Vê Şêmiyê li Myanmarê bîranînên serxwebûnê ya ku di 4’ê Çileya 1948’an serxwebûna xwe îlan kiribû dihatin kirin de bîryara efûyê hat ragihandin.
Rêveberiya cuntayê ragihand ku di nav de 180 biyanî zêdetirî 5 hezar 800 girtî di demek nêz de ji vê biryarê sûd wergirin.
Di daxuyaniyê de nehat diyarkirin ku girtiyên biyanî ji ber çi sedemê hatine girtin.
Artêş îddîa kir ku ev biryar, “ji ber sedemên mirovî û rehmî” hatiye girtin.
Her wiha hat ragihandin 144 kesên ku cezayê muhebbetê girtine cezayê wan veguheriyê 15 salan.
Piştî derbeya ku di Sibatê 2021’an de dawî li ceribandina demokratîk anî û vir ve artêş bi deh hezaran kes girtibûn.
Li welat bi gelek komên etnîkî ya bi çek re pevçûn çêdibin. Her wiha bi salan e ji bo çavkaniyên kevirê yeşîm, spîndar û afyonê di bin kontrola xwe de bigirin pevçûn hene. Piştî ku artêş derbe pêk anî vir û ve pevçûn kûrtir bûn.
Hikûmet bi rêk û pêk di dema merasîmên bîranînê û festîvalên Budîstan de bi hezaran girtî re efûyan derdixe. Rêveberiya derbeyê, di sala 2024’an de dîsa ji ber sersala serxwebûnê ji zêdetirî 9 hezar girtî berda bû.