurd, jinan û civakê ye. Rêberê me dîl tê girtin, bi her rêbazên şerê taybet teslîmiyet lê tê ferzkirin. Rêberê me li hemberî van êrîşan di asteke bilind de li ber xwe dide. Berxwedana wî ji Îmrlaiyê derbas kiriye, ji me re, ji gelê Kurdistanê re, ji dostên alîgirê demokrasî û azadiyê re, ji mirovahiyê re bûye çavkaniyeke mezin a hêzê û her kes azadiya xwe di azadiya Rêbertî de dibîne, lewma ev pêngav bênavber tê meşandin.
Li dijî polîtîkaya qirkirinê helwesteke çawa divê bê nîşandan?
Gelekî girîng e ku em pêngavê bigihînin asteke hîn radîkal, girseyî, bi bandor û encamgirtinê. Ji bo vê jî li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî divê serhildan bê kirin, li hemberî her cûre êrîşên şerê taybet parastina civakî bê birêxistinkirin, bi vî rengî bersiv bê dayin ku ev yek wezîfeya bingehîn a me hemûyan a demê ye. Lewma li her qadê divê gelê me li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî rêxistiniya xwe xurt bike û bi vê rêxistiniyê jî têkoşînê bilind bike. Bêyî ku ji kesekî hêvî bike, divê xwe, civaka xwe, tax, kolan, xwezaya xwe biparêze, li ser bingeha xweparastinê hemû êrîşan têk bibe, di hemû astan de rêxistiniya civakî bê afirandin, têra xwe bike, xwe bigihîne wê astê ku karibe xwe bi rê ve bibe û li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin bike.
KÊMASIYÊN ME YÊN CIDÎ HENE
Divê bê zanîn ku di vê mijarê de kêmasiyên me yên cidî hene. Taxên me ku berê dijmin nikarîbû bi tank, panzer, polîsan bikevin nav, niha narkotîk tê firotin, fûhûşê didin kirin, ajan, sîxur lê digerin. Ev yek rewşeke welê ye ku divê em hemû bi girîngî li ser bisekinin û rexnedayina wê bikin. Halbûkî welatparêzên li wan taxên me dikarin li hev kom bibin û li dijî van hemû rêxistiniyên şerê taybet, li dijî polîtîkayên qirkirina civakê berxwedaneke mezin biafirînin. Em nikarin ji kesî hêvî bikin ku tax, kolan, malbat, zarok, taybetmendiya me ya civakî biparêzin. Welatparêzî ne tenê xwedîderketina li gerîla, alîkariya ji bo gerîla yan jî dengdayîn e. Welatparêzî berxwedana li dijî êrîşên şerê taybet e, avakirina rêxistiniya li ser vê bingehê ya li her qadê ye.
HETA KU MIROV NEBE WELATPARÊZEKÎ RASTEQÎN, NIKARE BIBE ŞOREŞGEREKÎ HEQÎQÎ
Divê em zanibin ku divê em ne li benda rizgarkerekî ji derve bin, divê em bi xwe bibin rizgarker ku hingî em ê karibin rizgariya civakê û gel pêk bînin. Lehengî jî her cûre çalakiyên vê kesayetiya welatparêziyê ya xurt îfade dike. Tecrûbeya herî girîng a ku me ji tecrûbeyên xwe yên jiyanê wergirtine bi vî rengî ye. Heta ku mirov nebe welatparêzekî rasteqîn nikare bibe şoreşgerekî heqîqî. Şoreşgerên mezin welatparêzin mezin e. Hevalê Mehmet Yildirim ku li Licê li hemberî êrîşên dijmin heta dawiyê li ber xwe da û şehîd ket, pîvana welatparêziyê ya demê bi berxwedanê nîşan da. Bi jiyan, sekn û têkoşîna xwe nîşan da ku ji bo şerê gel ê şoreşgerî helwest û sekna welaparêzî û lehengiyê divê çawa be. Ji ber vê jî xeta welatparêziyê ya ji hezkirina welat û hişmendiya azadiyê li her qada Kurdistanê, li her devera gelê me lê ye, heye. Wezîfeya me ya bingehîn a demê ye ku em vê yekê bi rêxistin bikin, ber bi têkoşînê ve bibin, veguherînin hêzeke mezin û berxwedaneke topyekûn a li dijî êrîşên dijmin bi rêxistin bikin. Derfet, şert û merc û zemîna vê yekê ji her demê bêhtir heye. Em di wê baweriyê de ne ku hevrêyên me û gelê me yê welatparêz wê van berpirsyarî û wezîfeya xwe bi cih bînin.
Têkildarî rewşa dawî ya li zindanên Tirk hûn dikarin çi parve bikin?
Polîtîkayên zindanê yên dijmin li ser bingeha polîtîkayên li hemberî têkoşîna me têne avakirin û bicihanîn. Lewma nêzîkatiya herî rast ew e ku berxwedana li zindanan û ya li derve divê hevdu xwedî bikin, xurt bikin. Hevrêyên me yên li zindanan jî bi berxwedana greva birçîbûnê ya dorveger di 27’ê Mijdara 2023’an de tevlî pêngavê bûn. Girîng bû ku qadên me yên zindanê xwe bi lez bi rêxistin kirin, li gorî kevneşopiya berxwedanê ya tevgera me tevlî nava pêngavê bûn. Li gel zext, zordarî û şert û mercên giran bêteredût tevlî berxwedana lid ijî tecrîdê bûn, bi çalakiya greva birçîbûnê jî bandor li derve kir û pêşengî jê re kir.
Berxwedana greva birçîbûnê ji 4’ê Nîsana 2024’an û pê ve gihîşt asteke nû. Bi dirûşma ‘Em dixwazin bi Rêberê xwe re di nava heman şert û mercan de bijîn’ dest bi çalakiya neaxaftina bi telefonê, neçûyîna dadgehê û tevlînebûna li hevdîtina bi malbatê re kirin. Vê yekê rojeveke girîng afirand, têkoşîna li derve motîve kir. Li dora vê berxwedanê liv û tevgereke cidî ya girseyî destpê kir. Bi taybetî çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ ya li dora vê yekê destpê kir hîn jî dewam dike. Dayikên me di vê çarçoveyê de beşdarî Civîna Koma li Meclîsê bû ku ev yek bi bandor bû. Hem li hundirê Meclîsê hem jî li derve daxuyanî dan. Dayikek me li kursiyê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ qîriya, ku ev yek bû mînakeke bedew a li ser ruhê pêvajoyê ku divê bi çi rengî be.
Li pêşberî vê sekna şoreşgerî ya bi îrade ya hevrêyên girtî, dijmin di vê demê de înfaza gelek hevalan şewitand, cezayên dîsîplîn û hucreyê da gelek hevalên me, tevî ku cezayên wan qediya ye jî nayên berdan. Li gel ewqas zext û êşkenceyê jî li zindanan pêngav bi biryardariyeke mezin dewam dike. Di vê demê de her wiha çalakiya malbatên girtiyan jî bênavber dewam dike. Lewma sala derbasbûyî li zindanan ne êrîşên dijmin, lê belê berxwedana girtiyan a di çarçoveya pêngavê de diyarker bû.