Pêncşem, 2 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 2’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Gulnur Saydam hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îbrahîm Kalin li Kerkûkê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî xwe ji kongreyê re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB: Bêyî rûbirûbûna komkujiyan aşitiya civakî pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ji bo çalakkirina parlamentoyê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî Komkujiya Sêwasê ya 2’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zîlan li Şengalê bi semînerekê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA-Starê: Zîlan ji bo me sembola serketinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyên Amedê: Divê Rêber Apo êdî azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Zîlan sembola îradeya jin a azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Johanna Kiso: Dema ku dayik li hev kom dibin vediguherin hêzeke têk naçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Gulistan Doku de giliyê 108 wezîfedarên emniyetê hat kirin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker soza berxwedanê
Rojava

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker soza berxwedanê

Xelkê Dêrikê soza xwe dubare kir ku li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker xaka xwe biparêze û berxwedanê xurt bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Artêşa Tirk a dagirker 23’ê Cotmehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş bir ser qadên sivîl û binesaziya herêmê. Hezar û 31 êrîş pêk anî ku jiyana 5 milyon mirovên herêmê xiste nava metirsiyê. Di encama van êrîşan de 17 sivîl şehîd bûn, 65 jî birîndar bûn. Xelkê Dêrikê nerazîbûn nîşanî êrîşan da û soza xwe dubare kir ku wê xaka xwe biparêze û berxwedana xwe xurt bike.

‘GEL XWE BI FELSEFEYA RÊBER APO BI RÊXISTIN DIKE’

Cîhan Elî bi bîr xist ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdeyî 12 sal in dewam dikin û got, “Dema ku mijar dibe gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêzên navneteweyî xwe bêdeng dikin. Hêzên ku îro ji bo Fîlîstîn û Lubnanê nerazîbûnê nîşan didin, li hemberî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûneke biçûk jî nîşan nadin. Ev bêdengî bandorê li berxwedana gelan nake; gel xwe bi tenê nabîne. Berevajî vê yekê berxwedana xwe ya ku xwe dispêre hêza xwe xurt dike. Birînên xwe bi xwe dipêçe. Bi êrîşan nikarin îradeya me bişikînin. Her êrîşek îradeya me hîn xurt dike. Ev yek bi êrîşên dawî re jî careke din hate dîtin. Gel li qadan êrîş têk bir. Mîna her demê jinan pêşengî ji vê berxwedanê re kirin. Îradeya jinê ya xurt îradeya civakê ya xurt afirand. Divê dewleta Tirk a dagirker zanibe, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi felsefeya Rêber Apo bi rêxistin dikin û têdikoşin. Ji ber vê yekê wê nikaribin têkoşîn û berxwedana me bişikînin.”

‘ÊRÎŞ HATIN TÊKBIRIN’

Hogir Salih bal kişand ser êrîşên li dijî sivîlan hatin kirin û got, “Êrîş li ser qadên jiyanê yên civakê û cihên ji pêwîstiyên jiyanê hatin kirin. Xisara madî rû da, lê belê nekarîn îradeya gel bişikînin, nekarîn koçber bikin. Lewma êrîş careke din hate têkbirin. Ji roja destpêkirina êrîşan û pê ve gel daket qadan û dirûşmên berxwedanê bilind kir. Dewleta Tirk a ku ji Rêveberiya Xweser û gelan re dibêje terorîst, ew bi xwe terorîstê herî mezin e. Bi êrîşa li ser zarok, extiyar û jinan terorîstiyê dike.”

Hogir Salih ji bo dewletên ku xwe weke hêza garanton pênase dikin jî got, “Hêzên ku qaşo ji bo aramiyê li xaka me ne, dema ku bi êrîşan jiyana 5 milyon mirovî kete metirsiyê li ku bûn? Hêzên ku qaşo dibêjin ew mafên mirovan diparêzin, çima bêdeng in? Ji bo dawî li vê bêdengî û durûtiyê bînin em bang li wan dikin ku wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”

‘BI RÊYA VAN ÊRIŞAN ŞERÊ TAYBET Û PSÎKOLOJÎK DIMEŞÎNIN’

Şadiye Mihemed jî li ser êrîşên bê navber ên dewleta Tirk got, “Bi van êrîşan qanûnên navneteweyî têne binpêkirin. Êrîş li ser tevahiya binesaziya herêmê hate kirin. Cihên ku bûn hedef çavkaniya debarê ya gel e. Bi van êrîşan şerê taybet û psîkolojîk tê meşandin. Lê belê gel li hemberî van êrîşan bû çeper ji qadên xwe re. Bi rengekî hevgirtî bersiva herî mezin da dijmin. Li hemberî êrîşên dagirkeran ji hêzên navneteweyî helwesteke biçûk jî nehate nîşandan. Divê ev hêz li hemberî êrîşan helwesta xwe diyar bikin. Ev bêdengî tê wateya hevkariya wan bi dewleta Tirk re.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DÊRIK

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 18 roj in Werîşe Mûradî di greva birçîbûnê de ye
Nûçeya Pişt re DBP û TJA’yê li dijî desteserkirina şaredariyê bang li gelan kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Milîsên HBDH’ê li Stenbolê çalakî lidar xistin

Milîsên Sakîne Cansiz ên HBDH’ê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Stenbolê du…

Ji aliyê Stêrk TV

HBDH’ê li Stenbol û Bûrsayê çalakî lidar xistin

Milîsên Hakî Karer ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li Stenbol û Bûrsayê di…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şirnex û Rihayê zêdeyî 30 kes hatin binçavkirin

Li bajarê Riha û Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê û navçeyên Şirnexê, hêzên dewleta Tirk bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Cenazeyê 18 şehîdên ku ji Minbicê hatin veguhestin, li Kobanê hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişlo û Kobanê operasyonên li dijî Til Eran û Til Hasilê hatin protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Til Eran û Til Hasilê daxwaza berdana zarokên xwe kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Jinên Qamişliyê êrîşa li ser Til Eran û Til Hasilê şermezar kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?