Meclîsa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) encamnameya civîna xwe ya 22’yê Kanûnê eşkere kir. Di encamnameyê de ji bilî geşedanên heyî, nirxandinên rêxistinî û siyasî, jinan bal kişandin ser tiştên ku divê di dema pêş de bên kirin.
Di encamnameyê de hat diyarkirin ku polîtîkayên şer ên hikûmetê veguheriye rejîmekê û baş kişand ser qetlîamên jinan, xizaniya jinan û polîtîkayên qeyûman. Hate diyarkirin ku jin di vê hawirdora şer de li dijî zextan têdikoşin. Encamname, wiha dom kir: “Em bi jinên ku li dijî kûrkirina feqîrî û betaliya jinan li ber xwe didin û li dijî îstîsmara kedê li ber xwe didin. Me têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinên koçber û penaber ên ji ber şer neçar man cih û warên xwe terk bikin, zêde kir. Dema ku asta şîdeta li ser jinê gihişte qetlîamê û desthilatdariyê di mêtingeriyê de israr kir, me jî di mezinkirina berxwedanê de israr kir. Em dengê têkoşîna bi rûmet a ji bo aştiyê ji her derê li dijî rejîma ku di şer de israr dike û siyasetê dike, bilind dikin.
Tecrîda ku li ser birêz Abdullah Ocalan tê meşandin, ne tenê pêşî li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd digire, di heman demê de bandorên şer jî kûrtir dike. Ji ber ku ev 100 sal in ku bi polîtîkayên înkarê yên îktidara AKP’ê, li hemberî gelê Kurd mêtingerî û tundiya sîstematîk li ser gelê Kurd dimeşîne, niha bi polîtîkayên berfirehkirina desthilatdariyê sînorên xwe derbas kiriye. Çeteyên ku ji aliyê hikûmetê ve tên birêvebirin, li hemberî jinan komkujiyan pêk tînin. Em weke jin niha hem li welatê xwe hem jî li Rojhilata Navîn di her aliyê şer de dijîn. Em jin dizanin ku; şerên hevpar ên pergala kapîtalîst a serdest a mêr, rejîmên dîktator ên netew-dewletan û êrişên çeteyan rûyê xuya yê planên hêzên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn e. Di sedsala 21’em de şerê desthilatdaran bêsînor berdewam dike, qetlîaman rewa dike û bi awayekî derhiqûqî ji sedsala 20’em de ma ye.
Polîtîkayên qirkirinê yên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê, şerê desthilatdariya AKP-MHP’ê yê li dijî gelê Kurd û destkeftiyên li Tirkiyeyê, hilweşîna rejîma Baas a bi geşedanên dawî yên li Sûriyeyê re, pêvajoya derbasbûna HTŞ’ê ya bi kûrkirina nakokiyan didome. Jin û gelê Sûriyê ji sala 2011’an ve bûne hedefa rejîma Baas û çeteyên ku îdîa dikin li dijî rejîmê şer dikin. Ji sala 2014’an û vir ve modelek ku bi pêşengiya jinên Rojava hatiye avakirin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoya kaotîk a ku îro li Sûriyê tê jiyîn de mifteya rastîn a çareseriyê ye. Li dijî statukoya netew-dewletê çareseriyek e. Li dijî desthilatdariya mêr avakirina azadiya jinê ye. Li dijî polîtîkayên qirkirinê yên mezhebperestî, neteweperestî û zayendperestiyê peymana bi rûmet, jiyana hevbeş û aştî ye. Bi vê rastiyê em dizanin ku ew hedefa kesên ku li Rojhilata Navîn şerê hevpar û wekaletê didin meşandin e. Ev rastiya ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi dijminatiya Kurdan şoreşa jinan û gelan a Sûriyeyê dike hedef, destekê didin çeteyan. Bi SÎHA’yan qetlîamên sivîlan pêk tîne, rola xwe ya li dijî vê şoreşê eşkere dilîze.
Em jin ti polîtîkayên ku pêşeroja jin û gelên Sûriyeyê dike hedef qebûl nakin. Li dijî polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê ku wê şer kûrtir bike, em ê li her derê têbikoşin. Erka me ya sereke ew e ku em dengê têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinên têkoşer ên ji aliyê çeteyên SMO yên girêdayî dewleta Tirk ve hatine qetilkirin bigihînin hemû jinan û em ê têkoşîna hevpar a li dijî şer berfireh bikin. Li dijî polîtîkayên şer dem hatiye ku ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê, ji Filistînê heta Afganîstanê têkoşîna jinan bê berfirehkirin. Ji ber ku em dizanin ku têkoşîna jinê wê ne guh bide rejîmên dîktator û ne jî yên çete.
Ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê, Şoreşa Jinê ya Rojava şoreşa jinê ya sedsala 21’ê ye. Mîrate û destketiya ku jinan bi hewldan, têkoşîn û tecrûbeyên xwe ji sedsala 21’an re hiştiye. Tu plan û polîtîkayên şer ên hikûmetan nikarin vê rastiyê biguherînin. Yên ku vê modela azadiya jinê ku garantiya jiyana wekhev û azad a jinên Sûriye û Rojhilata Navîn dike, weke metirsî dibînin, jinan înkar dikin û qetil dikin. Meclisa me ya jinan bang li hemû jinan kir ku li Nisêbîn û Pirsûsê nobetê bigirin û di vê qonaxa dîrokî de li dora Rojava bibin yek.
Meclisa me ya jinan wê bi rêxistinên jinan, akademîsyen, femînîst, siyasetmedar, sendîka, rêxistinên maf û edaletê, rêxistinên kedê, jinên ji gel û baweriyên cuda û bi taybetî li Tirkiyeyê ji bo têkoşîna li dijî şer ji bo ekolojiyê têdikoşin, bên cem hev. Di civînan de wê bên eşkerekirin ku polîtîkayên şer ên hikûmetê yên weke xizaniya jinan, tunekirina ekolojîk, rejîma îktîdar, tundiya mêr-dewletê, polîtîkayên şerê taybet, dijminatiya li koçber û penaberan bandoreke çawa li jiyana jinan û têkoşîna hevpar dike. Banga me ji hemû jinan û rêxistinên jinan re ev e: Werin em bi hev re têkoşîna avakirina aştiyeke birûmet bi pêşengiya jinan li dijî siyaseta şer mezin bikin. Yek ji girîngtirîn şert û mercên ku dê rewabûna xwecihî û navneteweyî ya sîstema ku li Sûriyeyê bê avakirin misoger dike û garantî dike, ew e ku jin di vê sîstema nû û avakirina wê de bibin xwedî gotin.”