Şemî, 2 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Baz Mert ê ku tehliyeya wî 18 mehan hatibû taloqkirin, hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema peywirê ya qeyimê Mêrdînê hate dirêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê 2 girtî darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Gulanê ya Komînalê derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarên beşdarî mitînga 1’ê Gulanê ya Amedê bûn: Em daxwaza aştiyê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Suzan Akîpa: Ji bo mafê hêviyê divê demildest sererastkirinên qanûnî yên pêwîst pêk bên

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî: Em her rojê veguherînin roja zimanê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê şehîdên Gulanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahidê şehadeta Karasûngur û Bîlgîn: Armanca wan yekîtî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’ê Gulanê li Mexmûrê bi coşekî mezin hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê mitînga 1’ê Gulanê: Aştî ne lutif e, pêdivî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina welat tenê bi keda destê karkeran pêkan e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Di karên çandiniyê yên demsalî de jin rû bi rûyê mêtingeriyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêvîn Reşîd: Ji bo parastina mafên xwe divê em jin dengê xwe bikin yek û bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama KJK’ê ya ji bo 1’ê Gulanê: Jin azad nebe ked azad nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Newaya Jin: Li dijî tundiya civakî dema avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-JÎNA hate damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê jînek hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Sîpan Hemo: Qonaxa bê li ser yekkirina artêşê ye
Rojava

Sîpan Hemo: Qonaxa bê li ser yekkirina artêşê ye

Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Sîpan Hemo ragihand ku pêvajoya entegrasyona leşkerî qonax bi qonax didome û li Herêma Rojhilat xebatên avakirina jinûve dewam dikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Gulan 2026 Dema xwendinê: 26 dq.
Parvekirin

Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Sîpan Hemo têkildarî pêvajoya entegrasyona leşkerî, avakirina jinûve ya herêmî û geşedanên dawî yê li sahê ji ANHA’yê re axivî.

Di hevpeyvînê de li ser hûrgiliyên dabeşkirina leşkerî ya nû, rêveçûna entegrasyona QSD’ê di nava Wezareta Parastinê de, planên belavbûnê û jinûve bicihkirinê, helwesta wezaretê ji baregehên Emerîkayê re, dosyaya şehîd û dîlgirtiyan, siberoja herêmên li derveyî kontrola dewletê wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin nirxandin.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

* Destpêkê têgeha “Herêma Rojhilat” li gorî sazûmaniya leşkerî ya li gel Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê pejirandî çi ye, sînorên wê yên erdnîgarî û leşkerî di dabeşbûnên fermî de çi ne?

Piştî 29’ê Çileyê, me dest bi entegrasyonê kir. Di vê çarçoveyê de entegrasyon beş bi beş çêbû. Min erka xwe wek cîgirê wezîrê parastinê li Herêma Rojhilat di wezaretê de wergirt.

Di wezaretê de dabeşbûnên li ser bingehên herêman hene û 5 herêm hene; Bakur, Rojava, Rojhilat, Başûr û Navîn. Di rêveberiya Herêma Rojhilat de 3 parêzgeh; Reqa, Dêrazor û Hesekê hene.

Em niha rêvebertiya vê herêmê ji bo temamkirina rûniştandina sazûmaniya rêxistinî, mijarên jinûve bicihkirin û belavkirina hêzan li tevahî cografyaya hatiye bibîrxistin û pêkanîna yekkirina hemûyan di bin yek fermandariyê li herêmê de, dikin.

* Gelo dê proseya belavbûna leşkerî ya hêzên girêdayî Wezareta Parastinê li vê herêmê çawa pêk bê? Gelo tu planeke zelal û qonaxên diyarker ên bicihanînê hene?

Em niha di qonaxa avakirina artêşa Sûriyeyê de ne. Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê çawa tev li artêşê bû, her wiha bi dehan teşkîlatên din ên leşkerî jî tev lê bûn, lê hîna hemahengî pirsgirêk e û em negihaştine heykelekî leşkerî ya giştî ji bo artêşê. Ji ber vê yekê, ji bo misogerkirina dîsîplîna giştî, pêdivî bi pergaleke navxweyî ya berfireh heye û di vî warî de hewl û xebateke berdewam heye da ku bigihêjin pergaleke navxweyî ya taybet ji bo saziya leşkerî ya welêt.

Mijarên ji nû ve bicihkirina hêzan beşeke karên me ye. Ev mijar bi pergala navxweyî ve jî girêdayî ne ku ew pergala navxweyî belavbûna giştî bi rêk û pêk dike, desthilatî û berpirsyariyên her firqe yan lîwayekê diyar dike. Lê araste heye ku hemû girêkên mayî bi lez werin çareserkirin da ku bigihêjin şiklê rêxistinî yê tê xwestin. Ev yek bi girêdana rêveberiya herêman bi rêveberiya giştî ya artêşa Sûriyeyê di Wezareta Parastinê de pêk tê. Ji ber vê yekê heta niha firqe, tûgay û erkên van saziyan nehatine diyarkirin. Ew ê li gorî hewcedariyê temamkerên artêşê bin.

* Ji Peymana 29’ê Çileyê ve rêveçûna entegrasyona leşkerî ya di navbera QSD’ê û Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de gihaştiye ku derê? Gavên girîng ên ku heta niha pêk hatine çi ne?

Bi rastî wekî QSD, li gorî Peymana 29’ê Çileyê, 4 tûgay hatin avakirin û bi awayekî fermî entegreyî sazûmaniyê bûn. Me gelek caran digot hejmara hêzan mezin e. Lê niha 4 tûgay bi awayekî fermî û li gorî peymanê tev li artêşê bûne; tûgaya Kobanê, 3 tûgayên din li Hesekê, Qamişlo û Dêrikê. Di aliyê rêxistin û fermî de entegre bûn, niha jî li ser aliyê pratîk xebat tên kirin. Gavên pratîk wek dewreyên di akademiyên leşkerî yên artêşê de, hevdîtinên meydanî di navbera fermandaran û pirsporên aliyên leşkerî yên cuda û pevguherîna pisporiyan hene.

Rastiyek heye ku hejmara QSD’ê ji hejmara tûgayên hatine avakirin mezintir e û her kes vê yekê dizane. Li ser ka çawa van hejmaran bi cih bikin nîqaş û lêkolîn têne kirin, çi bi rêya tabûr an pêvekên tûgayên hatine avakirin an jî tûgayeke din an jî foc bin ku tev li artêşa Sûriyeyê bibin. Lê li gorî ku di Peymana 29’ê Çileyê de li ser avakirina 4 tûgayan de hatiye gotin, entegrekirina van çar tûgayan bi dawî bûye û em di pêvajoya pêkanîna wê ya pratîk de ne.

* Dê çawa bi hêzên din re ku QSD ji wan pêk tê, nemaze wekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Lîwaya El Şîmal El Demokratî bixebitin; gelo dê wek yekîneyên serbixwe werin entegrekirin an jî werin fesihkirin û endamên wan werin belavkirin an jî hin ji wan dê werin terikandin?

Wek tê zanîn QSD’ê ji gelek teşkîlatên leşkerî ji tevahî Sûriyeyê pêk tê. Di pratîkê de dara piştê YPG û YPJ ne. Bi destpêkirina qonaxa têkoşîna li dijî DAIŞ’ê tevlêbûna van teşkîlatên leşkerî yên di şoreşa Sûriyeyê de hatine avakirin li nava QSD’ê zêde bû, nemaze bi avakirina Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê re.

Bi destpêkirina tevgera li dijî DAIŞ’ê bi koalîsyonê re, QSD derbasî qonaxeke nû bû. bi koalîsyonê re li dijî DAIŞ’ê şer kir. Entegrasyon bi van 4 tûgayan dest pê kir, lê teşkîlatên din ên leşkerî xwedî îrade ne, dikarin bi kê re bin hilbijêr in. QSD her tim xwedî arasteya naskirina vîna teşkîlatan tev li wê û rêxistina wê bû. Biryar ji wan hêzan re dihişt. Ev teşkîlat di nava QSD’ê de xwedî nasnameya zelal bûn, bi vîna xwe tev li QSD’ê bûn. Niha jî ew di vê qonaxa entegrasyonê de xwedî biryar in, biryara tevlêbûn, tevgerîn û têkoşîna bi rêbazeke din, çi siyasî, civakî û hwd an jî entegrekirina bi teşkîlatên leşkerî yên girêdayî wezaretê re di destê wan de ye.

Wezaret mijarên leşkerî, tevahî kom û teşkîlatên leşkerî yên li Sûriyeyê digire nava xwe. Armanca wezaretê artêşeke yekgirtî li gorî sazûmaniya hevgirtî û pergaleke navxweyî dûrî cudakariyê were avakirin. Tu teşkîlatek li derveyî artêşê namîne, deriyê entegrasyonê li pêş hemûyan vekirî ye. Kî dixwaze tev li artêşê bibe derî vekirî ye, taybetmendî û prensîbên bingehîn ên qebûlkirinê hene, wekî hejmar, ezmûn yan jî aliyên meydanî yên naskirî û hwd. Ger ev hebûn dikarin werin entegrekirin û her aliyek wê were qebûlkirin.

Ev ne tenê ji bo teşkîlatên leşkerî yên di nava QSD’ê de bûn, lê ji bo tevahî teşkîlatên leşkerî yên li erdnîgariya Sûriyeyê jî derbasdar e. Gelek teşkîlat hene dibe ku berdewam bikin an jî dev ji tevgera leşkerî berdin û tev li xebata siyasî yan jî civakî bibin û bi rêbazên cuda Sûriyeyê ava bikin.

* Behsa avakirina “tûgayeke kurdî” li herêma Efrînê tê kirin, rastiya vê pêşniyarê çi ye? Gelo di Wezareta Parastinê de yan jî bi tensîqa aliyên peywendîdar di vî warî de gav têne avêtin?

Bi rastî, peymana ku di 29’ê Çileyê de hat îmzekirin, 4 tûgay hatin destnîşankirin û li herêmên Kobanê û Cizîrê bin. Di têkoşîna şoreşê de, keç û xortên Kurd ên ji Efrînê roleke mezin û sereke lîst. Ji bo ku hewldana vê têkoşînê neyê berbatkirin û wek nîşaneke dilsoziyê û tacîdarkirina têkoşîna wan, ez bi xwe li ser însiyatîfekê xebitîm, lê mixabin, gelek alî hene ku dixwazin rastiyan berevajî bikin û rastiyan sexte bikin. Ew alî agahiyan li gorî xwe belav dikin û şîrove dikin, naveroka wê diguherin. Ev yek hesasiyeteke mezin çêdike û dibe sedema têgihîştineke xelet a çarçoveyê.

Wek hûn dizanin xelkê Efrînê vedigere warê xwe, piranî yên vegeriyane zarokên wan şervanên QSD’ê bûn, xwedî rêwîtiyeke têkoşînê ya mezin in, dixwazin vegerin malên xwe. Tiştê me pêşniyar kir ew bû ku ev şervan dixwazin vegerin malên xwe, ji mafên wan ên xwezayî ye çi bi rêya temamkirina têkoşîna leşkerî di teşkîlatên leşkerî yên li Efrînê û gundewarên wê de yan jî vegera li jiyana civakî. Wezaretê ev yek pêşwazî kir.

Lê hin aliyan ev li gorî xwe şîrove kir û dûrî tiştê di peymana dawîn de hatiye parvekirin. Dixwazim careke din dubare bikim; ev pêşniyar hat pêşwazîkirin. Berê jî carekê hin gotegot û berovajîkirina agahiyên ku xwedî bandorên neyînî ne hatin parvekirin. Vê yekê li gel piranî aliyan hesasiyetek çêkir.

Îro, bi rêya we ez dixwazim teyîd bikim ku dewleta Sûriyeyê biryardar e ku ji nû ve tevahî koçberan vegerîne warên wan, di nav de jî xelkê Efrînê. We bi xwe jî komên vegerîne şopandin. Em di Wezareta Parastinê de bi zelalî dibêjin gelek efrînî di nava QSD’ê de bûn, li dijî DAIŞ’ê û hwd tê koşiyan. Ew dikarin li herêma xwe di çarçoveya leşkerî ya wan herêman de kar bikin. Ev mafê wan e. Ji bilî vê tiştên tên gotin ne rast in.

* Hîna herêmên wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di bin kontrola komên bi piştgiriya Tirkiyeyê de ne. Ruxmî lihevkirinên siyasî û leşkerî û entegrebûna wan di nava artêşê de, lê talîmatên leşkerî red dikin û hewldana ber bi şer ve dikin. Gelo hûn rewşa li van herêman çawa dinirxînin?

Bê guman, di vê mijarê de hîna pirsgirêk hene. Min destpêkê jî got, hemû ketine çarçoveya entegrasyonê û erê kirine, lê hemahengiyeke giştî û guncaw di nava tevahî aliyên tev li artêşa Sûriyeyê bûne de tune ye. Di dema pergala navxweyî ya artêşê bi dawî bû, wê ev pirsgirêk hemû werin çareserkirin û teşeyên cuda yên li Sûriyeyê werin rakirin û hemû li gorî Sûriyeya giştî bixebite.

Bi qasî ku xelkên li herêmên Kurdan ên wekî Serêkaniyê û Efrînê, ji ber koçberiyê mexdûr bûne, xelkên Sûriyeyê yên li herêmên din jî mexdûr bûne, lewma çarserkirina mexdûriyeta gelê Kurd û ya xelkên li herêmên din ji hev cuda nabe, divê dewlet vê yekê weke yek dosyayê çareser bike.

Hemû xelkên Sûriyeyê rastî mexduriyetê hatine û sedema nepêkanîna entegrasyoa tevahî  nebûna baweriyê ye. Ji ber vê yekê, bawerî pir girîng e, em dixebitin ku bi rêya entegrekirina di artêşek yekgirtî de baweriyê ji nû ve ava bikin. Yên ku ji bo vegerandina vê baweriyê nexebitin û yên ku ji vê çarçovê dûr bikevin û li dijî vegerandina bawriyê derkevin, dê dewlet helwestên cidî li hember wan bigire. Ji bo vê jê, dê rêbazên yekgirtî ji bo artêşê hebin û divê her kes pabendî wan be û wan bicîh bîne.

* Rewşa baregehên Emerîkayê yên ku hêzên wê di vê dawiyê de jê vekişiyane çi ye? Li ser erdê niha kî vê valahiyê dadigire û çi li wan cihan hatiye?

Wek kes, di qonaxa QSD’ê de, em di nava dan û standin bûn. Lê piştî bidawîbûna vê qonaxê, têkiliya me bi hikumetê re ye û di çarçoveya Wezareta Parastinê de ye. Ev cih û baregeh radestî artêşê dibin.

Hejmara van baregehan û milkên gel in û wê li rewşa wan a xwezayî bên vegerandin. Ji bo nuqteyên xwedî cihên leşkerî jî wê bikevin xizmeta leşkerî. Ji ber hin nuqte li ser erdên dewletê hatin avakirin, wekî nuqteyên çavdêriyê yan jî cihên perwerdeyê hatin bikaranîn.

Li herêma Cizîrê, ev cih dê ji hêla artêşê ve di çarçoveya tûgayên hatine diyarkirin de werin bikaranîn. Bi giştî hêzên navneteweyî ji van nuqteyan vekişîn û nuqte radestî artêşê dibin. Tûgayên li herêmê dê li gorî planên pejirandî di van nuqteyan de bi cih bibin.

* Dosyaya dîlgirtiyên ji xelkê herêmê, şervanên QSD’ê û endamên Asayîşê yên di girtîgehên hikumetê de gihaşt ku derê? Gelo tu gav an jî demên zelal ji bo çareserkirina vê dosyayê hene?

Bi rastî, vê mijarê gelekî em westandin, me hêrsa xwe jî li hember vê nîşan da. Em di Wezareta Parastinê de û wezîr jî got em ê tevahî girtiyan beriya cejna Remezanê berdin. Lê çima ev yek pêk nehat? Ev mijar ji bo me xemgîniyeke mezin e. Ez wek kes, bi xwe bi hêrs im ku vê mijarê nizanim ku çima ew qas pirsgirêk derdikevin û mijar bi daîreyên siyasî ve tên girêdan. Bi rastî jî ev li cem me guman û fikaran çêdike.

Di rastiyê de, roja ragihandina entegrasyonê diviyabû hemû, ne ku kom bi kom, derketana. Lê derketina bi vî awayî şaş û xelet e. Ev yek rexneyek e.

Rastî ev e ku roja ku enterasyon hate ragihandin, diviyabû her kes bêyî ku kom bi kom ji girtîgehan bihatana berdan. Lê em mekanîzma û pêvajoya ku girtî bi rêya wê têne berdan, xelet dibînin. Lê ev mijar dê wekî rexne were qebûlkirin. Pirsgirêka girtiyan pir hatiye bikaranîn û xebata ji bo manîpulekirina hestên malbatên girtiyan tiştek e ku bi tu awayî nayê qebûlkirin.

Ger hat pirsîn kî berpirsê vê dosyayê ye, ez dikarim bibêjim ku bi awayekî rasterast Wezareta Karên Hundir û komîteya entegrasyonê berpirsiyar in. Lê dema em derengiyê dibînin em bi lez dikin ku hin mijaran çareser bikin.

Ez dubare dibêjim ku divê hemû dîlgirtî werin berdan. Girêdana vê mijarê bi zextên siyasî re ne exlaqî ye. Em ji vê şêwazê pevguhertina qonaxî ya girtiyan jî ne razî ne.

Em daxwaz dikin ku tu girtî, bi taybetî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li tu derê nemînin.  Destpêkê pêvajo bi lez pêşve diçû, lê astengî hene. Biryarên zelal hene, lê ji bo bicihanînê em hewcedarî demê ne.

Ez aşkera dibêjim; tehrîkkirina malbatên dîlgirtiyan tiştekî ne baş e. Tişka ku em bikarin bikin di hemû astan de nemaze li asta hevdîtinên fermî yên li ser asta wezîran, em ê bikin.

Çima em qebûl bikin ku ev rewş berdewam bike, ji ber ku em di qonaxa entegrasyonê de ne û hevrêzî di asta herî bilind de pêk tê. Mafê gelê Kurd û dayikên dîlgirtiyan heye hesab ji me bixwazin, ji ber ku me li hev kiriye û ji bo entegrasyonê dixebitin, lê zarokên wan hîn jî di girtîgehê de ne. Bê guman bi tu mantiqî ev yek nayê qebûlkirin.

Bi rastî, ez vê meseleyê pir cidî dibînim. Di vî warî de, divê em ji bo pêşvebirina vê rêyê bi gavên bilez bixebitin. Em ê her tiştî bikin da ku wê çareser bikin.

* Wezareta Parastinê dê çawa bi dosyaya şervanên QSD’ê re mijûl bibe ku di şerên li dijî DAIŞ’ê de yan jî di êrişên li ser herêmê de şehîd bûne? Gelo dê naskirineke fermî yan çarçoveyeke yasayî ji bo mijûlbûna bi malbat û mafên wan re hebe?

Em li ser vê babetê dixebitin. Me civîn bi Meclisa Malbatên Şehîdan a herêmê û gaziyên şer re li dar xist. Her wiha civîn li Şamê hatin lidarxistin. Hin encam ji van civînan hatin bidestxistin. Li gorî nîqaşan, birîndarên şer dê li gorî pîvan û qanûnên ku bi dosyayê ve girêdayî ne wekî birîndarên şerê Sûriyeyê werin dermankirin û ew ê ji xizmetên civakî yên li Sûriyeyê sûdê wergirin û piştgiriya pêwîst ji wan re were peydakirin.

Der barê malbatên şehîdan de, dosyaya wan dê bi du rêyan were çareserkirin; ya yekem malbatên şehîdên zewicî û malbatên şehîdên nezewicî eleqedar dike û dê sîstemek hebe. Xebat li ser vê yekê hîna dewam dike û hin karên burokrasiyê hewce dike. Ew ê bi rêya rêveberiyên pispor were organîzekirin. Bo nimûne, li parêzgeha Hesekê, ev yek dê bi rêya Rêveberiya Malbatên Şehîdan were kirin. Piştre dê li hemû parêzgehên Sûriyeyê were bicihkirin. Ev şehîd wekî şehîdên tevahiya Sûriyeyê têne diyarkirin û belgeyên Sûriyeyê ji wan re têne dayîn.

Der heqê birîndaran jî, ew ê di bin çavdêriya Wezareta Parastinê de bin ku dê xizmetguzariyê ji wan re peyda bike û rewşa wan bişopîne. Di heman demê de Wezareta Kar û Barên Civakî dê bi avakirina rêveberiyan li her parêzgehê kar û barên malbatên şehîdan bi rê ve bibe. Ev xebat hîn jî berdewam dike.

* Têkildarî sînorên bi Iraq û Tirkiyeyê re, gelo mekanîzmaya parastina wan çawa ye?

Hêviya min ew e ku em ji her cure pevçûn an nakokiyan bi welatên cîran re dûr bisekinin ku tu alî gefê li aliyekî nexwe û Sûriye wek welatekî ewle bimîne. Gelê Sûriyeyê heq dike ku li welatekî ewle bijî. Me salên dijwar derbas kirin ku tê de bi sed hezaran sûriyeyî hatin kuştin. Li Sûriyeyê hema hema malek tune ye ku zirar nedîtiye yan jî niştecihên wê nehatibin koçberkirin.

Ev gel heq dike ku di ewlehî û aştiyê de bijî. Ez hêvî dikim ku hizirkirina li ser Sûriyeyê dê li ser avakirin û pêşxistina sektorên aborî, perwerdehî û zanistî be, ne li ser şer û pevçûnan be.

Ev hêvî ne. Sûriye welatekî stratejîk e û di rewşa heyî de, ew di nava qadeke şer de ye û nikare xwe ji bandorê rizgar bike.

Heta niha, rayedarên Sûriyeyê, di nav de serok Ehmed El Şerî, di vî warî de siyaseteke erênî meşandiye û hewl daye ku welat ji şer dûr bixin. Ev ji bo Sûriyeyê destkeftiyek e û bi vî rengî, her çend berdewam bike jî, Sûriye dê sûdmend be.

Wekî ku tê zanîn, ji bilî çalakiyên komên ku ji hêla Îranê ve têne piştgirîkirin û rasterast gefê li ser Sûriyeyê çêdikin, şerekî Emerîka-Îsraîlê li dijî Îranê heye. Em di Wezareta Parastinê de, ger em gefê li ser welatê xwe bibînin, em ê bê deng nemînin. Di heman demê de, em naxwazin gefê li ser kesî çêkin û em naxwazin kes gefê li ser me çêke. Ev helwesta me ye. Ez hêvî dikim ku rayedarên Sûriyeyê bikarin welêt bêyî ku zirarê bibîne, ji van pirsgirêkan xelas bikin.

* Di dawiyê de dixwazin ji Sûriyeyiyan re tiştekî bibêjin ku me pirsa wê nekiribe?

Careke din spasiya we dikim. Ya girîng ew e ku em di qonaxeke hesas re derbas dibin û pirsgirêka Kurd di çarçoveya Sûriyeyê de bi berfirehî tê nîqaşkirin. Banga min ji civaka Kurd a li Sûriyeyê re ev e ku divê em bibin hevalbendên polîtîkayên rast li Sûriyeyê. Kurdên Sûriyeyê dikarin di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de têkoşîna xwe ya ji bo bidestxistina mafên xwe û garantîkirina nasnameya xwe temam bikin.

Kurd piştî sala 1920’î beşdarî avakirina Sûriyeya nû bûn û niha jî dikarin bi beşdarbûna di rolên sereke û navendên biryardanê de dîsa beşdar bibin. Polîtîkayên li ser bingeha cudabûnê dê gelek xetereyan biafirînin û encam dê bêkêr, berevajî û neyînî bin.

Parastina Kurdên li Sûriyeyê bi rêya misogerkirina mafên wan ên destûrî pêk tê. Divê em têkoşîna xwe ya qanûnî û destûrî zêde bikin û pirsgirêka Kurd bidin pêşiyê. Di dema desthilatdariya Partiya Baasê de, destûr nehat dayîn ku Kurd xwe bi rêxistin bikin an jî xwe bi awayekî adil temsîl bikin. Lê niha rê hene û derfetek heye ku em ji Kurdan re cih bidin da ku nûnertiyeke dadperwer û bibandor bi dest bixin. Em niha di qonaxeke avakirinê de ne, ji ber vê yekê berpirsiyariyeke dîrokî ji me tê xwestin ku vê pêvajoyê ber bi rêça rast ve bibin. Em hewlên ferzkirina îdeolojiyeke yekane li ser xwişk û birayên xwe yên Sûriyeyê asteng bikin û pêşî li her zilmeke din bigirin.

Sûriye pirreng e, baweriya me bi vê yekê heye. Ji ber vê yekê divê Kurd jî baweriya xwe bi vê ramanê bînin. Têkoşîna ku me Kurdên Sûriyeyê kir, pir pîroz bû. Hin kes dipirsin, gelo me winda kir? Gelo em vegeriyan nuqteya sifirê? Ne wisa ye. Niha cîhan li ser pirsgirêka Kurd nîqaş dike. Li Sûriyeyê, em dikarin li her derê û her demê de ku em bixwazin û heta di her çalakiyeke ku li Sûriyeyê tê lidarxistin de, li ser hebûna Kurdan biaxivin. Ev tişt berhema têkoşîn, ked û berxwedana me ya salên borî li hemû eniyan û xwîna şehîdên me ye. Lê ev têkoşîn û destkeftiyên wê destûreke sûriyeyî ya berfireh hewce dike. Ji ber vê yekê, divê em bi her awayî û bi her awayî tev li pêvajoya nivîsandina vê destûrê bibin û beşdar bibin.

Ez dikarim bibêjim ku pêşeroja Sûriyeyê ber bi başiyê ve, li ser bingeha misogerkirina mafên hemû civakên wê ve diçe. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Kurd ji bo civakên din çavkaniya hêviyê bûye û îro Kurd vê rêyê didomînin.

Her wiha bangeke min ji bo civaka Ereb heye. Civakên Ereb û Kurd, tevî pêkhateyên din ên civaka Sûriyeyê, ji hêla olî û dîrokî ve xwişk û bira ne. Li seranserê Sûriyeyê lihevkirineke dîrokî ya neqetandî heye. Îro em nikarin li Sûriyeyê behsa herêmeke bi tevahî Kurd bikin, ne jî em dikarin behsa herêmeke bi tevahî Ereb bikin. Mînak, li paytext Şamê civateke mezin a Kurdan heye ku koka wê li Şamê ye. Ew ji demên kevnar ve beşeke yekgirtî ya tevna civakî ye û îro jî wisa dimînin. Li Hums, Hema û Helebê Kurd hene û ev yek ji bo Ereb û xiristiyanan jî derbas dibe.

Em û civaka Ereb bi kûrahî di nava hev de ne û ji ber vê yekê eger em taybetmendiyên hev qebûl bikin, em ê Sûriyeyeke bihêz ava bikin ku bibe mînbera aştî û hezkirinê ji bo tevahiya herêmê.

Ji ber vê yekê bang li tevahiya Sûriyeyiyan dikim ku em bibin yek û Sûriyeyê ji hemû xetereyan rizgar bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCK’ê şehîdên Gulanê bi bîr anî
Nûçeya Pişt re 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî: Em her rojê veguherînin roja zimanê Kurdî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Desteya Mafên Mirovan a Başûrê Kurdistanê êrîşa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir

Desteya Mafên Mirovan a Başûrê Kurdistanê êrîşa çekdarî ya li Silêmaniyeyê ya li hemberî rojnamevan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Saarbruckenê ‘Women Defend Rojava’ hat damezrandin

Piştî bûyerên dawî yên li Rojava, li Saarbruckenê koma “Women Defend Rojava” hate damezrandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Meclîsa gundê Borikê dest bi pêngava paqijkirina gund kir

Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclîsa gundê Borik ê Şengalê dest bi pêngava paqijkirina gund kir. Komîte…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îranê 2 girtî darve kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Welatiyekî Kurd ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hejmara Gulanê ya Komînalê derket

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Suzan Akîpa: Ji bo mafê hêviyê divê demildest sererastkirinên qanûnî yên pêwîst pêk bên

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?