Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navenda giştî ya partiyê civiya. Berdevka Meclîsa Jinan Halîde Turkoglû beriya civînê axivî.
Halîde Turkoglû, rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin bibîr anî û dest bi axaftina xwe kir û got, “Cîhan û Nazim ne tenê ji ber ku heqîqetê gihandine me, ji ber polîtîkayên şerê taybet ên desthilatdariyê li Rojava teşhir dikirin, hatin qetilkirin. Pênûsa Cîhan û Nazim ên ku bi kamera û pênûsa xwe şahidî ji berxwedana jin û gelên Rojava re kir û berxwedan ji tevahiya cîhanê re ragihand, wê li erdê nemîne.”
Ez vê êrîşa li ser rojnamevanên ku riya heqîqetê dişopînin şermezar dikim û dibêjim ‘çapemeniya azad wê neyê bêdengkirin.’ Em endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya Qemar El-Soûd, Ayşe Abdulkadîr û Îman ku ji aliyê çeteyên SMO’yê yên bi desteka Tirkiyê li Minbicê hatin qetilkirin bi bîr tînin, em diyar dikin ku em ê li kêleka jinên li Sûriyê dijîn û jinên têkoşer bisekinin. Em ê nehêlin ku çete şoreşa jinê ya Rojava di nava tarîtiyê de bifetisînin.”
‘EM Ê XWEDÎ LI JIYANA AZADÎXWAZIYA JINÊ DERKEVIN’
Halîde Turkoglû got, “Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe em her tim li dijî polîtîkayên şer ên desthilatdarên mêrserdest ên kapîtalîst derketin, me li ber xwe da û piştevanî mezin kir. Bila gumana kesekî jê nebe ku em îro jî bi heman bîr û baweriyê dê xwedî li jiyana azadîxwaziya jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin derkevin.
Têkoşîna ji bo bidawîkirina êrîş û gefên li ser Rojava, rojeva me ya sereke ye. Ji ber ku em baş dizanin ku ev desthilatedarî van êrîşên ser Rojava ji ber dijminatiya li Kurdan dike. Êrîşeke li dijî destkeftiyên jina ye. Siyaseta xwe ya navxweyî û derve li ser bingeha vê dijminatiyê ava kiriye. Bila desthilatdara siyasî baş bizane ku em ê destûrê nedin ku van êrîşan rewa bike. Em ê destûrê nedin ku çeteyên DAÎŞ’ê û yên mîna wê ku li Şengal, Kobanê, Rojava komkujiyên jinan kirin, jin kirin kole û li bazaran firotin û sûcên wan bên rewakirin. Em desthilatdara ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re weke gefekê dibîne û bi destê çeteyên xwe êrîşî jiyana azad û wekhev dike hişyar dikin; dibe ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo modêla we ya rêveberiyê ya yekperest, zayendperest, milîtarîst gef be, lê ji bo me jinên jiyaneke azad û wekhev diparêzin gef nîne.
Jiyana ku jinan, Kurdan, Ereban, Ermenan, Çerkezan, Tirkmenan û baweriyên cuda li wir ava kirin çawa dibe gef? Ev 10 sal in kengî êrîşî welat kirine? Em desthilatdariyê hişyar dikin; xwedîkirina DAÎŞ’ê û bermayên wê xwedîkirina yekperestî, zayendperestî û dijminatiya jinan e. Bendewariya we ya ji van çeteyan, welat ber bi karesatê ve dibe. Siyaseta ku dê vî welatî ser pêyan bigire ne siyaseta li ser dijminatiya gelê Kurd û jina ye, siyaseta aştiyê ye.
RÊYA AVAKIRINA AŞTIYA BI RÛMET RAKIRINA TECRÎDA MUTLEQ E
Rêya avakirina aştiyeke birûmet, rakirina tecrîda mutleq a li ser birêz Abdullah Ocalan e. Esasgirtina çareseriya pirsgirêka Kurd û vekirina deriyê pêkvejiyanê ye. Vekirina rêya aştiya birûmet, vekirina pêşiya têkoşîn azadî û wekheviyê ya jina ye. Tundî û xizaniya li ser jinan ne bi siyaseta şer lê bi siyaseta aştiyeke birûmet dikare çareser bibe. Siyaseta desthilatdara siyasî ya 22 salan ku tecrîd veguherandiye rejîmekê, îflas kiriye.
Roj roja mezinkirina piştevaniya bi jinên rojavayî re ye. Roj roja mezinkirina têkoşîna li dijî êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Parastina şoreşa jinê ya Rojava parastina aştiyê ye. Parastina azadî û wekheviyê ye. Parastina jiyan û xwezayê ye. Parastina pêkvejiyanê ye. Banga me ji bo hemû rêxistinên jina ye; wer in em bi hev re li dijî siyaseta şer derkevin, ji bo avakirina aştiya bi pêşengtiya jinan vê têkoşînê mezin bikin. Li dijî êrîşên ser jiyana nû ya bi pêşengtiya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin, em li dora felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ hev bigirin û piştevaniya bi jinên rojavayî re mezin bikin. Gumana nîne ku bi vê bawerî û biryardariyê dê sala 2025’an ji bo me bibe sala avakirina aştiyeke birûmet.”