Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Efrîn-Şehba Rîhan Elo der barê tundiya li ser jin û gel tê meşandin û têkoşîna li hemberî wê ji ANF’ê re axivî. Rîhan Elo diyar kir ku tundî li ser xweza, mirov û her zindiyeke li ser rûyê erdê tê kirin û wiha got: “Dema ku em qala tundiyê dikin desthilatdarî jî tê de cih digire. Bi derketina pergalên deshilatdar û dewletan re ku her tim li ser dagirkeriyê xwe mezin kirine ev tundî derket holê. Her tim kesên ku tundiyê dide meşandin sûd ji li hemberî xwe digre ango dixwaze bi rêya tundiyê lewaztiya xwe veşêre. Desthilatdarî her tim aliyek xwe ji aliyê din bihêztir dibîne û her tim hewl dide tundî û desthilatdariya xwe li ser her kesî bide meşandin. Li hember her cûre tundî, tundiya li ser mirovan, tundiya bi gotin, tundiya malbatê û heta tundiya siyasî pêwîstî bi têgihîştinê heye.”
‘NETEWEYA DEMOKRATÎK BINGEHA ÇARESERIYÊ YE’
Rîhan Elo anî ziman ku Rêber Apo li hemberî mêtingerî, qirkirin û tundiyê, pergala neteweya demokratîk pêş xistiye û wiha domand: “Îro di sedsala 21’emîn de Rêber Apo li hember mêtingerî û qirkirinê projeya neteweya demokratîk pêşkeşî gelan kiriye. Projeya Neteweya Demokratîk bingeha xwe de azadiya jin, ekolojî, parastina xwezayê digire. Modernîteya Demokratîk bingeha çareseriya hemû pirsgirêkan. Ji ber di xwezayê de girêdanek wê bi jinê re heye. Divê were zanîn ku heta ku jin azad nebe wê civak azad nebe.”
‘HER KES XWE DI PARADÎGMAYA RÊBER APO DE DIBÎNIN’
Rîhan Elo diyar kir ku pergal Neteweya Demokratîk wek xalek sereke ya mijara demokrasiyê ye û wiha pê de çû: “Ji ber ku di paradigmaya Rêber Apo de mafê her kesî heye ku xwe bi zimanê xwe îfade bike. Ev yek dûrî pergala desthilatdariyê ye ku dixwazin li ser me bidin meşandin. Ji ber ku civak her tim di bin serweriya yek aliyê de hatiye birêvebirin û heta roja îro jî hewl didin vê pergalê bidin meşandin. Lê em dibînin ku ev pergal destdirêjî li her tiştî kiriye. Destdirêjî li xwezayê û her zindiyeke ku behnê digire kiriye. Ji bo vê li hember vê pergalê îro pergala Neteweya Demokratîk tê avakirin. Di nav vê pergalê de mafê civak, jin, ol, bawerî û hemû pêkhateyan heye ku pergala xwe ya xweser avabikin û bi hev re bijîn.”
‘PERGALA DESTHILATDARIYÊ LI DIJÎ JIYAN Û XWEZAYÊ YE’
Rîhan Elo li ser rêya sêyemîn a ku Neteweya Demokratîk xwe dispêre wê û got: “Rêya sêyemîn ku Neteweya Demokratîk xwe dispêre wê ekolojî ye. Ji ber jiyan bi xwezayê re ye. Divê rêzê li hemberî ax, roj, enerjî, ba, av û her tiştê ku ser rûyê erdê heyî were girtin. Jiyana hevseng bi xwezaya hevseng re pêk tê. Dema ku em tehdeyî li xwezayê bikin tê wateya ku em tehdeyî li jiyana xwe dikin. Ji ber bêyî xweza jiyanek baş nayê avakirin.”
Di dawiya axaftina xwe de Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Efrîn – Şehba Rîhan Elo anî ziman ku ew projeya Neteweya Nemokratîk a Rêber Apo esas digirin û wiha bi dawî kir: ”Em projeya ku Rêber APO pêşkeş kiriye ji xwe re çareserî dibînin. Li ser vî esasî li hemberî pergalên mêtinger, qirker û tundiya ku li ser gel û jinan tê meşandin pêwîstiya me herî zêde bi avakirina pergala Netewaya Demokratîk heye. Divê pratîkirina felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi xweza û jiyanê re têkîldare li ser esasê parastina xwezayê pêk were.”