Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) der barê çalakiyên li dijî şaneyên DAÎŞ’ê de daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Di van rojên ku herêma me ya Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê careke din bi êrişên giran ên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re rû bi rû tê, şaneyên DAÎŞ’ê hewl didin li dijî gelê me êriş û komkujiyên nû pêk bînin. Li ser vê bingehê yekîneyên me yên ewlekariya YPJ’ê bi baldarî nêz bûn û li dijî du şaneyên cuda yên DAÎŞ’ê rêze çalakî lidar xistin.
Li ser rêya Şedadê-Hesekê li dijî şaneyeke DAÎŞ’ê çalakiyeke serde girtinê pêk hat û di encamê de 2 çete hatin girtin û mayînek hate bê bandorkirin.
Her wiha yekîneyên me li herêma Dêrazorê çalakiyek pêk anîn û di encamê de çeteyek DAÎŞ’î hate girtin û hejmarek cebilxane hate desteserkirin.
Di encama van herdu çalakiyan de 3 çete hatin girtin û tevî mayînekê, hejmarek cebilxane hate desteserkirin. Bi vî awayî planeke din a DAÎŞ’ê hate têk birin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin dê li eniyên pêş ên cengê bin û dê tu êrişên dagirkeriyê bê bersiv nehêlin.