Koma Hevra ya ku di demên dawîn de bi xebatên xwe yên serkeftî derdikeve pêş, ji bilî xebatên xwe yên serkeftî bi zextên li ser xwe balê dikşîne. Konserên komê tên qedexekirin û derheqê endamên komê yên ciwan de lêpirsîn tên vekirin. Herî dawiyê jî solîstêkomê Gencay Morkoç di encama serdegitina malan de hate binçavkirin û girtin. Koma Hevra di xebatên çandî yên şoreşgerî û mûzîkeke şoreşgerî israr dike.
Dilsoziya Koma Hevra ya ji bo mûzîka şoreşgerî bala desthilatdariyê dikşîne û di demên dawîn de gelek konserên komê hatine qedexekirin û derheqê konserên wan de lêpirsîn hatine vekirin. Hewl tê dayîn ku bandora komê ya li ser civakê bê şikandin û herî dawiyê jî solîstê komê Gencay Morkoç di 25’ê Cotmehê de li Stenbolê di encama serdegirtina malan de hate binçavkirin û girtin. Piştî vê yekê jî zextên li ser komê zêde bûne, derheqê endamên komê de lêpirsîn hatine vekirin û endama komê Zeynep Dogan hate binçavkirin.
Endamên Koma Hevra Baran Sunbul, Zeynep Dogan, Yûsûf Keleş û Eda Baydogan têkildarî zextên li ser koma wan û israra xwe ya çêkirina mûzîka şoreşgerî ji ANF’ê re axivîn.
Ji endamên komê Baran Sunbul diyar kir ku ew di nava derdoreke ku kapîtalîzm di nava civakê de zêde bûye de ne û di vê serdemê de ji bo avakirina jiyana komunal û demokratîk xebatan dikin û got: ‘’Bêguman bûyera civakê ya herî girîng, bûyera çand û hunerê ye. Hêmanên çand û hunerê nebin pêşketina civakîbûnê û berdewamkirina wê ya demeke dirêj ne pêkan e.
‘DIVÊ HUNERMEND PERGALA LI ROJAVA YA JI GELAN RE DIBE HÊVÎ, BIPARÊZIN’
Sunbul diyar kir ku ev 5 hezar sal in ji bilî dewletê ji pergaleke din re destûr nayê dayîn û ev yek anîn ziman: ‘’Di serdema ronîbûnê de hêmana bi navê hunera ronîbûnê derket holê. Bi kapîtalîzmê re cihaneke takekesî hate avakirin. Di serdemeke wiha de divê çanda modernîteya demokratîk esas were girtin. A rastî ev yek divê weke rêya rizgariya cihanê were pênasekirin. Armanca êrîşên li ser Rojava pergala li Rojava ya ji gelan re dibe hêvî ye. Divê hunermend parastina pergala Rojava bikin. Pergala modernîteya demokratîk li Rojava pêk hatiye. Sedema êrîşên li ser Rojava jî ev e. Dixwazin vê pergalêlawaz bikin. Di vê xalê de divê hunermend vê çand û pergalê bigihînin gelan û di navbera gelan û pergala berbehs de weke pirekê li erka xwe rabin.’’
‘DI SALA 2010’AN DE PÊVAJOYA QIRKIRINA ÇANDÎ DESTPÊ KIR’
Ji endamên komê Yûsûf Keleş da zanîn ku di demên dawşîn de bi taybetî jî hunermendên Kurd ji nêzîkatiya çand û hunera şoreşgerî dûr ketine û diyar kir ku ev yek jî piştî sala 2010’an hatiye destpêkirin û got: ‘’Li gel pêvajoya ku di sala 2010’an de destpêkirî, qirkirina çandî pêk tê. Bi taybetî jî li gel hunermendên Kurd û komên mûzîkê takekesîkirn gelekî zêde ye. Bi taybetî jî komên mûzîkê bi temamî ji holê hatin rakirin. Divê em êrîşên sîstematîk ên li ser kom û hunermêndên Kurd paşguh nekin. Kesên azad dikarin xebatên çand û hunerê yên serkeftî bikin. Kesên ku bi awayekî azad nafikirin, nikarin vê yekê pêk bînin. Di xala ku ji şoreşê re xizmet tê kirin, êrîşên pergalê dest pê dikin. Em weke mûzîsyen û hunermendan divê ji vê yekê re çareseriyekê peyda bikin. Divê em bi awayekî azad bifikirin û hest û ramanên gelê xwe nîşan bidin. Divê sansûrên pergalê neyên qebûlkirin.‘’
‘EM DI RÊYA KOMA BERXWEDAN Û KOMA AMED DE NE’
Ji solîstên komê Zeynep Dogan diyar kir ku dejenerebûna di mûzîka Kurdî de piştî derbeya leşkerî ya 1980’yî zêde bûye û da zanîn ku dewlet vê yekê li ser hunermendên Kurd pêk tîne û ev yek anîn ziman: ‘’Beriya salên 1980’yî çandeke têkoşînê hebû û piştî wê çanda mûzîka pop û arabeskê hate avakirin. Dewletê bi taybetî ev yek bi hunermendên Kurd da kirin. Li hemberî vê yekê komên komun yên mûzîkê yên weke Koma Berxwedan, Agirê Jiyan û Koma Amed jî dubare çanda mûzîka şoreşger ava kirin. Em jî di rêya van koman de ne. Sedema zextên li ser koma me jî ev e. Mehekê beriya niha endamê koma me Gencay Morkoç bi hinceteke derewîn hate binçavkirin û girtin. Hê jî di girtîgehê de ye. Destûr nedan ku em havalê xwe bibînin û serî li polîtîkaya tenêtîkirinê dan. Em baş dizanin ku ev yek bi temamî ji ber çewisandin û tirsandinê tên kirin. Dîsa du rojan piştî girtina hevalê me, bi ser mala min de girtin û ez hatim binçavkirin. Ji bo pêkneanîna xebatan cezayê kontrola edlî limin hate birîn. Stranên ku em di konseran de dibêjin weke hincet nîşan didin û derheqê me de doz tên vekirin. Em hunermend in, em dizanin ku stranên em dibêjin ne sûc in. Heya ku em çand û zimanê Kurdî bi awayekî azad îfade dikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.’’
‘WEKE KOMA HEVRA EM Ê LI DIJÎ ZEXTAN LI BER XWE BIDIN Û EM NE TENÊ NE’
Endama komê Eda Baydogan jî bal kişand ser zextên li ser koma wan û got: ‘’ Ji ber ku dewlet li dijî jiyana komunal derdikeve, hunermendên takekes perwerde dike. Me jî li hemberî vê yekê komuna Hevrayê ava kir.’’
Yûsûf Keleş bal kişand ser sedemên zextên li ser koma wan û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’ Ji helwesta Koma Hevra ya komunal aciz in. Em bi awayekî azad difikirin, civakî difikirin û hestên gel didin nîşandan. Ev yek ji aliyê pergalê ve tên terorîzekirin. Stranên me tên terorîzekirin, daxuyaniyên me yên li ser dikê tên terorîzekirin. Ji destpêka avakirina komê heya niha em koma me bi zextên dewletê re rû bi rû ye. Wê ev zext berdewam bikin jî. Em ê jî li hemberî vê yekêli ber xwe bidin. Em hunermend in û bi awayekî azad difikirin. Em ne bi tena serê xwe ne, di nava vê civakê de ev ev hest û raman hevpar in. Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, qeyûm pirsgirêka me hemûyan e. Divê polîtîkaya otosansûrê li hunermendan neyê sepandin.’’