Santralên Hîdro Eleketrîk (HES) yek ji kiryarên esasî yên wêneyê felaketa ekolojîk a desthilatdariya 22 salan a AKP’ê ye. Li gorî daneyên fermî li gel ên ku hîn têne çêkirin û destûr ji çêkirina wan re hatiye dayin li Tirkiyeyê zêdeyî hezar HES hene; yên bi rengekî çalak têne xebitan jî 764 in. Ji van 146 jê bi bendav e, 618 ji wan jî li ser çem in. Piraniya projeyên HES’ê jî li gel biryarên dadgeriyê yên binpêkirina mafê cemaweriyê û çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin. Fîrmayên ku HES’an çêdikin gelek caran li derveyî Nirxandina Bandora li Hawirdorê (ÇED) têne hiştin an jî gelek caran di pêvajoya ÇED’ê de agahiyên pêwîst nayên dayin û bi rengekî têrkerî ji keyayên gund an jî taxan re nayê ragihandin.
Çem û rûbarên cemaweriyê bi armanca ‘bikaranîna’ ji bo hilberîna elektrîkê radestî sektora taybet têne kirin. Ev yek di dema AKP’ê de veguherî polîtîkayeke rantê. Ji ber HES’ê bend li pêşiya avê têne danîn, lewma mirov nikarin zeviyên xwe av bidin, nikarin avê bidin heywanên xwe û ji ber ku rêjeya xwê ya xakê ku ji ber nebûna avê zêde bûye, berhemên li zeviyan dişewitin. Cotkar û rêxistinên ekolojiyê li hemberî vê yekê dozê didin destpêkirin, lê belê li gel vê yekê jî AKP’ê dest ji van polîtîkayên xwe yên rantê berneda.
POLÎTÎKAYA TALANÊ: HES
Li Kurdistanê HES xizmetê ji polîtîkayên ewlekariyê re dikin û ji bo bêmirov hiştina herêmekê yan jî jinûve dîzaynkirina demografiya herêmekê zêde têne bikaranîn. HES bû cihê wê yekê ku talankirina ekolojîk û konsepta şerê taybet lê gihîştin hev. Xelfetî û Heskîf ku bi dîroka xwe ya ji hezaran salan têne zanîn, ji ber projeyên bendav û HES’ê yên AKP’ê di bin avê de man. Salên dawî destûr hate dayin ku zêdeyî 10 HES li ser Çemê Botanê bê çêkirin. Ev yek jî bû sedem ku hezaz li herêmê rû bidin û çandinî nema bê kirin. Gelek mirov ji ber vê yekê neçar man cih û warê xwe biterikînin.
Li gorî texmînan li Kurdistanê û Tirkiyeyê hejmara kanên kevir û madenê nêzî 200 hezarî ye. Dema ku AKP bû desthilatdar, ji sala 2002’an heta 2013’an di nava 11 salan de destûr ji çêkirina 85 hezar kanên kevir re hate dayin. Li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê prosedura wergirtina destûrnameyê hate hêsankirin, ji bo vê jî di Qanûna Madenê de guhertin hatin kirin. Lewma tê texmînkirin ku her meh zêdeyî 100 kanên maden û kevir dest bi kar dikin.
Tirkiye ji aliyê mirina di qezayên madenê de li cîhanê di rêza destpêkê de ye. Ji sala 2002’an û vir ve li Tirkiyeyê karesatên ji ber madenê bi dawî nebûn. Herî dawî li navçeya Îlîç a Erzînganê li qada madena zêr a Madenkariya Anagoldê piştî hezaza 13’ê Sibatê 9 karker di binê axê de man. 8 gumanbarên ji ber qezayê hatin binçavkirin hatin girtin, 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Li gorî rapora pisporan 13 rayedar weke eslî bi kêmasî hatin dîtin. Piştî karesatê, li gorî daneyên TMMOB’ê ya ku di 24’ê Sibata 2024’an de daxuyanî da, di desthilatdariya AKP’ê ya 22 salan de 2050 madenkaran jiyana xwe ji dest dan. Li Somayê 301 madenkar jiyana xwe ji dest dan, 162 jî bi giranî birîndar bûn. Di doza karesata madenê ya li Somayê de tevî ku sûcên wan bi delîlan şênber e 28 wezîfedarên cemaweriyê bi rengekî negirtî têne darizandin.
TALANKIRINA DARISTANÊN BAKUR
Talankirina Daristanên Bakur ku çavkaniya av û oksîjenê ya Stenbolê ye, bi projeya Pira Yavûz Sûltan Selîm destpê kir. Di dema asta projeyê ya pirê de li 17 nuqteyên 13 navçeyan di plana avadaniyê ya 1/5000 de guhertin hate kirin. Li hemberî vê guhertina planê 9 odeyên pîşeyî 17 doz dan destpêkirin. Projeya Rêya Bejahî ya Bakur a ber bi pirê ve di sala 2013’an de destpê kir Di çarçoveya herdu projeyan de piştî ku qada daristanî bi armanca çêkirina rê ji avadaniyê re hate pêşkêşkirin 15 milyon dar hatin birîn.
ÇIYAYÊN KAZ ÊN JI BO ZÊR HATIN TALANKIRIN
Li Çiyayên Kaz di çarçoveya karên lêgerîna li zêr de zêdeyî 300 hezar dar hatin birîn. Bû yek ji wan qadan ku salên dawî herî zêde bi siyanurê karê madenê lê tê kirin. AKP’ê destûr da şîrketa Alamos Gold a Kanadayê ku li qada daristanî û çavkaniyên avê sontaja zêr bike, bi hinceta ku ‘bi kontrol tê kirin’ karên lêgerîna li zêr a bi siyanurê ji nedîtî ve hat. Ji sedî 21 ê madenên li Çiyayên Kazê bêdestûr in.
Madenkariya Zenît ku duyemîn fîrma herî mezin e ku li herêmê bi siyanurê karê madenê dike, ji bo ‘mezinbûnê’ serî li Wezareta Guherîna Avhewa, Bajarvanî û Hawirdorê da û meha Hezîranê encameke erênî bi dest xist. Piştî ku rapora ÇED’ê hate erêkirin, şîrketê wê qada ji 259 hektarî bike 380 hektar. Di karê li qada daristanî û zeviyên çandiniyê de wê dînamît bê bikaranîn.