Pêncşem, 7 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Denîz, Yusuf û Huseyîn hatin bîranîn: Têkoşîna wan berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtî Sînan Bulbul piştî 33 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê wê serdana partiyên li Meclîsê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saziyên Elewî li ber ‘Civîna Bilind a Pîran’ rabûn: Provokasyon!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partî û DBP’ê peyamên bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora ÎSÎG’ê: Meha Nîsanê herî kêm 189 karkerî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Sozdar Avesta: Divê her kes bi berpirsyariyê rabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ew ê di têkoşîna me de her hebin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Em dixwazin êdî têkoşînê bi rêya siyaseta demokratîk bimeşînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma 198’an nobeta Mexmûrê dewr girt: Divê dewleta Tirk gav bavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê piştgirî da banga dayikên aştiyê ya li dijî darvekirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Apoyî: Divê statuya Rêber Apo diyar bibe û gavên hiqûqî bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    RONAK’ê piştgirî da banga Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Azîza Akdenîz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê şert û mercên girtiyên jin gelekî xirab in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Serbixwebûna Jinê: Em piştgiriya tam didin YPJˊê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa Nêrgiz Mihemedî krîtîk e: Di navbera mirin û jiyanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Divê rol û mîsyona YPJ’ê were naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Hesekê û Şedadê cenazeyên şehîdan hatin veşartin
Rojava

Li Hesekê û Şedadê cenazeyên şehîdan hatin veşartin

Li Hesekê û Şedadê bi merasîman 2 şehîd hatin oxirkirin û 2 şehîd hatin bibîranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Şervanê Yekîneyên Dîsîplîna Leşkerî şehîd Demhat (Ehmed El Umer) ku 26ˈê Kanûnê li Dêrazorê şehîd bûbû, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê bajarê Hesekê hat oxirkirin.

Di merasîmê de şervanên Hêzên Komandos Ebdurehman El Rahil ê 7ˈê Kanûnê li Minbicê şehîd bûbû û 8ˈê Kanûnê li gundê Xirbe Temir ê Hesekê hatibû definkirin û şervanê Hêzên Komandos Ronî Welat (Ewad El Hisên) ê 25ˈê Kanûnê li Dêr Hafirê şehîd bûbû û 26ˈê Kanûnê li gundê Mexrûm ê Hesekê hatibû definkirin jî hatin bibîranîn.

Bi sedan şênî, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî û ewlehî beşdarî merasîmê bûn ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ve hatibû lidarxistin.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Hewas axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Necah Hewas wiha got: “Rewşa ku herêma me tê re derbas dibe ne hêsan e. Ji bo vê yekê jî divê tevahî pêkhateyên herêmê têkoşîn bikin. Ji bo em pilanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk têk bibin, divê em erka xwe pêk bînin û welatê xwe biparêzin.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Kantona Cizîrê Agirî Hesekê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Şehîdên me ji bo parastina axa welat bê teredud canê xwe kir. Dewleta Tirk a dagirker dest ji êrişên xwe bernedaye û her roj herêmên me dike armanca xwe. Em tu carî dest ji axa xwe bernadin. Em wek hêza leşkerî û QSD em ê her tim di çeperên şer de bin û li hember dagirkeriyê şer bikin. Tu carî dewleta Tirk bi van êrişan nikare vîna gelê me û şervanên me têk bibe.”

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulcîn Ehmê wesîqeyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiyê de girseyê cenazeyê şehîd Demhat spart axê.

ŞEDADÊ

Li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê jî cenazeyê şervanê QSDˈê Ebdullah Ebdulmecîn ku 26ˈê Kanûnê li Dêrazorê şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîdan hat definkirin.

Bi dehan şêniyên bajar, endamên saziyên sivîl û şervanên QSDˈê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir û toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSDˈê ve hat lidarxistin.

Piştre endamê Komîteya Şopandinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Xelîl Mihemed axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza domandina xeta şehîdan da.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Cisûr Amûdê jî şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr anîn û got: “Bila serê malbatên şehîdan û şervanan sax be. Şehîd Ebdullah yek ji hevalên me yên li eniyên şer bû. Hêzên me ji bo jiyaneke azad û bi rûmet li dijî dewleta Tirk a faşîst şer dikin.”

Di dawiyê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Ebdullah Ebdulmecîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cezayê şehîd bi dirûşmên “Şehîd namirin” hat veşartin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dagirkeran bombe li Til Temir û Eyn Îsayê barandin
Nûçeya Pişt re Şêniyên Reqayê bi dirûşma ‘Em hemû QSD ne’ meşiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gelên Dêrikê li Sêmalka li benda gelê Başûr e

Gelên Dêrikê li ber Deriyê Sînor ê Sêmalka li benda konvoya gel e.

Ji aliyê Stêrk TV

Hatîmogûllari: Em bang hêzên demokratîk dikin ku li dijî tecrîdê têbikoşin

Nobetên Edaletê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Hevseroka Giştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Li dijî qeyûman wê berxwedan bidome

Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû li Mêrdînê di çalakiya li dijî xespa îradeyê de axivî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Denîz, Yusuf û Huseyîn hatin bîranîn: Têkoşîna wan berdewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclîsa Îştarê piştgirî da daxwaza statuyê ya YPJ’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

RONAK’ê piştgirî da banga Dayikên Aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi koçberên Serêkaniyê re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?