Endamên saziyên sivî, leşkerî, partiyên siyasî, Kombûna Jinan a Zenûbiya, şêx û rûspiyên eşîrên herêmê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û meclîs û desteyên Rêveberiya Xweser a Kantona Reqayê ji bo veşartina cenazeyê şervanê Hêzên Komandos ên QSDˈê Hûsam Cûma Hîlal li Pakrewangeha Şehîdan a li gundê Hikumiyê yê bakurê bajarê Reqayê kom bûn.
Merasîm bi torana leşkerî ya Hêzên Komandos destpê kir. Piştre ji fermandarên Hêzên Komandos Nemir El Hesen axivî.
Fermandar El Hesen sersaxî ji malbata şehîd Hûsam re xwest û wiha got: “Şehîdên me em fêrî berxwedanê kirin. Lewra em soza xwe nû dikin ku em şopdarên xeta şehîdan bin û xak û gelê xwe biparêzin. Em ji dijmin re dibêjin êrişên we me ji meşa bexwedanê venagerînin û em ê heya serkeftinê li ber xwe bidin.”
Endamê Meclîsa Rêveber a Kantona Reqayê Mihemed El Ehmed got: “Em bejna xwe li hemberî şehîdên xwe yên leheng û dayikên wan ên ku kezeba xwe di ber vî welatî re dane, ditewînin. Em ê heya serkeftinê destek bin.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Hûsam Hîlal hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” hat veşartin.
Şervanê Hêzên Komandos ên QSDˈê şehîd Hûsam Cûma Hîlal 15ˈê vê mijdarê dema erka xwe ya leşkerî li eniya li rojhilatê Kobanê bi cih dianî, mayineke berê ya çeteyên DAÎŞˈê pê ve teqiya û şehîd bû.