Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê li bajaroka Tilqebîn a navçeya Silopiya ya Şirnexê bi dirûşma “Ji şer re na, aştî niha” hatin ba hev. Gelek Dayikên Aştiyê yên Amed, Wan, Êlîh, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt û Mêrsînê beşdarî çalakiya li nêzî Deriyê Sînor ê Xabûrê hat lidarxsitin bûn.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sabahat Erdogan, Zeynep Odûncû û gelek kes tevlî çalakiya dayikan bûn.
Leşkerên Tirk êrîşî dayikên bi çepik û tilîliyan rawestiyabûn kirin.. Di encama êrîşê de gelek Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin.