Sêşem, 24 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sabahattin Tekin ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Celal Gok piştî 9 salan radestî malbatê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Rêveberiyên girtîgehan li gorî pêvajoyê tevnagerin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nobeta ji bo girtiyên nexweş de peyama Rêber Apo hate xwendin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Çi dibe bila bibe em ê xwedî li mîrateya PKK’ê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Farqînê li şikefta sê qatî gelek hestiyên mirovan hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê semînerên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi avabûna PKK’ê re gelê Kurd hebûna xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Fidan Ataselim: Her ku nava demokrasiyê tê valakirin zext û tundî zêde dibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê jin di bin zexta tundî, necezakirin û zexta civakî de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wargeha Mexmûrê ji bo mêran semînera 25’ê Mijdarê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê komkujî û şantaja sîberê ya li ser jinan hat nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê Pêngava ‘Hemû Rojek 25’ê Mijdarê ye’ ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan beriya 25’ê Mijdarê li bajarên cuda çalakiyên piştevaniyê li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Dayikên Aştiyê bang kirin: Şer bi dawî bikin
Kurdistan

Dayikên Aştiyê bang kirin: Şer bi dawî bikin

Dayikên Aştiyê gotin, "Eger hûn dixwazin maseya çareseriyê dînin, beriya her tiştî şer bi dawî bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê xwestin di navbera 15-18’ê Cotmehê de li bajarokê Tilqebîn ê navçeya Silopiya ya Şirnexê bi dirûşma “Ji şer re na, a niha aştî” “Konê aştiyê” vekirin û li dijî şer çalakiyê li dar bixin. Dayik, rastî êrişa leşker û polîsan hatin û hatin derbkirin. Dayikên hatin derbkirin, serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê dan û alîkariya hiqûqî xwestin. Dayikan, piştî serlêdanê daxuyanî dan.

Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku Meclisa Dayikên Aştiyê bi sala ye ji bo çareseriya meseleya kurd têdikoşin û wiha got: “Yek bi yek hemû dayikan di vê pêvajoyê de êşên giran jiyan. Tevî vê jî di çareseriyê de israr kirin. Bi vekirina Meclisê re îktîdarê û şirîkên wê qala çareseriya pirsgirêka kurd kirin. Tiştê girîng e ku li Meclisê qala vê were kirin lê divê nêzikatî ne ji ber konjonkturê be. Divê aştiyeke birûmet û adilane pêk bê. Ji bo vê jî divê hinek gav bên avêtin. Bahçelî qala tecrîdê kir. Tecrîd qebûl kir. Dayikên Aştiyê yên qala tecrîdê dikirin bi salan rastî lêpirsînê û êrişên hêzên ewlekariyê hatin. Îro qala rakirina tecrîdê hate kirin. Tam jî eşkere kir bê ka muxatab û çareseriya sereke çi ye. Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.”

Ji endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Meryeme Tura jî wiha got: “Me Dayikên Aştiyê ji bo xwîn nerije, şerê qirêjî bi dawî bibe û tecrîd were rakirin xwest li Silopiyayê kon vegirin. Leşkeran pêşiya me girtin û sedema hatina me pirsîn. Me jî got ji bo aştî û xwişk-biratiyê hatine. Qala qedexeyan kirin. Piştre êrişî me kirin. Em şevekê binçavkirî man. Di bin çavan de me got ku ji bo bidawîbûna zilm û mirinan û ji bo aştiyê hatine. Me xwest dayikên leşker û polîsan jî ji bo aştiyê tev li me bibin. Em dixwazin ev şerê qirêjî bi dawî bibe.”

Dayika Aştiyê Havva Kiran jî ev tişt anî ziman: “Ji ber ku li ser pankarta dayikan vekirin peyva ‘tecrîdê’ hebû, pankart jê standin. Lê Bahçelî îro dibêje; ‘Bila Ocalan bê vê derê û em li ser çareseriyê biaxivin.’ Çareserî li ser wan pankartan hebû û we ji dayikan stand. We ji bo wê peyvê êrişî dayika kir. Tehemûla we li dijî wê peyvê nîne lê hûn niha qala çi dikin. Ev nakokî ye. Hinek zelal bin. Bi bombeyên gazê êrişî dayikên 70-80 salî kirin. Hinek dayik rakirin nexweşxaneyê. Hinek hatin binçavkirin. Heke tehemûla we ji bo dayikan nebe, ji bo tu tiştekî nabe. Hûn bang li birêz Ocalan dikin ku bê meclisê û biaxive lê tehemûla gotina dayikan a ‘bila tecrîd rabe’ nakin. Ev yek nakokî ye. Heke daxwazeke we ji bo muzakere û danîna maseya çareseriyê hebe, divê hûn ji ewil vî şerê qirêjî bi dawî bikin. Heke bingeheke wê tune be, tu wateya aştiyê nîn. Ez êrişa li dijî dayikan şermezar dikim. Heke hûn rê nedin dayikan dê tu aştî çênebin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tulay Hatîmogûllari: Divê tecrîd teqez bê rakirin!
Nûçeya Pişt re Li Sûdanê bombe li mizgeftekê hate barandin: Herî kêm 31 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îran û Misirê banga kêmkirina rageşiya li herêmê kirin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi û Serokkomarê Misirê Abdul Fettah el Sîsî li…

Ji aliyê Stêrk TV

Dagirker erdên çandiniyê dişewitînin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê erdên çandiniyê yên li Zirganê dişewitînin.

Ji aliyê Stêrk TV

Pirtûka helbestan a ‘Dema jinê’ hate weşandin

Pirtûka helbestan a 'Dema jinan' a Dîlan Malatya ji Weşanên Meyman hate çapkirin. Pirtûk hestên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Sabahattin Tekin ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Çi dibe bila bibe em ê xwedî li mîrateya PKK’ê derkevin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

ÎHD’ê Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Farqînê li şikefta sê qatî gelek hestiyên mirovan hate dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?