Duşem, 17 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    3 girtî piştî 31 salan hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Divê biryara li ser Mizrakli bê betalkirin û were berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Selçûk Mizrakli û hemû girtiyên siyasî divên bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aferîn Mohajer 44 roj in li Girtîgeha Evînê ragirtî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di balafira kargoyê de ya kete xwarê 20 leşker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Piştgiriya cîhana Ereb ji bo serketina pêvajoyê gelekî girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şervana YPJ’ê teziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê li ser sindoqan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Kurd û komek Tirkmen bi hev ketin: 2 polîs mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê milîtanên Apoyî yên fedaî bi hurmetî bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Goçer: Divê dewlet dest ji avaniya xwe ya mîlîtarîst berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziya Şehîd Şervan Şoreş hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de rêbazên berxwedanê hatin vegotin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Em ê dadweriya karkerên jin ên hatine qetilkirin biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo girtiyên jin çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 10 mehan de 383 jin hatin qetilkirin: Qanûnên ku nayên pêkanîn cesaret dide mêran!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê: ‘Civakeke ku jin tê de ne azad be, nikare demokratîk be’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nava xweliyên Sînema Amûdê ‘Festîvala Fîlman a Rojava’ destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wuppertalê ‘Şevbêrk’ a Kanîreşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Rojava

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Di çarçoveya 24’ê Mijdarê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş û çalakî hatin lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Nevneteweyî bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî” xwe biparêze” dewam dikin.

HESEKÊ

Kongra Star bi beşdariya bi dehan endam û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û şervanên YPJˈê civîneke berfireh li nivîsgeha PYDˈyê ya li bajarê Hesekê li dar xist.

 

Di civînê de endama Desteya Rêveber a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer axivî. Emîne zihniyeta baviksalar “wekî bingeha belavbûna tundiya li ser jinan nirxand û got “Tundî li cihekî û zemanekî sînordar nin e, lê belê pirsgirêkeke cîhanî ye girêdayî zihniyeta baviksalar a desthilatdar e. Bi guhertina vê zihniyetê civakeke azad û demokratîk ava dibe.”

Emîne Omer felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku di sedsala 21ˈê de derketiye wekî ˈˈpêngaveke dîrokî ber bi xurtkirina têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan û avakirina civakeke bêtundî veˈˈ nirxand.

Beşdarên ku nêrînên xwe anîn ziman, têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, astengiyên li pêşiya wan û rêbazên bidawîkirina van astengiyan vegotin.

Piştre berdevaka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Duha Ehmed nameya şehîda fedaî Asya Alî xwend.

Jinên ciwan bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber qada Sinalko ya Hesekê meşiyan.

Bi sedan jinên ciwan ên Kurd, Ereb, Asûrî û Ermen ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî meşê bûn. Di meşê de filemayên Rêber APO û têkoşerên fedaî Şehîd Rojger û Şehîd Asya û alên Yekitiya Jinên Ciwan hatin hilgirtin.

Her wiha wêneyê Hevberdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger Ronahî Amanos ku çend roj berê ji ber qeyrana dil şehîd bû, hatin hilgirtin.

Jinên ciwan pankarta “Ji darvekirinê re na” cezayê darvekirinê yê Îranê li 3 jinên pêşeng ên şoreşger biriye şermezar kirin.

Jinên ciwan jî bi dirûşmeya “Tecrîd tundiya herî mezin e” bal kişandin ser tecrîda li ser Rêber APO tê meşandin.

Meş li ber Parka Rêbertiyê bi dawî bû.

Axaftina bi kurdî ji aliyê endama PYD’ê ya jina ciwan Sara Hisên ve hat kirin.

Sara Hisên banga xwedîderketina li berxwedana Rêber Apo kir.

Sara Hisên bal kişand ser berxwedana destanî ya bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê li dijî faşîzma dewleta Tirk a dagirker tê meşandin û anî ziman ku berxwedana gerîla derbeke mezin li dijmin xistiye û dijmin aniye ber têkçûnê.

Piştî axaftinê komek jinên ciwan ve pêşandana tekwandoyê hat lidarxistin.

Di heman demê de jinên ciwan li Mexmûr û Şengalê jî meşiyan.

ŞEDADÊ

Li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê dewreya perwerdeyê ya ji aliyê Kongra Star ve ji bo mêran hatiye organîzekirin di roja 3ˈyemîn de dewam dike. 150 mêr ên ku beşdarî perwerdeyê bûne waneyên li ser qanûna malbatê, zayendperestî û hevjiyana azadî dibînin.

Rêvebera Kongra Star Melek Mihemed îro dersa zeyendperestî da. Melek got ku zayendperestî berhema çand û hin kevneşopiyên kevinperest e ku rola jinan di nava civakê de zîncir dike.

Melek diyar kir ku jin bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji van zînciran rizgar bûn û cihên xwe di qadên siyasî, civakî, aborî û leşkerî de digirin.

Melek Mihemed her wiha destnîşan kir ku armanc ji vê dewreyekê ew e ku ji girîngiya piştevaniya mêran a bi mafên jinan û avakirina jiyaneke wekhev were nasandin.

 Melek li ser tevlîbûna dewreyê jî wiha got: “Tevlêbûna beşdaran baş e. Ev dide nîşandan ku zanebûneke civakî li bajarê Şedadê ya ku bi taybetmendiya xwe ya eşîrtî tê naskirin, çêbûye. Her wiha tê nîşandan ku gavên ber bi pêkanîna wekheviyê û piştevaniya mafên jinan ve tên avêtin.”

HELEB

Di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan tên lidarxistin de bi sedan mêr li bajarê Helebê, nûnerên ji tevgerên jinan meşiyan. Meş ji pêş hola civînan a 8ˋê Adarê ya taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir û li kolanên taxê geriyan.

Meşa li Qada Şehîdan vegerî mîtîngê. Li wir endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo axivî û got: “Têkoşîna ji bo bidestxistina azadiya jinan di vê serdema nû de ku xwişkên Mîrabal dest pê kiriye, îro ji hêla pêşngtiya şehîdên Kurdistanê dewam dike.”

Fehîme êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û çewisandina dewleta Îranê ji azadiya jinan re şermezar kirin.

Hevserokê Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê Ehmed Bîrhat got: “Meş xwedî gelek peyaman e ku projeya neteweya demokratîk parêzvanê azadiya rasteqîn a jinan e û netewe-dewlet û kapîtalîst di siyasetên xwe de bi ser nakevin.”

Di dawiyê de endamê Meclisa Taxa Şehîd Rûbar Qamişlo, Ebdurehman Bozan bi zimanê Erebî li ser têkoşîn giştî û têkoşîna jina azad helbestek xwend.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jinan atolye li dar xistin û qert ji girtiyan re şandin
Nûçeya Pişt re Jinên Mexmûrê li dijî tundiya li ser jinan meşekî girseyî lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtiyên ji Rojava ji mafên bingehîn ên mirovî bêpar têne hiştin

Parlamenterê DEM Partiyê Kamuran Tanhan diyar kir ku li dijî girtiyên ji Rojava kiryarên xirap…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameya 4 şervanên şehîd hate eşkerekirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 4 şervanên xwe yên şehîd bûne, eşkere kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Naîf Bezwan: Metirsiya esasî ya li ser Rojava ji ber Tirkiyeyê ye

Naîf Bezwan anî ziman ku metirsiya herî mezin a li ser Rojava ji ber Tirkiyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Federasyona Gaziyan: Rizgarkirina Şengal a Nûranî pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Hevdîtinên ji bo agirbesta mayînde ya navbera Pakistan-Efganistanê bi ser neketin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokên DEM Partiyê: Divê biryara li ser Mizrakli bê betalkirin û were berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Girê Spî polîtîkayên Tirkkirinê dewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?