Şervanê Hêzên Komandosê ên QSD’ê Şehîd Ebdulmelêk Kenaş, di 7’ê Kanûnê de li Helebê şehîd bûbû. Cenazeyê şehîd li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan ya bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin. Bi sedan kes tevlî merasîma ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ve hatî birêxistinkirin, bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo Fatma El Casim axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Fatma El Casim got ku bila dayika şehîd serê xwe hilde jor ji ber ku di jiyanê de şehadet asta herî bilind û binirx e. Her wiha anî ziman ku wan ji tevahiya cîhanê re tekez kirine ku ew yek in û mînaka herî berbiçav jî şehîdên Ereb û Kurd in û banga yekîtiyê kir. Her wiha El Casim di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê em li ser xeta şehîdên xwe bin û tu carî çekên wan li erdê nehêlin.
Piştre li ser navê Hêzên Leşkerî Agirî Qamişlo jî axaftinek kir û ev yek anîn ziman: “Em ê her tim li ser fikrên Rêber Apo û xeta şehîdên xwe bimeşin. Jiyana me bi berxwedaniyê tê naskirin. Ji ber wê jî em ê heta nefesa xwe ya dawîn têbikoşîn. Her wiha em van dewlet û kesên ku bi navê Îslamê komkujiyan bi serê gelan pêk tînin û zarokan dikujin şermezar dikin. Em ji wan re dibêjin ev ne rêbazên Îslamî ne û ev rêbaz, rêbazên terorîstan ne. Di dawiyê de em soza xwe ya ji şehîdên xwe re nû dikin û dibêjin ku em ê xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin û bigihêjin asta serkeftinê.”
Li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk jî Şên Umer El Hemîd sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got ku cihê şehîdan di dilê me de pir bilind e û wê tu kes nikaribe cihê şehîdan bigire.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya Şehîd Ebdulmelek Kenaş hat xwendin û radestî malbata wî kirin. Bi tilîliyên dayikan û diruşmeyên ciwanan cenazeyê şehîd ber bi axa pîroz ve birin.