Nobeta li ser sînorê Qamişlo û navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 4’an de dewam dike. Şandeya Êlihê piştgirî da çalakiya nobetê. Gel ji saetên sibehê ve li qada çalakiyê kom bûn, bi berzkirina dirûşme û stranan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kirin û bertekên xwe yên li hemberî êrîşan anîn ziman. Di çalakiya nobetê ya ku bi sedan kes lê amade bûn de, silavên xwe ji bajarê Qamişlo re şandin û bi pêşmalkên “Bijî berxwedana Rojava” li ser hatibûn nivîsandin nobet girtin. Parlamenterên DEM Partiyê Kamûran Tanhan û George Aslan jî piştgirî dan çalakiya nobetê.
‘WÊ ÇALAKIYÊN ME BÊ NAVBER BIDOMIN’
Piştre çalakiya nobetê daxuyanî hat dayîn. Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz destpêkê axivî, diyar kir ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 27’ê Mijdarê û vir ve dewam dikin û got, “Çeteyên qirêj li dijî jiyana demokratîk şer dan destpêkirin. Şer çiqasî bidome jî em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin gelê Rojava. Heta ku ev şerê qirêj bi dawî bibe em ê çalakiyên xwe bê navber bidomînin. Rojava rûmeta me ye. Em ê rûmeta xwe biparêzin.”
‘DIVÊ TECRÎD DEMILDEST RABE’
Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan jî di çalakiyê de axivî û xaftina Rêber Apo ya di hevdîtina parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan de gitbû; “Tecrîd dewam dike. Şert û merc çêbibin, hêza min a teorîk û pratîk heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê ber bi zemîneke hiqûqî û siyasî ve bibim” bi bîr xist. Tanhan anî ziman ku 55 roj di ser hevdîtina bi Abdullah Ocalan re derbas bûye jî ji aliyê hikûmetê ve ti gav nehatine avêtin û got, “55 roj di ser gotinên Ocalan re derbas bûn û ne tecrîd hatiye rakirin û ne jî şer bi dawî bûye. Di hevdîtina dawî ya bi Birêz Abdullah Ocalan re jî diyar kir ku hêza wî ya rawestandina şer heye. Weke ku tê zanîn îro ji aliyê dewletên emperyalîst ve tê xwestin ku Rojava bê tecrîdkirin. Dixwazin axên ku mirov di nava aştiyê de dijîn veguherînin warên şer. Em her tim destê aştiyê dirêj dikin Ger ew jidil bin, muxatab diyar e. Em dizanin kesê ku şer bi dawî bike Birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo vê jî divê demildest tecrîd bê rakirin. Ji bo aştî pêk bê divê şert û merc bên afirandin.”
Daxuyanî bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû. Çalakiya nobetê wê sibê jî bidome.