Endama Rêveberiya Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê Arîfe Bekir li ser kiryarên rejîma Baas ên li dijî jinan, paşeroja Sûriyeyê û girîngiya yekîtiya jinan a li hemberî mejiyê bi serweriya mêr ji ANF’ê re axivî.
Arîfe Bekir bal kişand ser şert û mercên dema rejîma Baasê û got, “Di dema rejîma Baasê de şert û mercên jiyanê yên jinan gelekî xerab bûn. Di Destûra Bingehîn a Sûriyeyê de bi şeklî cih ji mafên jinan re hatibû dayin; di teoriyê de maf hebûn lê belê di pratîkê de derbas nedibûn. Mafê jinan ê wergirtina biryarê tine bû û îradeya wan ji wan hatibû stendin. Hin jin di nava saziyên girîng de hebûn, lê belê ev yek di bin siya mejiyê serweriya mêr de pêk dihat.
Yekîtiya Jinan ji ber ku bi îdeolojiya rejîma Baasê dixebitî nekarîbû bibe rêxistiniyeke bi bandor. Weke Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê ji bo tevlîbûna li vê yekîtiyê me serlêdan kirin, lê belê nehate qebûlkirin. Her wiha li zindanên Sûriyeyê gelek jin hatin ragirtin û jinên ku ji bo azadiyê têdikoşiyan êşkence dîtin. Aqûbeta hin jinan hîn jî nediyar e. Di vê demê de ku hewl hate dayin, îradeya azad a jinan bê şikandin, jin ji her mafî bêpar hatin hiştin û jiyaneke sînorkirî li wan hate ferzkirin.”
‘GELEK JINÊN SÛRIYEYÎ HENE KU AQÛBETA WAN NAYÊ ZANÎN’
Arîfe Bekir qala zor û zehmetiyên jinan kir ku sala 2011’an bi serhildana li dijî rejîma Sûriyeyê re destpê kirin. Arîfe Bekir got, “Sala 2011’an mirov dikare bi du awayî binirxînin. Ji aliyekî ve belavbûna çirûska Şoreşa Rojava, dengvedana berxwedan û îradeya jinan bûyereke gelekî girîng bû. Di vê demê de bi destketiyên şoreşê re jin li her qada jiyanê bûn xwedî mafê gotinê û bi destê jinan şoreşek hate afirandin.
Lê belê li aliyê din di nava şerê navbera komên ku ji xwe re muxalîf digotin û rejîma Baasê de bi hezaran jin hatin qetilkirin. Gelek jinên Sûriyeyî hene ku aqûbeta wan nayê zanîn. Di vê demê de bi hezaran jin hebûn ku mala wan hate talankirin, ji cih û warê xwe bûn, komkujî û destavêtin li wan hate kirin. Sala 2011’an û piştî wê, ji bo jinan demeke gelekî zehmet bû.
‘LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ ROJANE HERÎ KÊM JINEK TÊ QETILKIRIN’
Jinên ku di navbera berjewendiyên çeteyan û rejîma Baasê de man û bûn mexdûrê şer, bi rengekî cidî bûn qurbanî. Komên ku qaşo ji bo şoreşê di sala 2011’an de rabûn ser xwe, îro deverên weke Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Bab û Ezaz dagir kirin. Ne tenê dagir kirin, her wiha jinan jî qetil dikin, dixin zindanan û li herêmên dagirkirî rojane herî kêm jinek têne kuştin, yan jî destavêtin tê kirin. Zarokên mêr ên biçûk tevlî koman têne kirin û bi zorê şer bi wan didin kirin. Bi heman rengî zarokên keç di temenî biçûk de bi zordarî têne zewicandin, li wan tê ferzkirin ku gelek caran bêne zewicandin. Di pêvajoya ku bi sala 2011’an re destpê kir, komên xwe weke ‘hêzên muxalîf’ dane naskirin, li herêmên dagikirî ji rejîma Baas jî wêdetir kiryarên xerab kirin.”
‘EM DIXWAZIN YEKÎTIYA JINAN AVA BIKIN’
Arîfe Bekir destnîşan kir ku armanca Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê ku di 8’ê Îlona 2017’an de ava bû, pêkanîna yekîtiya hemû jinên li Sûriyeyê ye û got, “Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê ku ji bo komkirina jinên li Sûriyeyê, avakirina diyaloga jinan ava bû, bi mîsyoneke krîtîk radibe. Ev meclîs ji xwe re dike armanc ku pirsgirêkên ehvpar ên jinan binirxîne û yekîtiya hêz û piştevaniyê ava bike. Jinên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê li hev kom dibin, tecrûbeyên xwe parve dikin û firsendê dibînin ku torên piştevaniyê û piştgiriya ji hev re biafirînin. Weke jinên Sûriyeyî karê me yê sereke garantîkirina azadiya jinê ye. Di vê çarçoveyê de ji bo parastina mafên polîtîk, aborî û civakî yên jinan em têkoşîneke çalak dimeşînin. Karê sereke ye ku jin karibin xwe bigihînin nasnameya xwe û vê nasnameya xwe nas bike û biparêze.”
‘DIVÊ JIN KARIBE DESTÛRA XWE YA BINGEHÎN BI DESTÊ XWE BINIVÎSÎNE’
Arîfe Bekir destnîşan kir ku dem hatiye jinên Sûriyeyî azad bibe û got, “Em niha di demeke welê de ne ku hem krîtîk e, hem jî gelekî hesas e. Dem dema azadî û dema jinê ye. Di demeke bi vî rengî de divê jin bibin yek. Bêyî cudahî bê kirin divê jin li hev kom bibin. Heta ku yekîtiya jinan pêk neyê, heta ku jin mil nedin hev nikarin azad bibin.
Armanca esasî ya Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê bidestxistina mafên jinan û rizgarkirina jinê ji koletiyê ye. Ji ber vê yekê jî paşeroja nû ya Sûriyeyê ji bo jinan gelekî girîng e. Em piştgiriyê didin avakirina Sûriyeyeke nû ku demokratîk, wekhev, bi edalet, aştiyane, nenavendî û garantîkirina mafên jinan e. Destûra Bingehîn a nû ya Sûriyeyê wê bê nivîsandin û divê parastina mafên jinan di destûra bingehîn de esas be. Di destûreke bingehîn de ya ku bi mejiyê serwer ê mêr bê nivîsandin wê teqez cih ji mafên jinan re neyê dayin. Lewma divê jin destûra xwe ya bingehîn bi destê xwe binivîsînin.”