Şêniyên bajarê Qamişloyê ji bo 6 şehîdên QSD’ê, Komandos û sivîlên herêmê li Pekrewangiha Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişlo merasîmeke girseyî pêk anîn. Bi hezaran kes û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Kongra Îslama Demokratîk, Kongra Star, Sazî û dezgehên cavaka sivîl, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) beşdarî merasîma veşartina cenazeyên şehîdan bûn.
Navên şehîdên hatine oxirkirin wiha ne: “Şehîd Ehîd Baran Qamişlo, Şehîd Besam Ehmed, Şehîd Yaşar Îbrahîm, Şehîd Şêrzad Qamişlo, Şehîd Agirî Qamişlo û Şehîd Çiya Rûs.”
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên şoreşê, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo Cewahir Osman axifî û sersaxî ji malbata her 6 şehîdan re xwest.
Osman got: “Em ê îro şehîdên xwe bispêrin dil û mêjiyê xwe. Em ê ti carî xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin û xwedî li şehîdên xwe derkevin. Her wiha em tevlîbûna van malbatan di nav Meclîsa Malbatên Şehîdan pîroz dikin. Em ê têkoşîna şehîdên xwe berdewam bikin û serî li dijî dijmin hildin.”
‘EM Ê BI SAYA ŞEHÎDAN BIGHÊJIN SERKETINÊ’
Piştre li ser navê Hêzên Leşkerî Nûrî Mehmûd axaftinek kir û got: “Em îro 6 welatparêzan oxir dikin. JI bo hemû gelê ku azadiyê dixwazin em sersaxiyê ji wan re dixwazin. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê lehengî, berxwedanî û têkoşînê ye. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi hemû şêwazên xwe yên qirêj gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe. Her wiha bila Şam bizanibe ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê Sûriyeyê ne û nabe çeka Sûriyan li beramberî gelê Sûriyeyê were rakirin. Li vê gelemperiya cîhanê eger cihek şoreşê hebe, ew jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê parstin, hebûn û demokrasîyê ye. Berxwedaniya ku şehîdên me raber kirine, berxwedaniyek bi rûmet û bi hêze. Em ê bi vê hêzê serkevin û wê Rêveberiya Xweser ji bo tevahî Sûriyeyê bibe paşeroj. Di dawiyê de soza me serketine û em ê vê serketinê bi saya şehîdên xwe pêk bînin.”
‘EM Ê BI TÊKOŞÎNÊ BERSIV BIDIN ŞEHÎDAN’
Piştre jî Şêx Mûrşid El Xiznewî, da zanîn ku divê gelê me bi oxirkirina şehîdan re xemgîn nebe ji ber ku şehîd nemirin. Şêx Mûrşid El Xiznewî got: “Şehîd ji bo me hêz in û hêviya ku em li ser jiyan dikin. Her wiha ji şehadetî tiştek din bi rûmetir tune ye. Lewma her kes mirin li ser wî ferze, lê şehadet asta herî bilind û bi nirxe di hebûnê de. Her kes jî nikare bigihêje asta şehadetê, tenê yên ku ji bo xaka xwe canê xwe feda dikin. Gelê me di qonaxek pir girîng de ye, ji ber wê jî ji her demê bêhtir gerek em hev bigirin û xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin. Herî zêde divê em li pişta hêza xwe ya QSD‘ê bin. Ji ber QSD’ê rûmet û hêviya me ye. Di dawî de em carek din sersaxî ji malbatên şehîdan re dixwazin û em soz bidin ku bi têkoşîn û berxwdanî em ê bersivê bidin şehîdên xwe û xwîna wan li erdê nehêlin.”
Di dawî de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û bi tilîlî û dirûşmeyên ciwanan, şehîdên xwe veşartin.