Şemî, 11 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çek hatin şewitandin, dewletê gav neavêt

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbestvan Ahmet Tellî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ûçar: Divê dewlet di pêvajoya aştiyê de tercîha xwe bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nafî Ergun piştî 30 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê zarokekî Kurd qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Elmanya ji beregeha xwe ya leşkerî ya li Hewlêrê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez dayika Serok im, dayika Kurdistanê me’ jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana taziyeya gerîlayê YRK’ê Halîl Çîçek hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê hewldaneke girîng: Konferansa ‘Entegrasyona Demokratîk’ tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandarê YRK’ê: Em ji bo avakirina artêş û fermandariya hevpar a Kurdî amade ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Ji bo Konferansa Navendî ya Jinan me dest bi amadekariyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina welatekî demokratîk bi beşdariya jinan dest pê dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji ber koça dawî ya Selvî Tepe sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hollanda tundiya psîkolojîk û kontrola bi zorê wê weke sûc bibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêwregê meşa li dijî êrîşa zayendî ya li ser jinan: Bersûc bên darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Tecrîd şer giran dike
Jin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Tecrîd şer giran dike

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê got, "Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd asteng e û bandora şer jî giran dike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Meclîsa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) encamnameya civîna xwe ya 22’yê Kanûnê eşkere kir. Di encamnameyê de ji bilî geşedanên heyî, nirxandinên rêxistinî û siyasî, jinan bal kişandin ser tiştên ku divê di dema pêş de bên kirin.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku polîtîkayên şer ên hikûmetê veguheriye rejîmekê û baş kişand ser qetlîamên jinan, xizaniya jinan û polîtîkayên qeyûman. Hate diyarkirin ku jin di vê hawirdora şer de li dijî zextan têdikoşin. Encamname, wiha dom kir: “Em bi jinên ku li dijî kûrkirina feqîrî û betaliya jinan li ber xwe didin û li dijî îstîsmara kedê li ber xwe didin. Me têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinên koçber û penaber ên ji ber şer neçar man cih û warên xwe terk bikin, zêde kir. Dema ku asta şîdeta li ser jinê gihişte qetlîamê û desthilatdariyê di mêtingeriyê de israr kir, me jî di mezinkirina berxwedanê de israr kir. Em dengê têkoşîna bi rûmet a ji bo aştiyê ji her derê li dijî rejîma ku di şer de israr dike û siyasetê dike, bilind dikin.

Tecrîda ku li ser birêz Abdullah Ocalan tê meşandin, ne tenê pêşî li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd digire, di heman demê de bandorên şer jî kûrtir dike. Ji ber ku ev 100 sal in ku bi polîtîkayên înkarê yên îktidara AKP’ê, li hemberî gelê Kurd mêtingerî û tundiya sîstematîk li ser gelê Kurd dimeşîne, niha bi polîtîkayên berfirehkirina desthilatdariyê sînorên xwe derbas kiriye. Çeteyên ku ji aliyê hikûmetê ve tên birêvebirin, li hemberî jinan komkujiyan pêk tînin. Em weke jin niha hem li welatê xwe hem jî li Rojhilata Navîn di her aliyê şer de dijîn. Em jin dizanin ku; şerên hevpar ên pergala kapîtalîst a serdest a mêr, rejîmên dîktator ên netew-dewletan û êrişên çeteyan rûyê xuya yê planên hêzên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn e. Di sedsala 21’em de şerê desthilatdaran bêsînor berdewam dike, qetlîaman rewa dike û bi awayekî derhiqûqî ji sedsala 20’em de ma ye.

Polîtîkayên qirkirinê yên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê, şerê desthilatdariya AKP-MHP’ê yê li dijî gelê Kurd û destkeftiyên li Tirkiyeyê, hilweşîna rejîma Baas a bi geşedanên dawî yên li Sûriyeyê re, pêvajoya derbasbûna HTŞ’ê ya bi kûrkirina nakokiyan didome. Jin û gelê Sûriyê ji sala 2011’an ve bûne hedefa rejîma Baas û çeteyên ku îdîa dikin li dijî rejîmê şer dikin. Ji sala 2014’an û vir ve modelek ku bi pêşengiya jinên Rojava hatiye avakirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoya kaotîk a ku îro li Sûriyê tê jiyîn de mifteya rastîn a çareseriyê ye. Li dijî statukoya netew-dewletê çareseriyek e. Li dijî desthilatdariya mêr avakirina azadiya jinê ye. Li dijî polîtîkayên qirkirinê yên mezhebperestî, neteweperestî û zayendperestiyê peymana bi rûmet, jiyana hevbeş û aştî ye. Bi vê rastiyê em dizanin ku ew hedefa kesên ku li Rojhilata Navîn şerê hevpar û wekaletê didin meşandin e. Ev rastiya ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi dijminatiya Kurdan şoreşa jinan û gelan a Sûriyeyê dike hedef, destekê didin çeteyan.  Bi SÎHA’yan qetlîamên sivîlan pêk tîne, rola xwe ya li dijî vê şoreşê eşkere dilîze.

Em jin ti polîtîkayên ku pêşeroja jin û gelên Sûriyeyê dike hedef qebûl nakin. Li dijî polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê ku wê şer kûrtir bike, em ê li her derê têbikoşin. Erka me ya sereke ew e ku em dengê têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinên têkoşer ên ji aliyê çeteyên SMO yên girêdayî dewleta Tirk ve hatine qetilkirin bigihînin hemû jinan û em ê têkoşîna hevpar a li dijî şer berfireh bikin. Li dijî polîtîkayên şer dem hatiye ku ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê, ji Filistînê heta Afganîstanê têkoşîna jinan bê berfirehkirin. Ji ber ku em dizanin ku têkoşîna jinê wê ne guh bide rejîmên dîktator û ne jî yên çete.

Ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê, Şoreşa Jinê ya Rojava şoreşa jinê ya sedsala 21’ê ye. Mîrate û destketiya ku jinan bi hewldan, têkoşîn û tecrûbeyên xwe ji sedsala 21’an re hiştiye. Tu plan û polîtîkayên şer ên hikûmetan nikarin vê rastiyê biguherînin. Yên ku vê modela azadiya jinê ku garantiya jiyana wekhev û azad a jinên Sûriye û Rojhilata Navîn dike, weke metirsî dibînin, jinan înkar dikin û qetil dikin. Meclisa me ya jinan bang li hemû jinan kir ku li Nisêbîn û Pirsûsê nobetê bigirin û di vê qonaxa dîrokî de li dora Rojava bibin yek.

Meclisa me ya jinan wê bi rêxistinên jinan, akademîsyen, femînîst, siyasetmedar, sendîka, rêxistinên maf û edaletê, rêxistinên kedê, jinên ji gel û baweriyên cuda û bi taybetî li Tirkiyeyê ji bo têkoşîna li dijî şer ji bo ekolojiyê têdikoşin, bên cem hev. Di civînan de wê bên eşkerekirin ku polîtîkayên şer ên hikûmetê yên weke xizaniya jinan, tunekirina ekolojîk, rejîma îktîdar, tundiya mêr-dewletê, polîtîkayên şerê taybet, dijminatiya li koçber û penaberan bandoreke çawa li jiyana jinan û têkoşîna hevpar dike. Banga me ji hemû jinan û rêxistinên jinan re ev e: Werin em bi hev re têkoşîna avakirina aştiyeke birûmet bi pêşengiya jinan li dijî siyaseta şer mezin bikin. Yek ji girîngtirîn şert û mercên ku dê rewabûna xwecihî û navneteweyî ya sîstema ku li Sûriyeyê bê avakirin misoger dike û garantî dike, ew e ku jin di vê sîstema nû û avakirina wê de bibin xwedî gotin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Qazaxistanê balafir ket: 42 kesan jiyana xwe ji dest dan
Nûçeya Pişt re Li Minbicê dîmenê îmhakirina wesayita çeteyan hate weşandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 1’Ê SIBATA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Êdî sebra me nemaye divê demildest Rêberê me azad bibe’

Endamên saziyên Kantona Firatê, têkildarê ‘Mafê Hêviyê’ gotin ew ê heta dawiyê xwedî li Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Divê deriyên Îmraliyê ji aştiyê re bên vekirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku eger deriyên Îmraliyê ji aştiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz: Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Halîde Turkoglu: Ji bo Konferansa Navendî ya Jinan me dest bi amadekariyan kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Avakirina welatekî demokratîk bi beşdariya jinan dest pê dike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?