Polîsan bi gaza îsotê û ava şid êrîş birin girseya gel ku li ber Şaredariya Êlihê li dijî darbeya qeyûm li ber xwe dide. Ciwanên ku dest bi berxwedanê kirin bi keviran û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan.
Piştî êrîşa polîsan, girseya gel derbasî kolana Gulistan û Komando bû û dest bi berxwedanê kir. Komeke qelebalix jî li Xaçerêya Basinê bersivê dide êrîşa polîsan. Gelê ku bi gerandina govendê li dijî qeyûman li ber xwe didin, dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin. Dema ku berxwedana gel dewam dikir, polîsan cara duyemîn bi gaza îsotê êrîş kirin. Gel bi dirûşmeyan bersiv dan êrîşa polîsan û dîsa barîkat danîn.
Di vê navberê de gelê ku Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî û hevşaredarên Êlihê Gulîstan Sonuk û Yeşîk Işik ên qeyûm li şûna wan hate tayînkirin jî di nav de bûn li Dortyolê li hev civiyan û êrîşa polîsan bi meşê protesto kirin. Gel ji Dortyolê heta rêxistina DEM Partî ya bajêr meşiyan.
Ciwanan li kolana Gulistan û Komando bi kevîran bersiv dan êrîşên polîsan ên bi TOMA’yan. Ciwanan li pişt barîkatan ku bi konteynirên çopê çêkirine, bi keviran bersiv didin êrîşên polîsan.