DayikMirovên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin, qetilkirin û darizandina faîlan cara 1029’emîn li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de, failên Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa yên ku 33 salan beriya niha li Şirnexê hatine qetilkirin, hatin pirsîn.
Ji Mirovên Şemiyê Gonul Sonbahar, çîroka Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa xwend.
Gonul Sonbaharê got: ‘’Ji lêpirsînan encamek nehate bidestxistin û dosya bi hinceta ‘derbasbûna demê’ hatin girtin. Divê biryarên ‘derbasbûna demê’ werin betalkirin.’’
Keça Agît Akîpa Sûzan Akîpayê jî got: ‘’Parêzerê dosyayê Tahîr Elçî jî di Mijdara 2015’an de bi heman awayî hate qetilkirin. Em bi polîtîkayeke qetilkirinê ya ji parêzeran heya xwe digihîne muwekîlan re rû bi rû ne.’’