Li hemberî rojnamevanên azad êrîşên dewleta Tirk didomin. Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku li Rojava êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê nîşanî raya giştî dikirin, di encamê êrîşêkê de hatin qetilkirin. Qetilkirina rojnamevanan li gelek bajarên Kurdistanê hatin protestokirin.
Di derbarê êrîşan de rojnamevan Emrûlah Acar ji ANF’ê re axivî û ev tişt got: “Di dîrokê de rojnamevan ji aliyên tarî yên ku dixwazin rastiyan veşêrîn ve her tim hatine hedefgirtin. Li hemberî van êrîşên ku ji bo gel rastiyan fêr nebe tên kirin, rojnamevanên ku di rastiyan de israr kirin her hebûn. Dema erdnîgarî Kurdistan be û ew rastî jî rastiya gelê Kurd a ku tên înkar kirin be berxwedan jî her dijwar derbas bûne. Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîdên kevneşopiya ragihandina azad a destpêkê nîn in. Ew şopdarên Apê Musa, Gurbetelî Ersoz, Gulîstan Tara, Seyîd Evran, Dilîşah Îbîş û bi sedan şehîdê ragihandinê ne. Mirov li sernûçeyên nûçeyên ku Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn amade kirine binêre jî, dikare sedema hedefbûna wan fêm bike. Ji ber ku berpirsê van sûcan li pêş dadgehên serbixwe hesabê van nadin, ev êrîş didomin.”
Emrûlah Acar destnîşan kir ku êrîşên li hemberî ragihandina azad dewama parçeyekê Plana Şark Islahatê ye û wiha domand: “Nazim jî Cihan jî bi pênûsên xwe piştrast kirin ku gelê Kurd heye. Gotin, ‘eger li hemberî Rojava êrîş hebe gelê Kurd jî heye’. Eger keda wan tunebûya heta îro me yê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê çi tê jiyankirin fêm nedikir. Di demekê ku bombardûmana nûçeyên derew ên şerê taybet tê meşandin de qetilkirina van rojnamevanan nîşan dide ku Nazim û Cîhan lîstîka nûçeyên derew xera kirin e. Heta niha bi fîzîkî qetilkirin, revandin, girtin û bi mirinê tehdît kirin, lê nikarîbûn pêşiya mezinbûna ragihandina azad bigirin û wê nikaribin jî. Şehadeta Nazim û Cîhan li pey xwe mîrateya kevneşopoyek hîn mezintir a avakirinê hişt.”
DIVÊ DAWÎ LI ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ ROJNAMEVANAN WERE
Emrûlah Acar bibîr xist ku di şerê Îsraîl-Fîlîstînê de bi sedan rojnamevan hatine qetilkirin û wiha axivî: “Ji aliyê pêkhateyên navnetewî yên ragihandinê ve ew çetele her roj tên parvekirin. Lê belê tu kes ji bo pêşiya vê bigire nakeve liv û tevgerê. Heman tişt ji bo qetilkirina rojnamevanên Kurdistanê jî derbasdar e. Qetilkirina rojnamevanan li ku derê cîhanê dibe bila bibe, sûcê li hemberî mirovahiyeyê. Pêwîste berpirsên van sûcan di dadgehên serbixwe de hesab bidin. Eger ev pêkneyê wê êrîş bidomin. Bi daxuyanî û bertekan ev êrîş nesekînin û nasekinin. Divê hemû rojnamevan bibin yek deng. Divê hemû gelên Kurdistanê li dora rojnamevanên Kurdistanê bibin xelek.”