Li hemberî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Bajarê Êlihê û Şaredariya Navçeya Xelfetiyê ya Rihayê, berxwedan dewam dike. Di êrîşa polîsan de heta niha herî kêm 92 kes hatin binçavkirin.
Li Edeneyê Gurcan Turşak a ku bi êşkenceyê hate binçavkirin, piştî ragirtina li navenda polîsan nîvê şevê hate berdan. Şaxê Edeneyê yê ÎHD’ê ragihand ku wê giliyê polîsên êşkencekar bike.
LI XELFETIYÊ SERDEGIRTINA MALAN
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê ku darbeya qeyûm lê hate kirin, navê kesên hatin binçavkirin bi vî rengî ne: Adle Fidan, Muhammet Algaç, Elif Yalçın, Berivan Kocaoğlu, Yusuf Yeşiltepe, Gürkan Göktaş, Seve Yalçınkaya û Musa Yalçınkaya.
Li gorî agahiyan operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin û dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.
LI MÊRDÎNÊ JÎ 9 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li Mêrdînê di serdegirtina malan de 9 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.