Pêncşem, 30 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kûrtûlmûş: Bi qebûlkirina qanûnê re wê derî li dema nû vebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî nayê dermankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mugla, Îzmîr û Balikesîrê şewata daristanan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Etimesgutê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karakûş: Ji bo aştiya mayinde divê çarçoveya hiqûqî bê afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêveberiya Tevgerê: Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê nepêkan e ku pêwîstiyên qanûnê bêne bicihanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şarbajêr şewata mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sroş Keremî yê ku piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin bi girseyî hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser baregeha HDK-Î

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê qetilkirina Mehdî Tewekulî û malbata wî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Ewropayê ji bo fermana Şengalê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinek li Kelarê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 saziyên jinan têkildarî mafp jinan û statuya Kurdan bi Guterres re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin: Rojava rûmeta me ye!
Kurdistan

Êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin: Rojava rûmeta me ye!

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran hatin şermezarkirin û hate gotin, "Rojava rûmeta me ye." Di çalakiyan de hate xwestin, ku tecrîda li ser Rêber Apo tavilê bê rakirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Êrîşên çeteyên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) ya ser bi dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.

Gelê Bakurê Kurdistanê li dijî êrîşan daket qadan.

ÊLIH

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî êrişan daxuyanî dan. Daxuyanî, li pêşiya avahiya DBP’ê hate dayin û pankarta “Kobanê rûmeta me ye” hate hilgirtin. Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.

Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz di daxuyaniyê de got ku lil dijî kurdan polîtîkaya êrişê di meriyetê de ye û diyar kir ku divê têkoşîna li dijî vê bê mezinkirin.

Hevserokê DBP’a Êlihê Resûl Çetîn jî daxuyaniya hevpar xwend. Çetîn, diyar kir ku rejîma BAAS’ê ya 61 salî hilweşiyaye û wiha domand: “Em dixwazin li Sûriyeyê rêveberiyeke demokratîk welêt birêve bibe. Divê amadekariyên pêvajoyeke demokratîk a demkî bên kirin û ev yek bi cîhanê re bê parvekirin. Sûriye ya sûriyeyiya e û divê hemû hêzê rêzê ji bo îradeya hevpar a gelên Sûriyeyê bigirin. Divê mafên hemû gel û baweriyan ên li Sûriyeyê bi destûreke bingehîn a demokratîk bên misogerkirin.”

Çetîn, banga mezinkirina têkoşînê kir û ev tişt anî ziman: “Weke raya giştî ya demokratîk, em dibêjin ku divê rêveberên Tirkiyeyeyê bi kurdên li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ne şer û pevçûnan lê aştî û guftûgoyê esas bigirin. Stratejiya şer û tunekirinê dê tu xêrê negihîne tu derdoran. Em dibêjin ku aştiyeke birûmet dê bi her kesî bide qezenckirin. Divê ne polîtîkayên milîtarîst lê pêvajoya aştiyê û muzakereyan dest pê bike. Di vê çarçoveyê de jî divê tavilê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin û hevdîtin bên destpêkirin.” 

Daxuyanî, bi dirûşmên “Kujer DAIŞ hevkar AKP”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bijî berxwedana Rojava”  û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû.

AMED

Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê jî têkildarî êrişan û binpêkirina mafê jiyanê yê zarokan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî bidawîbûna rejîma BAAS’ê, bi êrişên hinek welatên cîhanê û “hin komên çeteyan” li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mafê jiyanê hatiye binpêkirin û piraniya van binpêkirinan jî li dijî zarokan hatine kirin.

Bi domdarî hat destnîşankirin ku di êrişên ser Eyn Îsa û Kobanê de piranî jê jin û zarok gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Bi domdarî hate gotin ku li gorî daneyên Konseya Ewlekariyê ya NY’ê, di navbera salên 2013-2018’an de ji ber şer û pevçûnan 3 hezar û 891 zarokan jiyana xwe ji det dane, 3 hezar û 448 birîndar bûne. Di berdewamê de rapora Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) hate parvekirin û hat gotin ku di navbera salên 2011-2018’an de bi giştî mafê jiyanê yê 28 hezar û 226 zarokan hatiye binpêkirin.

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Divê şer û pevçûn bên bidawîkirin. Texrîbata şerê demek berê hêj pir nû ye û bi êrişên nû re dê texrîbatên hîn mezintir bibin. Banga me ji bo hemû mekanîzmayên navneteweyî ew e ku ji bo bidawîkirina şer û pevçûnên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavan biavêjin. Di çarçoveya Peymana Mafên Zarokan a NY’ê de ku Sûriyeyê jî îmze kiriye, divê pevçûnên li qadên jiyanê yên zarokan bên bidawîkirin û ji bo zarok mafên xwe bi kar bînin bikevin nava tevgerê.”

COLEMÊRG

Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê jî li dijî êrişan li navenda bajar daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta me ye” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn di daxuyaniyê de got ku divê her kesên xwedî jiyaneke birûmet Rojava biparêzin û ev tişt anî ziman: “Şert û merc çawa dibin bila bibin divê her kes berteka xwe nîşanî êrişên ser Rojava bide.”

Piştî daxuyaniyê, partiyî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” heta pêşiya partiyê meşiyan.

GEVER

Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên navçeya Geverê jî daxuyanî dan. Beriya daxuyaniyê, gelek kes ji avahiya navçeyê heta navenda navçeyê bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e”, “Bijî berxwedana Rojava” meşiyan. Girseya ku gihişt navendê, li pêşiya navendeke kargehan daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez di daxuyaniyê de got ku armanca ji êrişan, tunekirina destkeftiyên gelê Kurd in.

Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû.

ÎDIR

Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Îdirê û TJA’yê jî têkildarî êrişan li pêşiya avahiya DBP’ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Na ji şer û dagirkeriyan re, aştî a niha” hate hilgirtin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Endama TJA’yê Nazîfe Çarkli di daxuyaniyê de got ku rêxistinên cîhadîst ên hêzên emperyal berdane qadê ketine nava şerê îktîdarê û ev tişt anî ziman: “Hedefa van êrişan, tunekirina modêla jiyana demokratîk a Rojava û şoreşa jinê ye. Di serî de gelê Kurd û gelên Rojava, dê parastina me ya hemû gelan bidome.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pêşmergeyên Dêrîn: Ji bo alîkariya bi Rojava re divê Deriyê Sînor ê Sêmalka bê vekirin
Nûçeya Pişt re DAKB: Em 14’ê Kanûnê beşdarî çalakiyan bibin, xwedî li Rojava derkevin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DBP: Em ê bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ avakirina jiyaneke azad bidomînin

Meclisa Jinan a DBP'ê bertek nîşanî biryara qedexekirina dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" ya ji aliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Pisporên NY’ê: Cezayê darvekirina Pexşan Ezîzî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye

Pisporên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî cezayê darvekirinê yê ji aliyê saziya dadweriya Îranê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Mahabadê heta Seqizê pîrozbahiyên Newrozê

Li Rojhilatê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê bi coş dewam dikin. Ji Mahabadê heta Ûrmiyeyê, ji Seqizê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kûrtûlmûş: Bi qebûlkirina qanûnê re wê derî li dema nû vebe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêveberiya Tevgerê: Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê nepêkan e ku pêwîstiyên qanûnê bêne bicihanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Werîşe Muradî nayê dermankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komîteya Dîlgirtî û Windahiyan a Rojava: 628 kes winda ne, 138 kes dîlgirtî ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?