Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên derengî şevê gundên bakurê rojhilatê kantonê topbaran kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin çete û dagirkeran gundên Cat, Hîsan û Elwatê bi guleyên obîsan û hawanan topbaran kirin. Hate ragihandin ku li gel topbaranê jî balafireke bê mirov a bi çek a artêşa Tirk li gundê Elwatê nuqteya leşkerên hêzên hikumeta Şamê kir hedef.
Li gorî daxuyaniyê, di encama bombebaranê de 2 leşkerên hêzên Şamê hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn û darên zeytûnan ên li derdora nuqteyê jî şewitîn.