Şêniyên bajarê Til Hemîsê, endamên saziyên sivîl, partî, hêzên leşkerî û rûspiyên bajêr li goristana şehîdan a li bajêr kom bûn û cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Xessan Casim El Ilawî veşart ku 10`ê Mijdarê şehîd bûbû.
Ji fermandarên Foca Tirbespiyê ya Meclîsa Leşkerî ya Qamişloyê Mihemed Zêdan di merasîmê de axivî û sersaxî da malbata şehîd û şehîdên herêmê bi bîr anîn.
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Hemze El Xelef fedakariyên şehîdan ên di oxira parastina welêt de silav kirin û got: “Bi saya fedakariyên şehîdan, planên li dijî tevna nîştimanî ya herêmê bi bin ketin.”
Hevserokê Desteya Olî ya Til Hemîsê Mutez El Enter jî got: “Pêkhateyên herêmê di bin sîwana neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan de, hevgirtî ne. Em soz didin ku li ser şopa şehîdên xwe bin û wan ji bîr nekin.”
Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Di dawiyê de şêniyan cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayikan de spart axê.