Coordination Rural (CR) dixwaze hikûmetê neçar bike ku ji bo çareserkirina krîza çandiniyê ya ku ev salek e didome, gavên berbiçav bavêje. Di daxwazên sendîkayê de ji bo kêmkirina lêçûnên enerjiyê, avakirina “mertalek enerjiyê” û hesabkirina prîmên sîgortayê ya civakî jim nû ve di ber çavan de derbas bikin. Seroka CR Véronique Le Floc’h di daxuyaniya xwe ya li ser radyoya RTL de wiha got: “Ji bo cotkar karibin karê xwe bidomînin divê lêçûn bûn kontrolkirin. Pêwîste ev krîz niha were çareserkirin.”
Sendîka her wiha daxwaz dike ku Serokwezîr François Bayrou û Wezîrê Çandiniyê sozên nivîskî bidin ku dê ji pirsgirêkên cotkaran re çareserî bê dîtin. Lê berdevkê CR Patrick Legras ku pêşniyara hevdîtina Bayrou ya di 13’ê Çileyê de wekî “taktîkeke zexmkirinê” nirxand, di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameya Le Figaro de diyar kir ku wew pir dereng man. Legras wiha got: “Henekê xwe dikin, niyeta wan a têkeve nav liv û tevgerê tineye. Em roja Yekşemê diçin Parîsê.”