Li ser rizgarkirina bajarê Reqayê ji hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê re 7 sal derbas bûn. DAÎŞ a ku bi berxwedana Kobanê re derba xwe ya yekemîn a mezin xwar, bi windakirina Reqayê re ku weke paytexta xwe hilbijartibû, ket nava pêvajoya hilweşînê. Endamê Fermandariya Giştî yê QSD’ê Lokman Xelil bi wesîleya salvegera 7’emîn a rizgarkirina Reqayê ji ANF’ê re nirxandin kir.
DAÎŞ’ê piştî Reqa winda kir ku weke paytext ji bo xwe diyar kiribû, pêvajoya têkçûna wê bileztir kir bû. Weke fermandarekî ku bi rengekî çalak tevlî wê pêngavê bûn, hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin?
Mirov nikare şerê li Reqayê tenê mîna têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê bigire dest. Hovîtî û zilma ku DAÎŞ’ê li gelê Reqayê kir, di dîroka de trajediyeke mirovahiyê bû ku mînakên wê kêm in. Pêwîste em careke din vê pêvajoyê bînin bîra xwe. Pêwîste rastiya hilweşîn û travmaya ji ber talan, xesp, zilm û komkujiyên ji aliyê DAÎŞ’ê ve li ser gelê herêmê di wê demê de hatin kirin neyê jibîrkirin. Ji bo ku em encameke rast derxînin, rizgarkirina Reqayê tenê weke pêngavek li dijî DAÎŞ’ê ku weke paytext ji xwe re diyar kiribû, destgirtin wê kêm bimîne. Ev yek rastiya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê bi temamî nîşan nade. Ji ber vê yekê pêwîst e em vê pêvajoyê hê rasttir bigirin dest û binirxînin.
10 sal berê DAÎŞ’ê di nava mirovan de tofaneke mezin a tirsê afirand û ji bo tevahiya mirovahiyê bû kabûs. Li her cihê ku diçû dagir dikir, jiyanê ditevizand û xwezayê jî tine dikir. Hêzeke ku xwedî gelek derfetên mezin bû. Ji ber hêza wê ya mezin a çekdarî û teknîkî, weke hêzeke xurt ku têk naçe nîşan dida. Bêguman rastiya ku çawa ev hemû bi dest xist, li pêş çavên tevahiya cîhanê jî bû. Lê belê, divê detayên têkçûna DAÎŞ’ê baş were dîtin. Li ser vê bingehê, nirxandina tenê hêzeke leşkerî xwe bi rêxistin kir û DAÎŞ ji Reqayê derxist kirin, rastî nîşan nade. Ev pêvajo di encama têkoşîn, berdêl û kedeke mezin de bi pêş ket. Tevî hemû bêderfetiya gel jî, xwe birêxistin kir, bawerî da hêza xwe ya cewherî û bi derfetên herî kêm ên madî biryara berxwedanê hat dayîn. Di encama têkoşînek dijwar a dîrokî de ev pêvajo bi pêş ket.
Helbet, ev jî berxwedana Kobanê bû. Eger em berxwedana Kobanê rast pênase nekin, wê rastiya DAÎŞ’ê rast dernekeve holê. Li dijî hêzeke ku her kes li hemberî wê bêçare bû, bi ruhek fedaî, ruhê berxwedanê ku di encama dilsoziya kûr a bi gel, welat û welatparêziyê re derket holê ku bi hêza YPJ û YPG’ê re bû yek, tevî hemû bêderfetiyan derba herî mezin li DAÎŞ’ê xist. Hemû cîhan li hember ruhê fedaî û berxwedanê ya di şerê li Kobanê de hat raberkirin, matmayî ma. Dîtin ku hêz û îradeyeke ku karibe li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe bide û bisekinîne heye. Ev bû destpêka windabûn û şikestinên mezin ên DAÎŞ’ê. Heta pêvajoya Kobanê, dema DAÎŞ’ê biryara girtina herêmek kiriba, bêyî ku li ber xwe bida ango reflekseke nîşan bida ew der dagir dikir. DAÎŞ jî bawer nedikir ku li dijî wê berxwedaniyeke wiha pêş bikeve. Di berxwedana Kobanê de îradeya yekbûnê pir zelal bûye. Dîsa welatparêzî û ruhê fedaî li pêş bû. Hevgirtina îradeyê û hezkirina ax bi ruhê fedaî re bû yek û DAÎŞ li wir têk çû.
Ev serketin di encama hêza teknîkî û madî de pêş neketiye. Eger bi derfetên madî û teknîkî pêk bihata, dema DAÎŞ ket nava Mûsilê bi dehan balafir, tank û çekên giran ên artêşa Iraqê hebûn. Her wiha bi sedhezaran hêzên artêş hebûn, nikarîbûn li ber xwe bidin. Gelek bajar û navçeyên Iraqê wisa girtin. Her wiha li Şengalê ne pêşmerge û ne jî artêşa Iraqê, îradeya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê nîşan nedan; Her kes ketibû derdê rizgarkirina canê xwe. Di vê wateyê de pêwîst e berxwedan û serketina Kobanê rast bê destgirtin û nirxandin. Bêguman di encama têkoşîn û kedên bêhempa ya bi sedan şehîdan de Kobanê azad e û berxwedana Kobanê bûye rastiyeke ku li tevahiya cîhanê tê naskirin. Piştî vê berxwedanê êdî zemîneke têrker çêbû ku hemû gel bibin şopdarên vê berxwedanê. Paşê hêviya rizgariya gelê me li herêmên din pêş ket û gel dest bi xwebirêxistinkirina xwe kir. Deriyê xwe ji şervanên YPJ û YPG’ê re vekirin û ji her derê ciwanan dest bi tevlîbûna nava refên YPG û YPJ’ê kirin. Ji bo ku mirov ji belayê DAÎŞ’ê rizgar bibin, li her derê bang hatin kirin. Pêngava rizgarkirina Reqayê, li ser daxwaza gelê li wir bi pêş ket. Hêza me bi berpirsyariyeke mezin tevgeriya, pêşî navçeyên dora wê û piştre jî Reqa bi xwe rizgar kirin.
Di ser rizgarkirina Reqayê re 7 sal derbas bûn. Îro bi rehetî em behsa wan rojan dikin. Lê di wê pêvajoyê de li Reqayê derfeta jiyanê nebû. Hemû mirov ji mafên xwe bêpar hatibûn hiştin. Ji ber ku DAÎŞ sîstemeke ku sîstema civakî berovajî dike. Vê yekê li dijî DAÎŞ’ê rê li ber nerazîbûneke mezin vekir û bendewariya gel a ku hêzek were û wan azad bike, çêbû. DAÎŞ ti carî exlaq, çand û civakîbûna civakê temsîl nedikir. Wekî din, DAÎŞ’ê Reqa ji rêzê ji bo xwe weke paytext diyar nekir. Reqa xwedî cihekî gelekî stratejîk û girîng bû. Ji aliyê erdnîgarî ve tam li naverasta Sûriyeyê cih digire û Reqa ji bo xwe gihandina deryayê li vir navendeke girîng e. Ji aliyê sînorên Tirkiyeyê ve jî cihekî navendî ye, mirov neçar dimînin ji wê herêmê derbas bibin.
Ji bo ku mirov derbasî başûrrojavayê Sûriyeyê bibe, derbasî herêma Cizîrê bibe, dîsan pêwîste ji Reqayê derbas bibe. Bi xeta Dêrazorê re jî xwedî heman cihê stratejîk e. Tu dikarî bi rêya Reqa bigihîjî her derê ku tu dixwazî. Ji aliyê aborî ve Reqa bajarekî xwedî gelek derfetan e, hatin û çûyîn lê zêdeye û di warê avê de pir dewlemend e. Ji bo çandiniyê jî herêmeke gelekî guncew e. Weke devereke ku her cure pêdivî bi hêsanî lê werin bicihanîn. Ji ber vê yekê DAÎŞ’ê bi zanebûn Reqa ji xwe re kiribû paytext.
Ji aliyê me ve li bajarekî mezin ê mîna Reqayê şerê li dijî DAÎŞ’ê bû tecrûbeyeke mezin. Bêguman berê Minbic û Tebqa hatibûn rizgarkirin, lê belê li Reqayê ku navend û paytexta DAÎŞ’ê bû destpêkirina pêngavekê, biryareke rast bû, lê zehmet bû. Beriya destpêkirina pêngava Reqayê gelek hêzên ji derve hewl dan vê pêngavê asteng bikin. Nedixwestin QSD dest bi pêngava rizgarkirina Reqayê bike. Her wiha hin hêzan dixwestin bibin hevparê vê serketinê.
Êdî her kesî xwest bibe hevparê serketin û destketina vê hêza rêxistinî û fedaî. Pêngava rizgarkirina Reqayê biryarek di cih û dema xwe de bû, lê belê pêngavek di nava şert û mercên giran de pêk hatibû. Ji ber ku Reqa paytexta DAÎŞ’ê bû û DAÎŞ’ê demeke dirêj li wê derê amadekarî kiribû. Me ji berê ve texmîn dikir ku wê bibe pêvajoyeke zehmet. Lê belê em careke din dibêjin; eger civakekê biryar li ser berxwedan û azadiyê dabe, şert, merc û derfet zêde girîng nîne. Dikare li hemberî her cûre zehmetiyan pêk bîne û bi ser bikeve. Beriya pêngava Reqayê nakokî û hin tifaqan hewldan vê pêvajoyê asteng bikin, lê belê biryardariya QSD, YPG û YPJ’ê, wezîfeyên wan ên exlaqî û piştgiriya mezin a gel kir ku pêngava Reqayê bi ser bikeve.
Ji destpêkirina pêngava Reqayê heta pêşveçûn û azadkirina navenda Reqayê, hûn dikarin qala atmosfera wê demê û berxwedanê bikin?
Nirxandineke rast nîne ku DAÎŞ tenê weke komeke çekdar bê dîtin. Ji ber kud i nava DAÎŞ’ê de gelek mirovên ji deverên cuda hebûn û ji aliyê leşkerî ve xwedî tecrûbeyeke mezin bûn. Kesên ku berê di nava artêşan de bûn tevlî DAÎŞ’ê bûn. Mînak Çeçen, endamên berê yên El Qaîdeyê, yên tevlî artêşên Sûriye û Iraqê bûn, leşkerên piştî ketina Saddam qut bûn, tevlî DAÎŞ’ê bûn. Her wiha hin kesên ser bi dewleta Tirk ve tevlî bûn. Me ev rewş di dema pêngavê de dema ku hin DAÎŞ’î hatin girtin, her wiha di pêvajoya Bahozê de dema ku hinekan xwe teslîm kirin, dîtin. Yanî DAÎŞ ne rêxistiniyeke welê bû ku tenê ji aliyê çend kesan ve hatibû birêxistinkirni û ji bo anîna Îslamê bû. Li pişt DAÎŞ’ê derfet û alîkariyên mezin hebûn. Piştgiriya îstîxbaratê û dewletan hebû. Hin ji van dewletan bi rengekî veşartî piştgirî didan DAÎŞ’ê, hinekan jî bi rengekî eşkere didan. Ev rewş bi rêya çapemeniyê gelek caran hate nîşandan. Lewma ji ber ku DAÎŞ ji mirovên xwedî tecrûbeya leşkerî pêk dihat, her cûre teknîka şer bi hostatî bi kar dianî. Ji mayinkirina bajar û rêyan heta bi bikaranîna çekên pêşektî, bi fuzeyan êrîşa li ser wesayitên me, gelek taktîk bi kar dianî.
Tank, panzer, wesayitên zirxî bi kar dianîn. Sîstema leşkerî ya di nava xwe de baş dixebitandin. Her wiha dema ku mirov bi sîstemên leşkerî yên hin dewletên li herêmê re bînin ber hev, DAÎŞ ji aliyê leşkerî ve hîn pêşketî bû. Ne hêzeke welê bû ku bi derbek, du derban teslîm bibe. Ji ber ku DAÎŞ projeyek bû; projeyk li dijî azadiya gelan, demokrasiyê, li djiî nirxên pîroz ên mirovahiyê bû. Ji ber vê jî wê bi hesanî dest ji vê projeyê bernedin. Ji mirovên welê pêk dihat ku ji welatên cuda hatibûn û ji bilî şerkirinê rêyeke din a wan tine bû. Atmosfereke împaratoriyê dabûn xwe. Ji aliyê cografî ve ji 2-3 dewletan sûd wergirtin û bi hezaran hêza çekdarî ava kirin. Lewma xwedî wê baweriyê bûn ku êrişî ku derê bike wê bi dest bixin.
Di ser rizgarkirina Reqayê re 7 sal derbas bûn, lê hîn jî êrîşên komên DAÎŞ’ê rû didin. Her wiha li hemberî şaneyên DAÎŞ’ê operasyonên we çêdibin. Di van operasyonan de gelek DAÎŞ’î têne girtin. Ewlehiya Reqayê niha di kîjan astê de ye?
DAÎŞ hêza xwe ya çekdar li ser baweriyekê perwerde dikir. Ev bawerî bi navê îmanê jî dibe, bi navê afirandina sîstemeke Îslamî jî dibe. Lê belê dawiya dawî xwe dispart îdeolojiyekê. Bêguman her kesî baweriya xwe bi vê îdeolojiyê neanî, qebûl nekir. Ji ber ku DAÎŞ’ê Îslama rasteqîn temsîl nedikir. Îslam tê wateya yekparebûna aştî, exlaq û wateyê. Mirovên ku baweriya xwe bi Îslama rastî tînin ji DAÎŞ’ê bawer nekirin. Lê belê mirovên ji mejiyê DAÎŞ’ê bawer dikirin, wê di vî mejî de israr bike. Piştî ku DAÎŞ li Reqa û Bahozê têk çû, ferman da endamên xwe ku bi rengê şaneyan xwe bi rêxistin bikin û kar bikin. Piştî pêngava Reqayê her kesî ev dît; baweriya ku DAÎŞ êdî li cihekî din kom bibe, jinûve komî ser hev bibe, ji dest da. Ji ber vê jî piştî Reqayê di şer de bi qasî ku ji wan aht şer kirin.
Yanî DAÎŞ’ê êdî bi temamî hêviya xwe ji dest dabû. Lê belê piştgiriya ji derve ji DAÎŞ’ê re dihate dayin hêvî dida yên ku ji DAÎŞ’ê reviyabûn, yan jî weke şaneyên veşartî xwe veşartibûn. Bi vî rengî li herêmên me xwe weke şaneyên razayî bi rêxistin kirin, hewl didin êrîşê bibin ser mirovên di saziyên rêveberiya xweser de ne, mirovên naskirî û rûspiyên civakê. Bi vî rengî dixwaze aramiyê têk bibe û gefê li ewlekariyê bixwe.
Ev rewş heta niha jî dewam dike. Lê belê em zanin ku ji aliyê cografî ve cihek nîne ku DAÎŞ karibe jinûve kontrol bike. Li hemberî vê yekê jî karên hêzên ewlekariya hundirîn dewam dikin. Piştgiriya gel a ji bo hêzên ewlekarî û parastinê, dike ku têkoşîna li dijî van şaneyan bi hêsanî bê meşandin.
Lê belê divê ev rastî jî neyê jibîrkirin: Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê dibin hedefa hêzekê yan jî aliyekî. Heta niha jî dewam dike. Lê belê DAÎŞ zane ku nikare ji aliyê cografî ve herêmekê kontrol bike. Li hemberî vê yekê karên hêzên me yên ewlekariya hundirîn dewam dikin. Piştgiriya ji bo hêzên ewlekarî û parastinê ji aliyê gel ve têne dayin, bandoreke erênî li têkoşîna li dijî van şaneyan dike. Her wiha hikumeta Şamê di vê mijarê de bi roleke sereke radibe. Ji du aliyan ve berpirsyarî dikeve ser milê hikumeta Şamê. Ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê, tifaqa bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hewldanek bi vê armancê. Ya duyemîn jî ji ber ku artêşa hikumeta Şamê lawaz e û ninkare herêmên xwe, sînor biparêze, DAÎŞ hîn bi hêsanî dikare tevbigere. Çeteyên DAÎŞ’ê her roj li hemberî artêşa hikumeta Şamê li xeta Dêrazorê, Tedmûrê û çola Sûriyeyê çalakiyan dike. Ev valahiya leşkerî û lawazî dibe sedema metirsiyên cidî. Eger hikumeta Şamê karîbûya ev bikria, şaneyên DAÎŞ’ê nekarîbû bi hêsanî xwe bi rêxistin bikira. Nuqteyeke din jî ew e ku ji hêzên navneteweyî heye ku DAÎŞ êdî lawaz bûye û mîna berê nikare bi bandor bibe. Ev yek di heman demê de şaşitiyên mezin jî bi xwe re tîne. Îro piştgirî û derfet ji şaneyên DAÎŞ’ê re têne dayin. Hin hêzên ji derve vê dikin.
Ji dema rizgarkirina Reqayê û vir ve gelek bûyer qewimîn. Siyaseta beriya pêngava Reqayê hate meşandin, piştî pêngavê jî hate dewamkirin. Wê demê yekane hêza ku piştgirî dida çeteyên DAÎŞ’ê û jê bawer dikir dewleta Tirk bû. Di şerê Kobanê de ev yek bi şênberî nîşan dan, bêyî ku li ber xwe bikevin lê mikur hatin; Serokkomarê Tirk bi xwe ev yek kirin. Piştî ku DAÎŞ li Reqa û Bahozê şikest, vê siyasetê dewam kir. Ya rast bi têkçûna DAÎŞ’ê re dewleta Tirk têk çû; planên wan, daxwaz û projeyên wan têk çûn.
Dewleta Tirk li hemberî vê rewşê xwest tolê ji wî gelî hilîne ku DAÎŞ têk bir. Ev daxwaza wan îro weke hewldana ji bo xurtkirina DAÎŞ’ê dewam dike. Li hemberî vê yekê bêdengiya hêzên navneteweyî bêguman hêzê dide wan. Di heman demê de gava ku piştgiriya leşkerî û siyasî ya pêwîst di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de nayê dayin, hingî hêvî ji DAÎŞ’ê û komên din ên çete re peyda dibe ku xwe jinûve komî ser hev bike û êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Ev yek jî hêviyê dide DAÎŞ’ê ku temenê xwe dirêj bike û dema pêş karibe cihekî kontrol bike.
Di nava nirxandinên xwe de we hinekî bal kişandin ser, lê dîsa jî dixwazim bipirsim. Hem li qadên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem jî li nava Reqayê bi xwe, têkiliya dewleta Tirk bi şaneyên DAÎŞ’ê re çi ye?
Ev tiştekî veşartî nîne, li pêş çavên tevahiya cîhanê diqewime. Dibe ku îro di asta navneteweyî de û ji aliyê hêzên herêmê ve li hemberî dewleta Tirk helwestek nayê nîşandan. Lê belê dîrok bêguman wê vê yekê efû neke. Dewleta Tirk wê fatûreya vê bide. Divê carna mirov bi sebir be, ev yek rêbaza herî baş a ji bo bicihanîna daxwaz û armancê mirovan e. Eger me heta niha sebir nekiribûya, me ev îrade nîşan nedabûya, me yê zû winda bikira. Dibe ku destketiyên me yên niha nebûna. Baweriya bi xwe û rêxistiniya xwe, mifteya serketinê ye. Ev hemû hewldana desteserkirina îradeyê ye, hewldana teslîmwergirtina bi piştgiriya hin hêz û rêxistinan e. Dewleta Tirk îro li hemberî herêmên me siyaseteke bi vî rengî dimeşîne. Piştî pêngava Reqayê dewleta Tirk ji bo xerakirina ewlekariya herêmê û lêdana derbê, kete nava hin hewldanan. Hewl dide bi bikaranîna DAÎŞ’ê vê yekê bike. Her ku DAÎŞ lawaz dibe bikaranîna wê hîn hêsan dibe. Ji bo xwe xurt bike, ji her cûre tifaqê re amade ye. Bêguman DAÎŞ gelekî bi kêrî dewleta Tirk tê. Li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve ahtine dagirkirin, çalakiyên ku koalîsyona navneteweyî li hemberî DAÎŞ’ê dike, nîşan dide ku çav ji DAÎŞ’ê re tê girtin. Pêwîstî pê nîne ku mirov qala têkiliya dewleta Tirk a bi DAÎŞ’ê re bike. Bagdadî li ku hate kuştin? Li herêmeke ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û di bin kontrola wê de ye hate kuştin. Eger ew dever ji bo Bagdadî ne ewle bûya wê li wir nemabûya. Yanî vehewandina Bagdadî bi xwe nîşan dide ku têkiliya wan di kîjan astê de ye. Gelek çeteyên ku piştre hatin girtin li xwe mikur hatin, her wiha gelek belge li ser şaneyan hatin bidestxistin, bi dehan caran li ser çapemeniyê hatin weşandin. Koalîsyona navneteweyî ji xwe bi vê zane. Ev hemû hewldan ji bo xerakirina aramî û ewlehiya herêmê ye. Bi vî rengî dixwaze modela rêveberiya xweser tasfiye bike û nehêle bibe modelek ji bo tevahiya Sûriyeyê.
Reqa yek ji wan bajaran e ku di şerê bi salan de bandora herî giran dît. Di karê jinûve avakirina Reqayê de weke QSD hûn bi roleke çawa rabûn? Her wiha hûn bi rêveberiya xweser re di nava hevkariyeke çawa de tevdigerin?
Reqa yek ji wan deveran e ku herî zêde xisar lê bû, ji ber ku DAÎŞ’ê ev der ji xwe re kiribû paytext û li her derê mayin bi cih kiribû. DAÎŞ’ê li cihên ku lê nebû jî mayin bi cih kiribû; piraniya van mayinan ji xwe hatin teqandin. Vê rewşê zerareke mezin da binesaziya Reqayê. Mejiyê DAÎŞ’ê bi vî rengî bû: Eger wê nebe ya min divê nebe ya kesî. Lê belê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) piştî ku biryar da Reqayê rizgar bike, armanceke xwe ya din jî ew bû ku mal û milkên gel biparêze. Bi vê hesasiyetê QSD’ê pêngava rizgarkirinê meşand û ev hewldan bû sedem ku Reqa hîn bi lez jinûve bê avakirin. Armanc ew bû ku Reqa ji tevahiya Sûriyeyê re bibe mînak. Di vê demê de gelê ku tevlî têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê bû, mirovên li Reqayê piştgiriyeke mezin dan. Hem ji bo paqijkirina bajêr hem jî pêvajoya jinûve avakirinê alîkarî dan, tecrûbeyên xwe parve kirin. Ji ber vê yekê jî di jinûve avakirina Reqayê de keda gelê herêmê heye.
Lê belê wezîfeya esasî ya QSD’ê û rola herî girîng a di vê derê de pê re rabû, misogerkirina ewlekariyê bû. Heta ku ewlehî neyê misogerkirin pêvajoya avakirinê pêk nayê. Paqijkirina qadê ji teqemeniyên DAÎŞ’ê û rakirina xirbeyan bi rengekî ewle ji aliyê QSD’ê ve hate meşandin. Beriya her tiştî diviyabû mirovan xwe ewle bidîtibûna. Mirovek eger xwe ewle nebîne wê nikaribe ava jî bike. Her wiha berpirsyariya ji ewlehiya bi sed hezaran mirovî ne hêsan e. Ji ber ku li Reqayê bi sed hezaran mirov dijîn û li gel vê yekê jî xeteke derbasbûnê ya gelek mirovan e. Ev yek jî bû sedem ku weke QSD em zû bajêr paqij bikin û ewle bikin. Di demeke kurt de karê jinûve avakirina Reqayê destpê kir. Her wiha Şaredariya Reqayê di nava 10 welatan de weke şaredariya herî baş hate nîşandan. Di asta heyî de Reqa bi hevkariya gel bi jiyaneke hevpar tê avakirin. Ev yek Reqayê ji bo gelek bajarên me û tevahiya bajarên Sûriyeyê dike mînak.