Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenski ragihand ku li bajarê Harkiv ê li bakurrojhilatê welêt di êrişa droneyan a Rûsyayê de 2 kes mirin. Waliyê herêmê Oleg Synegubov jî got, di êrişê de 23 kes birîndar bûn. Hate ragihandin ku di êrişê de xisareke giran li qadê çaremîn ê apartmanekê bû.
Zelenski diyar kir ku nîvê şevê di êrişên li ser Odessayê de 8 kes birîndar bûn, zerar li şebekeya elektrîkê, bendergeh û hin avahiyên li bajêr bû.
Zelenski anî ziman ku li pavlograd ê li herêma Dnipropetrovskê jî êriş li ser binesaziyeke enerjiyê hate kirin û di encamê de 4 jê zarok 8 kes birîndar bûn.
ÛKRAYNAYÊ ÊRIŞ BIR SER BELGORODÊ
Li bajarê Belgorod ê Rûsyayê yê li ser sînorê Ûkraynayê, hate ragihandin ku di encama êrişa Ûkraynayê ya bi droneyan de 3 kes mirin. Rêveberiya herêmê diyar kir ku zarokên 4 û 9 salî jî di nav de 25 kes birîndar bûn.

