Li bajarên Egeyê bi sed hezaran jin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî daketin qedan û bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azdî” tundiya mêr-dewletê şermezar kirin.
ÎZMÎR
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Îzmîrê, jin li ber Gara Basmaneyê hatin gel hev û heta Navenda Çandê ya Turkan Saylan meşiyan û dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana jinan” berzkirin.
Li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan daxuyaniya Kurdî û Tirkî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku AKP-MHP polîtîkayên dijminatiya jinê dimeşînin û jin jî li hemû qadan li dijî desthilatdariyê xwe rêxistin dike. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku desthilatdarî gumanbaran bi bêcezahiştinê diparêze. Bi domdarî wiha hate gotin: “Tevî biryara durxistinê 43 jin hatin qetilkirin. Berpirsê vê desthilatdarî û hevkarên wê ne.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku wan bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hêrsa xwe anîne ziman. Daxuyanî bi dirûşme û gerandina govendê bi dawî bû.
MANÎSA
Bi banga Platforma Jinan a Manîsayê, jin li qada Manolya hatin gel hev. Li ser navê jinan sekretera giştî ya Egîtîm Sen a Manîsayê Bengu Kanak daxuyanî xwend. Jinan piştî daxuyaniyê bi fîtikan tundiya mêr protesto kirin.
AYDIN
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Aydinê, jin hatin gel hev û ji Taşkopru heta Qada Kentê meşiyan. Jinan dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî’ û pankarta “Em ê yek din kêm nebin vekirin”. Metna çapemeniyê li ser navê jinan sekretera SES a Aydinê Reyhan Kiliç xwend.
DENÎZLÎ
Bi pêşengiya Jin bi Hevre Xurtin, jin li ber Banka Navendî hatin gel hev û heta Qada Çinar meşiyan û li wir daxuyaniyek dan. Jinan dirûşme berzkirin. Li ser navê jinan Berdevka Jinan a Platforma Şaxa KESK’ê ya Denîzliyê Fîgen Tufan daxuyanî xwend.
MÛGLA
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Menteşe, jin ji Parka Akyol heta Qada Sinirsizlik meşiyan. Jinan bê navber dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Li ser navê jinan Asli Ercan û Dîlek Bulut daxuyanî xwend.
Li navçeyên bajar jî daxuyanî û meş hatin lidarxistin.