În, 21 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Aktîvîst Pûriya Nadirî ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Wengrow nivîsa piştgiriyê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Julîde Kural: Ger qanûnên demokratîk zêde bibin wê piştgiriya pêvajoyê jî zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Gimgimê ya li dijî JES’ê di roja 110’an de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatimogûllari serdana girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şehîd Cîlan Berces li Şengalê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê salvegera 42’yan a Pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çermê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên li Amedê wê li dijî polîtîkayên ku ciwanan hedef digre, têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan bi çalakiyên bi heybet 15’ê Tebaxê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa li dijî tacîz û destdirêjiyê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bû sembola fedakariyê: Rojger Gabar
Kurdistan

Bû sembola fedakariyê: Rojger Gabar

Gerîla Rojger Gabar di lêgerîna azadiyê de xwe nas kir û dît. Li ber ronahiya Rêber Apo bû şervanekî gel û di vê oxirê de canê xwe feda kir. Heta şehadeta xwe li ser rêya şehîdan meşiya. Nîşan da ku çiqasî dilsozê xaka Kurdan e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Mirovek dema çavên xwe li jiyanê veke li aliyekî heybeta Çiyayê Gabarê li aliyê din jî bilindahî û bedewiya Cûdî bibîne, bivê nevê wê wê bibe heyranê vê yekê. Kesek li nava xelkê Botanê yê welatparêz mezin bibe, wê timî bi wêrekî û lehengiyê bê bîranîn.

Mervan Şahnalî yê ji Botanê li nava malbateke li navçeya Hezex a Şirnexê ji dayik bû. Mîna her malbateke Botanî malbata Mervan Şahnalî jî xwedî çanda qedîm a Botanê bû. Zarokên xwe, Mervan jî bi vê çandê mezin kir. Mervan bi saya vê yekê bû ciwanekî bêtirs û wêrek. Her ku mezin bû çanda serwer a ku bi çavê koletiyê li Kurdan dinihêre, wan tine dihesibîne dît. Bi taybetî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê di dilê Mervan de bû sedema hêrseke mezin. Dît ku dagirker Kurdan hemûyan dikin hedef û dewleta Tirk biryar daye ku li ku derê kurd hebe biçe wê derê û êrîş bike. Bi hestên welatparêziyê di sala 2018’an de berê xwe da Rojava û tevlî nava hêzên parastinê bû. Dema ku gav avêt nava Şoreşa Rojava navê Rojger Gabar li xwe kir.

Hevalê Rojger li Rojava tevlî gelek karan bû. Komkujiya li ser xelkê Efrînê û neçarhiştina ji koçberiyê re hêrsa hevalê Rojger a li hemberî dijmin hîn mezin kir. Ji ber vê yekê jî her roj hîn bêhtir hewl da ku bibe şervanekî serketî. Li ser bingeha felsefe û îdeolojiya Rêber Apo xwe perwerde kir. Bi baldarî nêzî her karî bû û zû hîn bû. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên dagirkeriyê bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê Rojger Gabar vê carê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku beşdarî nava refên gerîla bû ji bo misogerkirina azadiya gelê Kurd û Kurdistanê bi coş, kelecan û moraleke mezin xebitî. Bi rêya perwerdeyê di demeke kurt de hînî jiyana çiyê bû û di taktîkên gerîla yên dema nû de bû pispor.

TEVLÎ HEMÛ WEZÎFEYAN BÛ

Gerîla Rojger ji xwe re kir armanca bingehîn ku bi hevrêyên xwe yên li çeperên berxwedanê be û li hemberî êrîşên dijmin ên li ser qada Metînayê beşdarî nava tîmên gerîla yên bi tevger bû û li gel gelek hevrêyên xwe derbasî qada Metînayê bû. Hevalê Rojger bi durustî, sadebûn û nêzîkatiya li hevrêyên xwe di nava tîma bi tevger de kir ku bê hezkirin. Herî zêde bi fedakariya xwe dihate naskirin. Ji bo karibe bersivê bide pêvajoyê bêfikar beşdarî hemû wezîfe û berpirsyariyan bû. Li hemberî operasyonên dagirkeriyê yên dijmin ên li ser qada Metînayê her tim hişyar bû û ji bo derbên giran li dijmin bixîne tevlî nava çalakiyan bû.

Gerîla Rojger digot, “Em bi westandinê nizanin. Dem dema fedakariyê ye. Ji bo bersivê bidin şehîdan divê em nesekinin” bi pratîka xwe nîşan da ku tenê bi tevlîbûneke di asta fedaîtiyê de bersiv ji êrîşên dijmin re dikare bê dayin. Di 27’ê Cotmeha 2022’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî li Girê Şehîd Piling komek ji leşkerên dijmin dît û bi ruhê fedaî yê Apoyî derbên giran li dijmin xist. Di şer de ku 12 leşkerên dijmin hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn, hevalê Rojger qad li dewleta Tirk a dagirker kir dojeh. Di şer de heta nefesa xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Hevalê Rojger bi wêrekî û fedaîtiya xwe ya di şer de tevlî nava karwanê nemiran bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 4’Ê COTMEHA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Acar: Em xwedî li zimanê Kurdî derkevin, êrîşan têk bibin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xelatgira Nobelê ya Îranî li dijî darvekirinê bang kir

Aktîvîsta mafên mirovan a Îranê Nergis Mûhammedî ku sala 2023'an Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt,…

Ji aliyê Stêrk TV

Îranê kolberek din qetil kir

Hêzên Îranê li sînorê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê kolberek qetil kirin û avêtin avê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li çoltera Dêrazorê 2 serçeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk di operasyonekê de li rojhilatê Dêrazorê 2 serçeteyên DAIŞ’ê girtin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji bo şehîd Cîlan Berces li Şengalê bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo şehîdan taziye hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê salvegera 42’yan a Pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Çermê civîna gel

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?