14 baroyan ji bo rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyeke hevpar dan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Di vê heyama geşedanên germ ên li Sûriyê de, saziyên ragihandinê yên niştimanî û navdewletî xebatên xwe yên rojnamevanî berdewam dikin da ku raya giştî ya cîhanê agahdar bikin. Di dema ku xebatên ji bo avakirina jîngeheke bê pevçûn û vegerandina jiyanê li herêmên cuda yên Sûriyeyê didomin, metirsiya pevçûnan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Divê derbarê mafê jiyanê, debara sivîlan û geşedanan de bi awayekî rast û bêalî agahî ji raya giştî re bê ragihandin. Hiqûqa navneteweyî ji bo parastina ewlehiya rojnamevanên ku li herêmên şer dixebitin, bi taybetî jî mafê wan ê jiyanê û pêşîgirtina li êrîş û astengiyên li dijî wan, berpirsyariyê ferz dike.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) hefteya borî ragihandibû ku îsal li seranserê cîhanê 104 rojnameger hatine kuştin û 520 rojnameger di girtîgehan de ne û wiha domand: “IFJ bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku ji bo parastina rojnamevanan bi lezgîn peymaneke navneteweyî bê qebûlkirin. Divê ddemoildest peymanek wiha ji hêla Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve were pejirandin.”
Di daxuyaniya ku êrîş hate şermezarkirin de wiha berdewam kir: “Em erka xwe ya parastina sivîlan li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî bi bîr tînin û daxwaz dikin ku berpirsyar bên dîtin û lêpirsîneke bi bandor li dijî wan bê meşandin.”
Baroyên ku îmze dane daxuyaniyê wiha ne: “Baroya Semsûrê, Baroya Agirî, Baroya Dîlokê, Baroya Çewlîgê, Baroya Bedlîsê, Baroya Dersimê, Baroya Amedê, Baroya Colemêrgê, Baroya Mêrdînê, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê û Baroya Wanê.”