Yekşem, 18 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bahçelî ji bo nexşerêyê bang kir: Bila komîsyonekî 100 kesî were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birayê Denîz Poyraz Suleyman Poyraz piştî 14 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê daxwaza ‘mafên Kurdan bên naskirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Berpirsyariya me ya ji bo şehîdan mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çanakkaleyê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê bîranîna Kaytan û Altûn destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Liv û tevgera artêşa Iraqê ya li dora Mexmûrê zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xezeyê komkujî: Tevahiya şevê herî kêm 100 kes hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaytan, Altûn û Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PKK: Em hîn bi xurtî tevlî sala duyemîn a pêngavê bibin
Kurdistan

PKK: Em hîn bi xurtî tevlî sala duyemîn a pêngavê bibin

PKK’ê bi wesîleya salvegera komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyeke parve kir, hêzên komploger şermezar kir û ji bo tevlîbûneke hîn xurt a li pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' bang kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Komîteya Rêveber a PKK’ê, bi daxuyaniyeke nivîskî komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê destpê kir, bi tundî şermezar kir. Di daxuyaniyê de pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat bibîr xistin û ev tişt hate gotin, “Em careke din komployê şermezar dikin, şehîdên leheng ên têkoşîna mezin a 26 salan a li dijî komployê bi rêzdarî bibîr tînin û bang li tevahiya gel û dostên xwe bi taybetî jin û ciwanan dikin ku bi xurtî û girseyî tevlî çalakiyên sala duyemîn a Pêngavê bibin!”

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê bi vî rengî ye: “Em salvegera 26’an a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’ê dijîn. Komploya navneteweyî beriya 26 salan bi mebesta tinekirina Rêber Apo, tasfiyekirina PKK’ê û temamkirina qirkirina Kurdan hat destpêkirin. Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî ku qonaxa dawî ya plankirî ya têkoşîna mezin a 26 salan a li dijî komployê ye û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji xwe re dike armanc, sala xwe ya yekemîn temam kir û dikeve sala xwe ya duyemîn. Hêzên komploger bi pêşengiya DYE’yê, bi êrîşên ku ev 26 sal in dimeşînin re Rojhilata Navîn veguherandine gola xwînê. Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya 26 salan ku ji aliyê gel û dostên me ve bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin, siberoja me ronî kiriye û hêvî daye tevahiya mirovahiyê.

Li ser vê esasî, di serî de em careke din komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê di salvegera wê ya 26’an de şermezar dikin û bang li hemû hêzên komploger dikin ku polîtîkayên xwe yên zalimane ku sûcên giran li dijî mirovahiyê dikin, ji nû ve berçavan re derbas bikin. Em sekna dîrokî ya Rêber Apo û berxwedana wî ya bêhempa li pêşberî êrîşa komplogeran a 26 salan silav dikin û destnîşan dikin ku em ê vê xeta serketinê her tim esas bigirin. Em têkoşîna mezin a ku gel û dostên me ev 26 sal in li dijî komployê bi pêşengiya jin û ciwanan dimeşînin, silav dikin. Em her kesê ku di sala duyemîn a Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd hedef digire de, li her qadê tevlî çalakiyan dibin silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin. Em hemû şehîdên qehreman ên berxwedana fedaî ya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” a li dijî Komploya 9 ‘ê Cotmehê, bi deh hezaran şehîdên xwe ku ji hevrê Halît Oral û Aynûr Artan heta endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Dersim Nûrhaq berdewam dike, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bibîr tînin. Em diyar dikin ku em ê êrîşa komploya navneteweyî û sîstema tecrîdê, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê ku berdewama wê ye, bi têkoşîna azadî û demokrasiyê ku em li ser xeta Rêbertî û Şehîdan dimeşînin, wan têk bibin.

Mîna ku tê zanîn, komploya navneteweyî di nava şerê cîhanê ya 3’yemîn de hat birêxistin kirin û di nava vî şerî de bihev re hat meşandin. Li ser vê esasî hêzên ku şerê cîhanê ya sêyemîn û komploya navneteweyî pêş xistine, heman hêz in. Ev hêzên ku bi armanca tinekirina Rêber Apo xwestin pêşî li azadiya Kurd û demokratîkbûna Rojhilata Navîn bigirin, di nava 26 salan de Rojhilata Navîn û gelek deverên cîhanê veguherandin gola xwînê. Êrîşên xwe yên şerê taybet bi şêweyê gladyoyê li dijî hemû bindestan û gelên bindest bi taybetî jinan li her deverê derxistine asta herî jor. Mîna qirkirina civakê, qirkirina xwezayê jî bi pêş xistin û qadên jiyanê yên bingehîn ên mirovahiyê anîn nuqteya tinebûnê. Bi van hemûyan re sîstema global a modernîteya kapîtalîst îro bûye xeteriya herî mezin ku gefê li rastiya jiyana xwezayî û civakî ya mirovahiyê dixwe.

Hêzên komploger ên navneteweyî her rêbaz bikar anîn û her tişt ji bo vî şerî kirin, lê di encamê de bi serneketin. Di serî de sekna dîrokî ya Rêber Apo û berxwedana wî ya mezin, êrîşên komplogeran têk bir. Rêber Apo bi sekna xwe ya azadîparêz û şêwaza xwe ya berxwedanê, polîtîkaya tinekirinê, îdam û rizandinê têk bir. Bi Sîstema Şaristaniya Demokratîk û Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a ku pêş xistî re zîhniyet û hîmên îdeolojîk ên êrîşa komplogeran têk bir. Wî dîwarên êşkence û tecrîda li Îmraliyê hilweşand û xwe kir Rêberê Cîhanê yê ku rêya azadiyê nîşanî hemû bindestan dide. Niha li ser bingeha heqîqeta Apoyî, hemû mirovahî zana dibin, xwe birêxistin dikin û li dijî modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk bi pêş dixin.

Bêguman li dijî koployê, di pêşengiya Rêber Apo de hêzên me yên partî û gerîla berxwedana herî mezin raber kirin. Kadroyên partiyê û welatparêzên me ev 26 sal in bi dirûşma “Hûn nikarin roja me tarî bikin” berxwedaneke fedaiyane bi pêş xistin. Gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê li hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî li Zapê û li tevahiya Kurdistanê destanên berxwedanê yên dîrokî nivîsandin. Bi xwe nûkirinê re û bi pêşxistina tîmên bi koordîne yên tunelan re, Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo artêşa faşîst a AKP-MHP’ê kirin gor. Îro çalakiyên qehremaniyê yên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, hêzên faşîst-qirker têk dibe û ji bo hemû hêzên azadî û demokrasiyê dibe çavkaniya moral û coşê.

Bêguman bi pêşengiya Rêber Apo û gerîla herî zêde jin û ciwan li ber xwe didin, li dijî komployê pêşengiyê ji berxwedana azadiyê ya gel û dostên me re dikin. Ciwanên Kurd hêza bingehîn e ku ji gerîla heta çalakiya girseyî her şêweyên têkoşînê bi rêxistin dike û dimeşîne. Jinên Kurd ên ku bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bandorê li tevahî cîhanê kirin, bi şoreşa azadiya jinê ya ku pêş xistine re hemû jinên cîhanê seferber kirine û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêşengiyê dikin. Berxwedana azadiyê ya bi pêşengiya jin û ciwanan tê meşandin, li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn û bi taybetî tevahiya cîhanê belav dibe û gelê me yê welatparêz û dostên demokratîk li her qadê seferber dike. Di salvegera 26’an a komploya navneteweyî de têkoşîna li dijî sîstema Îmraliyê ya êşkence, tecrîd û qirkirinê û têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, belavî her çar aliyên cîhanê bûye û gihîştiye lûtkeyê.

Gelê me yê Welatparêz û Dostên me!

Encamên têkoşîna li dijî komployê ya 26 sal bi awayekî zelal nîşan dide ku em dikarin li dijî êrîşên komploya navneteweyî li ber xwe bidin û komployê têk bibin.  Bi têkoşîna heya niha bi dehan planên komloyê hatine pûçkirin û êrîşên komloger hatine têk birin. Têkoşîna Rêber Apo ya serketî û xwedîderketina xurt ya ji aliyê Tevgera me, gelê me û dostên me ve komploya navneteweyî tarûmar kiriye. Di serî de Tirkiye hêzên herêmê yên bersivê nadin bangên Rêber Apo, îro di nava belavbûn û hilweşînekê de ne. Bi awayekî zelal hate fêmkirin ku ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn tekane rêya rizgariyê fikrên Rêber Apo û ji bo rizgarbûna ji pirsgirêk û hilweşîna roja me ya îroyîn jî tekane rê  projeyên neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk in.

Êdî bêyî gotina zêde, rastî bi awayekî zelal eşkere bûne; Yan wê bi formûla ‘Kurdistana Azad Rojhilata Navîn ya Demokratîk’  rêya çareserkirina pirsgirêkan were vekirin yan jî wê şerê ku jirêderketî herêmê zêdetir parçe û lawaz bike. Yan wê girêdayî azadiya jinan, azadiya civakî pêk were yan jî wê din bin pergal û zîhniyeta serdest a mêran de netewperestî û olperestî Rojhilata Navîn wêran bike.  Pêngava Azadiyê ya navneteweyî ku ev salek e bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd, nîşan daye ku dikarin êrîşên dagirkerî û emperyalîst bên şikandin, olperestî û neteweperestiya serwer a mêran werin têkbirin û girêdayî azadiya gelê Kurd û azadiya jinan li Rojhilata Navîn jiyaneke azad û yekîtiyeke konfederal a demokratîk werin avakirin.  Wê demê hewlên nûkirin û berdewamkirina komploya navteweyî wê tu encaman bi dest nexe û wê komplo di 27’emîn sala têkoşînê de têk biçe û girêdayî azadiya gelê Kurd wê pêşiya demokratîkbûna Rojhilata Navîn vebe.

Pêngava Azadiyê ya navneteweyî ku qonaxa dawîn a têkoşîna 26 salan ya li dijî komployê ye, bi têkoşîna sala ewil bi awayekî zelal nîşan daye ku serketin pêkan e û nêzîk e.  Faşîzma AKP-MHP’ê û dewleta Tirk a di bin rêveberiya wê de êdî gihiştine dawiya rêyê. Derketiye holê ku bi pergal û zîhniyeta dijminahiya li gelê Kurd dike, nikare faşîstbûn, dagirkerî û polîtîkayên qirker bimeşîne. Êdî ne dostên wan vê pergal û zîhniyetê qebûl dikin ne jî gel.  Wê demê pêşiya Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk a girêdayî azadiya gelê Kurd vebûye. Dema pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye. Geşedan û nîqaşên dawî yên di warên siyasî û hiqûqî de ev yek bi awayekî zelal nîşan dane.

Wê demê divê bi helwesteke bi vî rengî û bi armanca bidestxistina serketin û encamên teqez têkoşîna sala duyemîn ya Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî were meşandin. Helwest û nêzîkatiyeke derveyî vê yekê rast nînin.  Wê demê, em weke hemû Tevger, gel, dost, gerîla û tevgerên jin û ciwanan li hemû qadan têkoşîna xwe girêdayî serketina vê yekê pêş bixin! Bi ruhê seferberiyeke tam Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî ya azadiya Rêber Apo ya fîzîkî hedef dike, li hemû qadan belav bikin û mezintir û xurttir bikin! Werin em bi awayên çalakiyan ên nû û dewlemend  encamê ji pêngavê bistînin! Em nebin yên disekinin û paşde dibin, em bibin yên pêş dikevin! Em di sala duyemîn ya Pêngavê de teqez azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin!

Girêdayî van yekan em careke din komloyê şermezar dikin, şehîdên leheng yên têkoşîna mezin a 26 salan ya li dijî komployê bi rêzdarî bi bîr tînin û di serî de jin û ciwan bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi awayekî xurttir û girseyî  tevlî çalakiyên Pêngavê yên têketina sala duyemîn bibin!

Bila Bimire Komploya Navneteweyî û Dîktatoriya Faşîst û Qirker!
Bijî Têkoşîna me ya Azadî û Demokrasiyê!
Bijî Rêber APO!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Besê Hozat: Madem tu daxwaza ‘aştiya navxweyî’ dike, keremke Îmrali li wir e!
Nûçeya Pişt re FEDA: Canê me Halîl Ateş çû ber dilonaviya Heq
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nivîskarê girtî Çeper: Piştî greva birçîbûnê, dest bi êrîşê kirin

Nivîskarê girtî Ramazan Çeper ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ciwanên li ber xwe didin kolanan naterikînin

Ciwanan li Êlih û Mêrdînê li dijî desteserkirina îradeyê daketin kolanan û dirûşma "Bijî Serok…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Helebê berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên xwendin

Gelê Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê her roj Parastinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pirtûkên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Amedê bîranîna Kaytan û Altûn destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Liv û tevgera artêşa Iraqê ya li dora Mexmûrê zêde bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Xezeyê komkujî: Tevahiya şevê herî kêm 100 kes hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?