Duşem, 18 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şehîdên meha Gulanê li Mîçurinskê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Totonac ê Meksîkayê bang li Konseya Ewropayê kir: Azadiya Ocalan misoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo meseleya Kurd statu û garantiya qanûnî şert e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Yilmaz: Desthilatdarî giraniyê dide ser parastina rewşa xwe ya siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li zanîngehan bi rêya êrişên faşîst, têkoşîna sosyalîst hedef tê girtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hakî Karer: Navê hevrêtiya destpêkê û têkoşîna azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Selahedîn Saleyî: Mifteya çareseriyê tenê Îmrali ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Sîxurê ku destê wî di şehadeta Simko Kobanê de heye, hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya 3’yemîn a TAJÊ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendekarên wargeha Mexmûrê karnameyên xwe wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Meha Gulanê meha fedayiyên azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di navbera PJAK û Partiya Komunîst a Kurdistan de hevdîtin pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Koçyîgît: Divê tavilê tecrîd were rakirin
Rojane

Koçyîgît: Divê tavilê tecrîd were rakirin

Cîgira Serokatiya Koma DEM Partiyê Gulîstan Koçyîgît got: ‘’Birêz Ocalan di mijara çareseriyê de aktorê sereke ye. Ger di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de niyeteke wan hebe, divê bi lez tecrîd were rakirin.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Cîgira Serokatiya Koma DEM Partiyê Gulîstan Koçyîgît anî ziman ku ji bo Şaredariya Esenyûrtê tayînkirina qeyûm tê wateya desteserkirinê û got: ‘’Hem li dijî lihevkirina bajêr û tifaqa demokratîk êrîşek heye û hem jî li ser Kurdbûna Ahmet Ozer krîmînalîze tê kirin û girtina bi hincetên derewîn heye.

Cîgira Serokatiya Koma DEM Partiyê Gulîstan Koçyîgît têkildarî mijarên weke tecrîd, rewşa Meclîsê,  êrîşên li ser ziman û desteserkirina Şaredariya Esenyûrdê ji ajansa me re axivî.

Koçyîgît di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku li Meclîsê berberiyeke zêde heye û got: ‘’Partiyên din ên Meclîsê li hemberî gotinên gelekî ras û mafdar jî di çarçoveya feraseta xwe de tevdigerin.  Di van rojên dawiyê de li dijî Bakur û Rojhilatê êrîş hene. Divê her kes li dijî vê yekê derkeve. Ji ber ku cihên sivîlan tên bombebarankirin, qad û tesîsên jiyanî tên bombebarankirin.  Dema ku mijar dibe xaka gelê Kurd û mexdûriyetên gelê Kurd em dibînin ku gotinên me nayên guhdarkirin û di çarçoveya pêşdarazekê û refleksa dewletê ya klasîk de li nêzî mijaran dibin. Ev yek me gelekî aciz dike.  Desthilatdarî li şûna çareserkirina pirsgirêkan, helwesteke êrîşkarî nîşan dide. Bo nimûne li Xana Axpar û Mêedînê şewatek derketibû û şewat nehatibû vemirandin. Di encama şewata berbehs de 15 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.  Dema ku me li Meclîsê ev mijar anî rojevê, me dît ku bi argûmanên gelekî cuda mijarê îhmal dikin. Geleke mijarên bi vî rengî hene. Feraseteke ku bi temamî di çarçoveya berjewendiyên xwe de tevdigere, guh nade me, hewl nade ku fêm bike û li hemberî rexneyên me guhên xwe digire heye. Mijareke din jî ew e ku arîtmetîkeke ku zêdetir zilam diaxivin, zilam nîqaşê dikin û zilam hikm î didin, heye. Ev yek jî me gelekî aciz dike.’’

Koçyîgît di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand êrîşên li ser zimanê Kurdî û wiha pêde çû: ‘’Em her cure polîtîkayên înkarê yên li ser çand, ziman û hebûna Kurdî qebûl nakin. Mebi salan hewl da bidin fêmkirin ku em Kurd in, ziman, çand û dîrokeke me yên cuda hene. Ev yek hate qebûlkirin lê belê bi rêbazên cuda polîtîkayên red û înkarê hê jî didomin.  Hem polîtîkayên tunekirina fîzîkî û hem jî rewşa qirkirina çandî heye. Vê yekê bi qedexekirina govend, stran û festîvalên me pêk tînin. Dema ku em li Meclîsê diaxivin jî weke ‘’zimanê nayê zanîn’’ nêzîk dibin û axaftinên me qut dikin. Li dijî hemû nirxên me yên çandî û zimanî êrîş heye.  Şaredariyên me desteser kirin û qeyûm tayîn kirin. Peykerên navdarên Kurd rakirin. Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî girtin. Hewl didin ku dîroka gelê Kurd tune bikin. Ev yek jî me gelekî aciz dikin. Ziman û çanada me heye û bi hezaran salan e ku em li ser van xakan dijîn. Em ji cihekî cuda nehatine. Em hêmanên sereke yên van xakan in.  Em dixwazin bi awayekî azad û wekhev bijîn.  Pergaleke ku di sedsala 21’emîn de li dijî ziman û çandan polîtîkayên îkarê bi rê ve dibe heye û bi rastî jî ev yek nayê fêmkirin.  Divê em li hemberî vê ferasetê rawestin û li ber xwe bidin. Divê em zêdetir xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Divê em di nava jiyana rojane de zêdetir bi zimanê xwe biaxivin. Komîsyonên me yên ziman û çandî hene.  Xebatên me yên têkildarî zaravayan hene. Em tekstên xwe bi du zimanan Kurdî û Tirkî diweşînin.  Civînên xwe jî bi du zimanan li dar dixin. Helbet ev yek têrê nakin. Ji ber vê yekê divê em li her derê di nava jiyana rojane de zêdetir bi Kurdî biaxivin û bijîn. Ji bo ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û li her derê bê bikaranîn em ê bi hev re têkoşînê mezintir bikin.’’

Cîgira Serokatiya Koma DEM Partiyê Gulîstan Koçyîgît bal kişand ser hevdîtina li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîdê û ev yek anîn ziman: ‘’Birêz Abdullah Ocalan di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de aktorê sereke ye. Ev eşkere û zelal e. Ger di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de niyeteke wan hebe, divê bi lez tecrîda li ser Birêz Ocalan were rakirin. Divê şert û mercên ewlehî, azadî û tenduristiya wî werin dabînkirin. Bandora Birêz Ocalan a di nava civakê de tê zanîn. Her wiha bandora wî ya di nava raya gîştî de jî tê zanîn. Birêz Ocalan ne kesekî jirêzê ye. Helbet di bin vê tecrîdê de pêvajo nayê birêvebirin. Birêz Ocalan ev 44 meh in yan jî ji sala 1999’an ve ye tê rehîngirtin.  Çima tecrîd têsepandin, Tirkiye hiqûqa xwe û peymamên navneteweyî nasepîne?  Divê em van yekan bipirsin. Divê ev yek derveyî çareseriyê werin pirsîn. Li holê bêhiqûqiyeke mezin heye. Em dibêjin ku terîd êşkence ye.  Êşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye. Sûcekî li dijî mirovahiyê tê kirin. Me ev yek li Meclîsê gelek caran aniye ziman. Tu kes li hemberî vê yekê dengê xwe dernaxîne. Hem mijareke bi vî rengî heye û hem jî mijara têkilyên aşitiyê heye.’’

Koçyîgît di dawiya axaftina xwe de têkildarî desteserkirina Şaredariya Esenyûtdê axivî û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’AKP, ji sala 20162an ve ye Tirkiyeyê bi rejîma qeyûman bi rê ve dibe. Destpêkê şaredariyên me desteser kir. A rastî desteserkirina şaredariyan awayê birêvebirina AKP’ê ye. Desteserkirina bi darê zorê ye.  Desteserkirina şaredariyên Amed û Wanê di heman demê de tê wateya desteserkirina şaredariyên Edene û Muglayê jî.  Bêhiqûqî li cihê tê sepandin sînordar namîne. Me got ku wê ev yek belav bibe seranserê Tirkiyeyê lê belê bi awayekî cidî li nêzî vê gotina me nebûn. Herî dawiyê Şredariya Esenyûrdê desteser kirin. Ev yek xespeke eşkere ye. Ev yek li hemberî tifaq û lihevkirinê êrîşeke eşkere ye. Her wiha li dijî nasnameya Ahmet Ozer êrîşek heye. Mijara krîmînalîzekirinê heye. Ahmet Ozer profesor e, dekantî û rektorî kirye. Tu girîngiya van namîne; çimkî têkildarî  nasnameya wî ya Kurd hedef tê girtin û bi hincetên çêkirî û derewîn  tê binçavkirin û girtin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ozel û Îmamoglû li ber desteserkirina şaredariyan rabûn
Nûçeya Pişt re Ji milîsên HBDH’ê çalakiyên li dijî tecrîd û êrîşan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gelê Dêrsimê, di pêvajoya nû de dixwaze ku DEM Partî hîn zêdetir çalak be.

Gelê Dêrsimê ji bilî baweriya xwe ya bi Tevgera Azadiya Kurd, bi taybetî rexne û…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîdên Parîsê li Ermenistanê hatin bi bîranîn

Komkujiya Parîsê li paytexta Ermenistan Erîvanê daxuyaniya çapemenê hat şermezarkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Helebceyê bi dronan êrîşî bircên peywendiyê hate kirin

Carek din Îranê bi dronan bircên peywendiyê yên li çiyayê Befrî Mîrî yê parêzgeha Helebceyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Amnesty: Li 17 welatan 2 hezar û 707 kes hatin darvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Selahedîn Saleyî: Mifteya çareseriyê tenê Îmrali ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Sîxurê ku destê wî di şehadeta Simko Kobanê de heye, hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şehîdên meha Gulanê li Mîçurinskê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?