Di hevpeyvîneke taybet a ANF’yê de li gel çalakvanên bajarê Kerkûkê li ser rewşa rojavayê Kurdistanê û girîngiya hevgirtin û yekîtiya Kurdan û alîkarîkirina hev, çalakvan û kesayetiyên Kerkûkê piştgiriya xwe ji bo rojavayê Kurdistanê dubare kirin û daxwaz kirin ku bi zûtirîn dem sînorên çêkirî werin vekirin da ku ew bikarin wek erkeke neteweyî alîkariya rojavayê Kurdistanê bikin.
‘EM Ê PIŞTGIRÎ Û ALÎKARIYA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BIKIN’
Çalakvan û mamoste Mihemed Seîd Kerîm li ser piştgiriya ji bo rojavayê Kurdistanê wiha got: “Em wek kesayetiyên bajarê Kerkûkê piştgiriya xwe ji bo rojavayê Kurdistanê diyar dikin, gelek xelk derbeder û aware bûne, pêdiviya gelek kesan bi pêwîstiyên sereke yên jiyanê heye, em wek erkeke neteweyî û mirovî dixwazin alîkariya xwişk û birayên xwe bikin li rojavayê Kurdistanê.”
‘PÊWÎSTE WEKE ERKEKÎ NETEWEYÎ EM ALÎKARIYA ROJAVA BIKIN’
Her wiha Mihemed Seîd Kerîm di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Ez hêvîdar im hemû partî û kesayetî û bi taybetî kesên dewlemend guh bidin dengê me da ku em bikarin hemû bi hev re alîkariya rojavayê Kurdistanê bikin, ji ber ku îro gelê Rojava di rewşeke xerab de ye, dibe ku sibê em jî li Başûr bikevin rewşeke wisa, di serdema rejîma Beesê de me nedikarî em alîkariya parçeyên din ên Kurdistanê bikin lê niha derfet heye û pêwîst e wek erkeke neteweyî em alîkariya rojavayê Kurdistanê bikin, pêwîst e li seranserê başûrê Kurdistanê em alîkariya rojavayê Kurdistanê bikin.”
‘DI DEMA KOÇA MEZIN A BAŞÛR DE KURDÊN ROJHILAT Û BAKUR ALÎKARIYA ME KIRIN’
Mihemed Seîd Kerîm di dawiya axaftina xwe de behsa girîngiya hevgirtin û yekhelwestiya hemû parçeyên Kurdistanê kir û got: “Kurd li her parçeyekî Kurdistanê be cudahî nîn e, em hemû Kurd in, xwişk û birayên hev in, ew aliyê ku cudahiyê di navbera Kurdan de bike, ew ê zerarê bibîne, em Kurdên li başûrê Kurdistanê me gelek karesat dîtine ku ez bi xwe jî qurbaniyê wê qonaxa şûm a ‘Enfal’ê me û hatim zîndanîkirin ji ber ku ez Kurd bûm, di dema Koça Mezin a başûrê Kurdistanê de xelkê xwe li Kurdên rojhilat û bakurê Kurdistanê girt, wan jî bi wîjdan pêşwazî li Kurdên Başûr kir û xizmeta wan kir, lewma pêwîst e îro em texsîr nekin û alîkariya rojavayê Kurdistanê bikin.”
‘LI KU DERÊ KURD RASTÎ KARESATÊ WERIN, DIVÊ EM HEMÛ PIŞTGIRIYÊ BIKIN’
Çalakvan û pêşmergeyê dêrîn Remezan Hacî Reşîd diyar kir: “Îro metirsî û êrişa dijmin li ser rojavayê Kurdistanê heye, dibe ku sibê metirsî û êriş li ser başûrê Kurdistanê jî çêbe, berê başûrê Kurdistanê jî rastî gelek karesatan hatiye, îro jî em dibînin ku Kurdên me li rojavayê Kurdistanê rastî metirsî û karesatê hatine, lewma pêwîst e Kurd li ku derê rastî karesat û êrişê werin, divê em hemû piştgiriya hev bikin.”
‘ERKA ME HEMÛYAN E KU EM ALÎKARIYA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BIKIN’
Remezan Hacî Reşîd her wiha got: “Niha tekane astengî li ber alîkarîkirina rojavayê Kurdistanê ji hêla Başûr ve ew e ku sînor girtî ne, lewma pêwîst e em sînoran vekin da ku em bikarin alîkariyê bigihînin hezaran jin û zarokên Kurd li rojavayê Kurdistanê, lewma erka me hemûyan e ku em alîkariya rojavayê Kurdistanê bikin.”
‘PÊWÎSTE EM BI HEV RE WAN SÎNORAN BIŞIKÎNIN KU DIJMIN DANÎNE’
Remezan Hacî Reşîd di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêwîst e Kurd wisa bifikirin û cudahiyê di navbera wan bûyeran de nebînin ku li her parçeyekî Kurdistanê diqewimin. Pêwîst e hemû Kurd bi hev re wan sînorên çêkirî bişikînin ku dijminan li dijî yekîtiya Kurdan danîne.”