Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Adem Goz (Çiyager) ê di sala 2021’an de di şerekî li Dersîmê de şehîd bû û ji aliyê leşkeran ve li goristana bêkesan a Meletiyê hatibû veşartin. Di vê pêvajoyê de malbat qet nehat agahdarkirin. Beriya 5 rojan leşker li malbatê geriyan û gotin zarokê wan jiyana xwe ji dest daye. Malbata ku çû Meletiyê ji wêneyî cenazeyê zarokên xwe teşhîs kirin. Piştî ku cenaze duh radestî malbatê hat kirin, şevê din li taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hat veşartin.
Li mala malbata Adem Goz şîn hate dayîn. MEBYA-DER, TUHAY-DER’a Wanê, rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên navend û navçeyan, Dayikên Aştiyê, TJA û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî serdana şînê kirin.
Cenazeyê Goz 3 sal şûnde radestî malbatê hat kirin
Cenazeyê Adem Goz ê di şerekî di sala 2021’an de li Dersîmê derketî de şehîd bû û ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li goristana bêkesan hatibû veşartin, piştî 3 salan radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê Goz şevê din hat veşartin.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike