Partiya Komarê ya Gel (CHP) piştî girtina Şaredarê Esenyûrtê û desteserkirina şaredariyê ‘Nobeda Demokrasiyê’’ da destpêkirin. Nobed kete roja 5’an.
Heyeta ku ji Alîkara Serokê Giştî yê CHP’ê Gulşah Denîz Atalar, Parlamenterên CHP’ê Yuksel Mansûr Kilinç, Denîz Yavûzyilmaz û Ûmût Akdogan pêk dihat, hate ber binaya şaredariyê û xwest bikeve hundirê bînayê. Polîsên ku bînaya şaredariyê bi barîkatan dorpêç kirine, destûr neda heyetê ku bikeve bînaya şaredariyê. Heyetê li hemberî vê yekê nerazîbûnên xwe nîşan da û di navbera heyeta CHP’ê û polîsan de gengeşe derket.
Parlamenterê Zongûldakê yê CHP’ê Denîz Yavûzyilmaz li hemberî barîkata polîsan nerazîbûnên xwe nîşan dan û got:’’Ma heya hilbijartinên xwecihî wê barîkat û polîs li vir bin?’’