Di demekê de ku êrîşên dewleta Tirk ad agirker û çeteyên wê Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) li ser Bendava Tişrînê bi rojan e dewam dike, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dest bi operasyona paqijkirinê kirin.
Di operasyonê de ku serê sibehê destpê kir, şerekî giran qewimî. Di encamê de gundê Qişlê yê ku ji aliyê çeteyên SMO ve hatibû dagirkirin saet di 13:28’an de ji çeteyan hate paqijkirin.