Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan modernîteya demokratîk kiriye alternatîfa modernîteya kapîtalîst ku sîstemeke desthilatxwaz û karperest e û li hemû cîhanê mirovahî rastî gelek pirsgirêkan aniye. Parêzvanên modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk wek metirsî dibînin, ji ber ku li dijî desthilatxwazî û zilmê ye. Ji ber vê yekê ji raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ditirsin û ev 25 sal in tecrîdek sîstematîk li ser tê maşandin. Rojnamevan Selman Osman têkildarî vê mijarê ji ANF’ê re axivî.
Selman Osman di destpêka axaftina xwe de bal kişand bi ser fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Di rastiyê de eger em behsa fikr û ramanên Rêber Apo bikin wek çareserî ji bo pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd, divê em vegerin ser şîroveyên dîrokî yên Rêber Apo. Ji ber ku ew pirsgirêkên ku modernîteya kapîtalîst afirandine, reheke wan a dîrokî heye. Rêber Apo ji bo çareserkirina van pirsgirêkan dîrok wek bingeh wergirtiye. Berî Rêber Apo yên ku behsa dîrokê kirine, dîrok wek rêzebûyer nasandine.Her wiha hin dîroknasên Rojavayî dîroka mirovahiyê di pênc hezar salan de sînordar kiriye, lê pênc hezar sal tenê beşeke biçûk a dîroka mirovahiyê ne.
Qonaxa Serdema Kevirîn a Kevn û paşê Serdema Kevirîn a Nû heye, ku di van qonaxan de jinan di civakê de roleke karîger lîstiye, afirandina şaristaniyetê hatiye kirin, bo nimûne çandinî û destpêka nivîsê. Ji ber vê yekê çênabe ku ev dîrok bê piştguhkirin. Rêber Apo ji dîroknasên din cudatir li dîrokê vekolaye û şîrove kiriye.”
Osman, qala nêrîna dîrokî ya Karl Marx û nêrîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha pê de çû: “Marx pevçûnên çînî wek dîrok bi nav dike. Li gorî nêrîna wî, eger jêrxana aborî pêş bikeve, wê demê civak jî pêş dikeve û dîrok jî çêdibe. Lê di nêrîna Rêber Apo de ev yek cuda ye. Rêber Apo dibêje ku dîrok di pêşketina civakê de ji hilkişîn û dakişînan pêk tê, bi gotineke din têkiliya wê bi têkoşîna gelan re heye. Eger em bi wê nêrîna Marksî lê binêrin, tu derfet ji bo têkoşîna gelan namîne.”
Osman da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîrokê dike sê qonax û wiha dom kir: “Rêber Apo dîrokê dike sê qonax: civaka siruştî, civaka koledar û civaka demokratîk. Çima Rêber Apo girîngiyê dide dîrokê? Ji ber ku bawer dike modernîteya kapîtalîst mirovahî ber bi rewşeke xerab biriye, rehên wê vedigerin ser dewlet-bajarên Sumerî û Babilî û Akadî. Ew dibêje ku ew netewe-dewletên ku îro li Rojhilata Navîn hene, modernîteya kapîtalîst rol daye wan.”
Selman Osman, wiha domand: “Rêber Apo şîroveya dîn û baweriyên dîrokî dike û dibêje ku ew baweriyên ku di dîrokê de hebûn, bersivderên qeyranên civakê bûn. Pêxember Mihemed kariye eşîretê derbas bike û umetê vejîne, li hemberî umetê jî behsa seltenetê dike. Rêber Apo dibêje seltenet ew desthilatdariya ye ku Marx behsa wê dike. Heman desthilatdarî ye ku di roja me ya îro de heye.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje çawa ku di dîrokê de pêxemberan li dijî Fîrewn û Nemrûdan şoreş kiriye, di roja îro de jî divê her kesekî bawermend li dijî desthilat û Fîrewnên sîstema serdest bisekine.
Rêber Apo dibêje çawa ku pêxember li dijî desthilatxwazan sekinîne, divê takekesên Misilman jî li dijî Fîrewnên vê serdemê bisekinin. Niha Erdogan û hevfikrên wî bûne Fîrewnên serdema me. Ji ber vê yekê Rêber Apo daxwazê ji me dike ku em li dijî van Fîrewnên serdemê bisekinin û vegerin civaka siruştî, ew civaka ku çîn tê de tune ne.”
Rojnameger Selman Osman bal kişand bi ser kevana Zagros û Torosê ku dergûşa şaristaniyetê bûye û wiha berdewam kir: “Rêber Apo behsa Rojhilata Navîn dike û dibêje ku ew netewe-dewletên ku îro hene, sedemên mezin ên xirabiyên mirovahiyê ne. Ji ber vê yekê wî modernîteya demokratîk kiriye alternatîfa modernîteya kapîtalîst. Di modernîteya demokratîk de yek netewe û yek ziman û yek dîn û yek al tune ye. Bawerî û dîn beşek in ji çanda gelan, divê ferzkirina dîn û baweriyê tune be.
Her neteweyek xwedî çanda xwe ye, çênabe rastî jenosîda çandî werin, wekî jenosîda ku bi serê gelê Kurd de hatiye. Li rojavayê Kurdistanê di bin fikr û paradîgmaya Rêber Apo de ev yek hatiye praktîzekirin. Em dibînin ku Kurd û Ereb bi hev re dijîn, çewisandina zayendî tune ye, zarokên Kurd û Ereb hwd… bi hev re li dibistanan dixwînin.”
Selman Osman behsa pêngava 15’ê Tebaxê ya 1984’an kir ku rê li ber pişaftina gelê Kurd girtiye û got: “Tirkiyeyê di 100 salên borî de hewl da ku gelê Kurd ji holê rake û bihelîne, lê pêngava 15’ê Tebaxê dibe asteng li pêşiya pişaftina Kurdan û gelê Kurd zindî dihêle.
Dema ku Rêber Apo li dijî sîstemê disekine, ew wî wek metirsiyekê li ser xwe dibînin. Dema ku Rêber Apo pirsgirêkên Rojhilata Navîn dibîne û dibêje ku netewe-dewlet û sîstem in, ew hest bi metirsiyê dikin. Ew ji fikra Rêber Apo ditirsin ku dibe sedema rizgarkirina gelên Rojhilata Navîn.”
Rojnamevan Selman Osman bal kişand bi ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir: “Çar sal in ku tecrîdeke giran li ser Rêber Apo heye, malbata wî jî nikare wî bibîne. Dewlet dixwaze di kesayetiya Rêber Apo de gelê Kurd ji holê rake. Bi azadbûna Rêber Apo dê pirsgirêka gelên Rojhilata Navîn û Kurd çareser bibe, ji ber vê dewlet tecrîdeke giran daniye û naxwaze Rêber Apo azad bike. Ji ber ku encama wê dizane.
Ez ji rojnameger û rewşenbîr û nivîskar û hemû gelên azadîxwaz daxwaz dikim ku beşdarî kampanyayên azadiya fizîkî ya Rêber Apo bibin, dakevin kolanan û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo bikin.”