Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê destpê kir. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd silav dan beşdaran û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin. Hevserokan anî ziman ku şitla beriya 46 salan ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hate çandin îro li Rojava şîn bûye.
Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok jî anî ziman ku Tevgera Azadiyê 46 sal in gelek berdêl daye, bi saya van berdêlan ew îro li hev kom dibin. Gok di serî de Rojava hemû şervanên azadiyê yên li çiyê şer dikin, silav kir.
Piştre Hevseroka FED-DEM’ê Sabahat Ergîn axivî.
Di beşa çandê ya çalakiyê de jî Hozan Serfiraz, Farqîn Azad, Beser Şahîn û Silava Rojava stranên xwe pêşkêş kirin.
Di pîrozbahiyê de ku govend hate gerandin, dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK” û “Bijî Berxwedana Gerîla” hatin qîrîn.