Li gorî nûçeya ANHA’yê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyek di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de, li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bi sahrîcan re bû êriş hat kirin.
Çavkaniyê diyar kir ku êriş ji aliyê du kesên li ser motorsîklêtê bûn ve li nêzî Zanîngeha Qurtuba ya li ser rêya Qamişlo-Hesekê pêk hat.
Hêzên Ewlekariyê dest bi lêgerîna êrişkaran kiriye.

