Rayedarên tenduristiyê yên Lubnanê ragihandin di êrîşa hewayî ya Îsraîlê li ser Beyrûtê de herî kêm 8 kes mirin û nêzî 69 kes birîndar bûn. Ev bû êrîşa ewil ku Îsraîl piştî bi mehan li paytexta Lubnanê pêk anî.
Êrîşa Îsraîlê ya li ser banliyoyên qelebalix ên başûrê Beyrûtê, di saetên qerebalix ku mirov ji kar derdikevin û zarok ji dibîstanê vedigerin pêk hat.
2 çavkaniyên ewlekariyê ku ji Reutersê re axivîn ragihandin ku yek ji fermandarên payebilind ên Hîzbûllahê Îbrahîm Akil di êrîşa Îsraîlê ya li ser banliyoyên başûrê Beyrûtê de miriye.
Ajansa nûçeyan a Tasnim ê Îranê jî nûçeyên derbarê kuştina Alîkarê Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Pasvanên Şoreşger yên Îranê derewand. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku Îbrahîm Akil jî di nav de herî kêm 10 serkêşên leşkerî yên Hîzbûllahê hatine kuştin.
Yek ji çavkaniyan diyar kir ku ew Hîzbûllah dema bi yekîneyên Ridvan re hevdîtinê dikir hatiye kuştin.