Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an ku yek ji damezrînera PKK’ê û pêşenga tevgera azadiya jinê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin şehîdkirin li paytexta Ermenistan Erîvanê hat şermezarkirin.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Endama Yekîtiya Jinên Azad Kejê Reşoyan di çalakiyê de axivî û got. “Di 9’ê Çileya 2013’an de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi hovana hatin qetilkirin û komkujiya duyemîn ku dîsa navenda we Parîsê bû Emîne Kara,( Evîn Goyê) Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer di 23’yê Kanûna 2022’yan de hatin qetilkirin. Di heman demeê de sê jinên siyasetmedar Sevê, Fatma û Pakîze di 3’yê Çileya 2016’an de li Silopiyayê hatin qetilkirin û hevala Zelal Hesekê di 13’ê Çileya 2023’yan de li Kerkukê bi hovana hat qetilkirin. Em şehîdan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Desthilatdariya faşîst a Erdogan wisa bawer dike ku wê hesabê van qetilkirinan nede lê em ê bi berxwedan û tekoşîna xwe hesabê hemû komkujiyan yek bi yek ji wan bipirsin.”
DIVÊ DEWLETA FRANSAYÊ KUJERAN DARIZÎNE
Kejê Reşoyan wiha berdewam kir: “Dewleta Fransayê ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj rêdan ku komkujî li welatê wan pêk bê. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku ji bo darizandina dewleta Tirk a qirker û faşîst ku kujerê jinan e hesab bipirsin. Bi wesîleya salvegerê em careke din bang li rêveberiya Fransayê dikin ku bi rengekî demokratîk tevbigere, hiqûqê bi cih bîne û sûcdarên herdu komkujiyên Parîsê darizîne.”
KOMKUJER ÎRO ÊRÎŞÎ ROJAVA DIKIN
Kejê Reşoyan anî ziman ku yên ku ev komkujî kirin îro jî êrişî Rojava dikin û wiha pêde çû: “Dixwazin şoreşa jinê ya Rojava tek bibin. Em dibêjin hûn ê nikar bin şoreşa jinê tek bibin yên tek biçe hûn û desthilatdariya we ye. Em wek jin heta dawî em ê tekoşîna rêhevalên xwe bidomîn û ala wan li erdê nehêlin. Ew ji bo me pêşeng bûn em jî şopdarê doza wan in. Em carek din di şexsê pêşenga têkoşîna jinê û avakara PKK’ê Sakîne Cansiz de hemû cangoriyên doza azadiya jinê û ya gelê Kurd bi rêzdarî bi bîr tînin û soza mezinkirina têkoşîna wan didin û komkujiya rûrêş şermezar dikin.”
Çalakî bi dirûşma “Şehîd namirin”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.